Hewlêr: Di sala borî de 635 hezar buyerên cur bi cur rûdane

Kurdistan 06:20 PM - 2022-01-19

Li parêzgeha Hewlêr di heyama salekê de, 635 hezar rûdayên cur bi cur pêkhatine.
Berevaniya şarestaniya parêzgeha Hewlêrê, îro roja çarşemê 19-1-2022`an ragiahnd ku di heyama salekê de, 635 hezar rûdayên cur bi cur pêkhatine ku di encamê de, 59 welatiyan jiyan ji dest dane.

Di wê barê de, peyvdarê berevaniya şarestaniya Hewlêrê raêd Serkewt Kareş di heyama kongireyeke rojnamegeriyê de ragiahnd ku di heyama salekê de, ango 2021`an 635 hezar buyerên cur bi cur pêkhatine  ku 26 buyerên agirpêketin bûne û di encamê de 26 welatiyan jiayun ji dest dane û 21 kesan jî, li qazayê Xebat û Şeqlawe di avê de jiyan jidest dane ku temnên wan ji 25 salan kêmtir bûne.

12 welatî jî bi lehiyan jiyan ji dest dane û 103 welatî jî bi wê sedemê birîndar bûne. Her weha 116 welatî jî, ji buyerên agirpêketinê rizgar kirine û 40 otombîl jî hatine şewtandin.

PUKmedia-Serbaz Mihemed -Hewlêr

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket