Keşnasê hişyariya barîna berfê ya nû dide

Kurdistan 01:30 PM - 2022-01-19

Rêveberiya Giştî ya Keşnasî û Çavdêriya Erdhejê ya Herêma Kurdistanê hişyarî da ku ji êvariya îro Çarşemê ve pêleke nû ya berfê dibar e.

Rêveberiya Keşnasiyê di daxuyaniyekê de ku gihîştiye PUKmedia`yê ragihand ku, ji êvara îro Çarşemê ve, navçeyên Herêma Kurdistanê dê bikevin bin bandora pêleke qitbî û wê bibe sedema pêleke nû ya berf û baranê.
Di daxuyaniyê de hat gotin: Li navendên bajaran dê pêleke nû ya berfê bibare û berf li deverên çiyayî zêdetirdibe, ji bilî wê yekê jî li hin deveran dê pêleke têkel a baran û berfê bibare.
Daxuyaniyê amaje bi wê yekê kir ku, ji sibe danê êvarê ve, bandora vê pêlê dê kêm bibe û leza bayê dê zêde bibe û bigihêje 20 km/demjimêr.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

Serokê YNKê, Bafil Celal Talebanî

Kurdistan 07:57 PM - 2024-04-26 Serok Bafil: Xwendevan rihê vê civakê ne

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket