Komisyon navên parlementerên serkevtî ji dadgehê re şandin

Êraq 03:56 PM - 2021-12-01

Komisyon navên parlementerên serkevtî û binkevtî ji dadgeha federalê re şandin tako wajo li ser bikie.
Îro roja çarşemê 1-12-2021 komisyona Serbixwe ya Hilbijartinan li Êraqê navên parlementerên serkevtî û binkeftî rewaneya dadgeha federalê kirin tako mora pejirandinê li ser bikin.
Her weha di wê barê de peyvdara fermî ya bi navê Komisyonê Comana Gilay ji PUKmedia`yê re ragihand: Komisyona Serbixwe ya Hilbijartinan li Êraqê hemû erkên xwe ên hilbijartinan ku di 10-10-2021`an de birêveçûye bi dawî kir,
Di dirêjahiya daxuyaniya xwe ji PUKmedia`yê de, Gilay aşkire kir ku îro roja çarşemê wê navê parlementerên serkevtî û binkevtî ji bo dadgeha federalê bê şandin tako mora pejirandinê li ser bixin.

Di dirêjahiya daxuyaniya xwe de komisyona Serbixwe ya Hilbijartinan li Êraqê, şkire kir ku guhertinên ku hatine kirin li Bexdad, Neynawa Hewlêr, Kerkû û Besrayê bûye.
Di dawiyê de, Comana Gilay dazanîn ku hejmara dengderan 22 milyon kes bûne û ewên ku deng dane 9 milyon û 629 hezar û 601 dengder bûne ku wate ji %44 e.

PUKmedia-Taybet

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket