Tenduristiya Silêmaniyê bang li welatiyan dike ku sêyemîn jim vaksînê werbigirin

Tenduristî 11:46 AM - 2022-02-03

Rêveberiya Giştî ya Tenduristiyê ya Silêmaniyê bang li welatiyan kir ku li dijî vîrûsa koronayê ya nû jim a sêyem a vaksînê werbigirin.

Wezareta Tenduristiyê beriya niha ragihandibû, ku ji bo hemwelatiyên ku beriya niha 2 jim derziyê wergirtine û piştî derbasbûna 6 mehan, dest bi jim a sêyemîn bikin.
Serokê tîma rubrubûna korone li parêzgeha Silêmaniyê Dr. Hêriş Heyder ragihand ku rêjeya pêketiyan ber bi zêdebûnê ve diçe ,daxwaz ji welatiyan kir u vaksînê lixwe bidin û bi rênimayên tenduristiyê pabend bin.Destnîşan kir ku duh çarşemê hezar û 567 pêket hatin tomar kirin û 7 kesan jî jiyana xwe ji dest dane û 1402 kes baş bûne.
Amaje bi wê yekê jî kir, ku hejmara giştî ya pêketiyan li Herêma Kurdistanê giheştiye 411 hezar û 230 kesan, ji wan 7 hezar û 234 kes mirine û 38 hezar û 5360 kes jî baş bûne.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket