Li Amerîkayê hejmara giştî ya miriyên korone gihîşte 900 hezarî

Tenduristî 12:12 PM - 2022-02-05

Li gorî amarên ji hêla Zanîngeha Johns Hopkins ve, ku jimara miriyên ji ber Covid-19 li Dewletên Yekbûyî 900,000 kes derbas kir.

Li gor amarê Reuters ji daneyên ku ji hêla dewletan ve hatine tomar kirin ku jimara giştî ya mirinên
 Covid-19 ji destpêka belavbûnê li Dewletên Yekbûyî di destpêka sala 2020-an de gihîştiye 904,067 kes, di heman demê de hejmara giştî ya pêketiyan jî 75,644,352 kes.
Di daxuyanîya ku ji Koşka Spî ve hat dayîn de hat diyarkirin ku duh Înê hejmara giştî ya miriyên korone 900 hezar derbas kir. Serokê Amerîkayê Joe Biden got, " gelê me qonaxeke din a trajîk tomar dike, 900 hezar Amerîkî ji ber Kovîd-19ê jiyana xwe ji dest dane".
Piştî wê Rûsiya û piştre Berazîl û Hindista tê ,li seranserî cîhanê 6.7 mîlyon kes mirine .

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket