Pisporê yasayî Tariq Herb jiyana xwe ji dest da

Pirsename 09:58 AM - 2022-02-02

Îro Çarşemê pisporê qanûnî Tariq Herb di 77 saliya xwe de ji ber kirîza dil koça dawî kir.

Hêjayî gotinê ye ku Tariq Herb nivîskar û hiqûqnas e, di sala 1945an de li Bexdayê ji dayîk bûye. Di sala 1975an de bawernameya bekeloriya li zanîngeha El-Mustensiriyê de bi dest xistiye û di sala 1980ê de li zanîngeha Bexdayê master di warê hiqûqê de û di sala 1980 de jî diblome yasayê ya giştî ji zanîngeha Îskinderiyê wergirtiye.
Weke sernivîserê rojnameya Parlamentoyê û berê jî serokê Komeleya Çanda Yasayî ya Êraqê kar kiriye. Di çend zanîngeh û peymangehan de berê de wek mamosteyê hiqûqê xebitî û gelek pirtûkên wî hene.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket