​​​​​​​Heyva Sor a Kurd: Herêm ber bi pêla pêncemîn a vîrûsa Koronayê ve diçe

Kurdistan 11:55 AM - 2022-02-10

Berpirsê Odeya Emeliyatan a Heyva Sor a Kurd diyar kir ku bi bilindbûna rêjeya pêketiyên vîrûsa Koronayê, tê texmînkirin ku herêm derbasî pêla pêncemîn a vîrûsê dibe. Her wiha bang li şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir bi rênimayên tenduristiyê pabend bin.

Piştî derbasbûna çend hefteyan ji sala 2022`an, hejmara pêketiyên Korona (Covid-19) li deverê zêde bû. Li gorî daneyên Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji 10`ê Çileyê heta 7`ê Sibatê ve 251 pêket hatine tomar kirin, 6 jiyana xwe ji dest dane.
Destnîşan hat kirin ku belavbûna pêla pêncemîn ji pêlên beriya bileztir e ,lê di nav nexweşxaneyan de ti hejmareke wusa mezin yê nexweşan tune ne. herweha heta niha nayê zanîn ku ka ew cura nûh Omicron e ya na, ji ber ku taqîgehên taybet bi naskirina cureyê vîrûsan li deverê tune ne.

Di 9`ê Sibatê de, Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî (WHO) ragihand ku tevî hebûna vaksînê, nîv mîlyon kes heta niha bi cureya Omicron jiyana xwe ji dest dane.
Li gorî daneyên Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê heta niha bûye 37 hezar û 660 nexweş, ji vê hejmarê hezar û 526 nexweş jiyana xwe ji dest dane û 2 hezar û 525 jî baş bûne.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket