Wezîrê Tenduristiyê: Em ji bo kontrolkirina belavbûna zikçûn û vereşînê kar dikin

Tenduristî 12:33 PM - 2022-02-07

Piştî belavbûna nexweşiya Zîkçûn û vereşînê, tîmeke Wezareta Tendirustiyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo dîtina rêkarên tenduristiyê serdana rêveberiya Raperînê kir.

Dr Saman Berzencî Wezîrê Tendirustiyê di kongirekî rojnamevanî de got: Îro me serdana rêveberiya Raperînê kir ji bo dîtina asta nexweşiyê li vê derê ketiye.destnîşan kir ku rojane 500 nexweş serdana nexweşxane û klînîkên pizîşkî dikin û rojane rewşê pêket û saxbûyan jî hene û tîmên me ji bo rawestandina vê yekê dixebitin.
Nexweşxaneyên di nav rêveberiya Raperînê de pêşwazî li 460 nexweşiyên sîkçûn û verişiyê kirine, jê 353 zarok in û 120 kes jî yê temendar in .
Wî diyar kir: Me hejmarek baş ji pêdiviyên pizîşkî ji bo rûbirûbûna belavbûna vê nexweşiyê, ku yek ji nexweşiyên demsalî ye ku li seranserê cîhanê belav dibe, pêşkêşî rêveberiya Raperînê kiriye û me tedbîrên tund girtine ji bo rûbirûbûna belavbûna wê bi taybetî paqijkirina çavkaniyên avê û paqijkirina dibistan û baxçeyên zarokan.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket