Qubad Talebanî ligel Jenin Plaschart pêşhatên dawî gotûbêj dike

Kurdistan 05:01 PM - 2022-01-20

Qubad Talebanî Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê roja pêncşemê li gel Jenin Plasschaert Nûnera Taybetî ya Sekreterê Giştî yê NY li Êraqê pêşhatên dawî yên rewş û guhertinên siyasî yên Êraq û Herêma Kurdistanê gotûbêj kir.

Di hevdîtinê de her du alî tekez li ser berdewamiya danustandinên di navbera aliyên siyasî de, ji bo ji hev nêzîk kirina nêrînan û dîtina çareyekê ji bo bidestveanîna lihevkirinek li ser pêkanîna hikûmeta nû ya Êraqê kirin.
Di vê derbarê de Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê tekez li ser yekrêziya gotara hêz û aliyên Kurdistanî ji bo parastina destkeftên destûrî û berjewendiya giştî kir û amaje bi wê yekê jî kir ku, çawa ku giringiyê bi gotara Kurdî dide. Birêxistinkirina malên şîe û aliyên sunnî ji bo pêkhatina hikûmeteke xizmetguzarî û bi rêveberiyeke aqilane lihevkirinek girîng e û kêfxweşiya hemû aliyan heye.

Di beşeke din ya vê hevdîtinê de Qubad Talebanî amaje bi pêngavên çaksaziyê li Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir û berdewamiya wê jî amaje bi wê yekê kir ku, beşek ji çeksaziyê qonaxeke başe.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket