Tenduristiya Cîhanî: Ji destpêka Omicron ve nîv milyon kes mirine

Tenduristî 10:39 AM - 2022-02-09

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê ragihand ku ji dema dîtina Omicron a ji vîrûsa Corona nîv mîlyon mirî hatine tomarkirin û ev encam wekî "ji trajîktir" hatiye binav kir.

Rêvebirê rêveberiya qezayê li rêxistinê Abdî Mehmûd got ku ji dawiya meha Mijdarê û vir ve 130 mîlyon pêket û 500 hezar mirin li cîhanê hatine tomarkirin. û got li gorî ku nîşanên omicron kêmtire lê zûtir brlav dibe.
Mehmûd bal kişand ser wê yekê ku di serdema hebûna vaksînê de di demeke kurt de nîv mîlyon kes miriye ,ev kerasete .
Maria Van Kerkhove, seroka tîmê teknîkî ya COVID-19 ya WHO, got ku jimara pêketiyên Omicron ecêb e, û dibe ku hejmarên rastîn ji yên ku têne zanîn pir zêdetir bin û derbarê zêdebûna hejmara miriyan de tekez kir ku metirsiya vîrusê hîn jî zêde ye.
COVID-19 bi fermî ji dawiya Kanûna 2019an vir ve li seranserê cîhanê zêdetirî 5,748,498 kesan jiyana xwe ji dest daye.


PUKmedia/Ajansan

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket