YNK pesnê biryarên Talebanî yên piştevaniya xwendekaran dike

Kurdistan 12:48 PM - 2021-12-04

Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê tekez kir ku biryarên Bafil Celal Talebanî ji bo piştevanîkirina xwendekarên zanîngehê û peymangehan gelek erênî ne û pir pirsgirêkan çareser dike.

Yekîtiyî di daxuyaniyekê de ragihand: Ji aliyê hesta berpirsyarî û erkên niştimanî ve û piştî xwepêşandanên ku xwendekarên zanîngehê û peymangehan ji bo daxwaza mafên xwe derketin, Bafil Celal Talebanî heşt demjimêran bi nûnerên xwendekarên zanîngan re civiya.
 Bafil Celal Talebanî bi baldarî guhê xwe da daxwazên xwendekaran û soz da wan ku piraniya daxwazên wan li ser hesabê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê cîbicî bike û di berjewendiya xwendekaran de 11 biryar derxist û bi taybet jî avakirina xwendingehan beşên navxweyî, dabînkirina pêdiviyên xwendekaran, danîna torên Înternetê ji bo wan û peydakirina otobusan ji bo veguhestina xwendekaran, bi taybetî yên ku li derveyî bajaran dijîn.

Daxiyaniyê amaje bi wê yekê jî kir ku: Em wek Fireksiyona Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê li Encûmena Parêzgeha Silêmaniyê spasî û pêzanînên xwe pêşkêşî birêz Bafil Celal Talebanî dikin û  ji bo pêngavên wî yên girîng, ku dê geşepêdaneke baş bide rêya xwendina bilind û bi pêşxistina proseya xwendinê li parêzgeha Silêmaniyê.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket