Pêşengeha pirtûkan ê Silêmaniyê bi dawî bû

Kurdistan 07:45 PM - 2021-11-27

Pêşengeha navnetewî ya pirtûkan li Tasloceyê bi dawî bû.
Îro roja şemiyê 27-11-2021`an li bajarê Silêmaniyê di navçeya Tasloceyê de, siyemîn pêşengeha navnetewî ya Pirtûkan a Silêmaniyê karên xwe bi dawî kir.

Sêyemîn pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Silêmaniyê bi beşdariyeke mezin û berfireh ji aliyê mêhvan û hezkiriyên xwendinê ve bi taybet ciwanan ve di roja 18-11-2021`an li Tasloceyê dest pê kiribû.

Her weha di heyama wê pêşengehê de, Pirtûka derbasr hevdîtina bi wezîrê berê ê rijîma rûxayî a Basê ji pêşengeha Silêmaniyê hat kişandin.
Wezareta çand û ciwanan li Herêma Kurdistanê, derbarê ew pirtûka ku li ser Sultan Haşim di pêşengeh navnetewî a Silêmaniyê de hatiye pêşandan, Di roja şemiya berê de,  20-11-2021`an daxuayniyek da û têda hatiye ew pirtûk di
pêşengehê de nemîne.
Wezaretê di belavoka xwe de aşkire kir ku Agahdar bûn ku pirtûkek ê komên ku qirkirin li Kurdistanê pêkanîne yê wezîrê ber ê rêjîma rûxayî  ê Sultan Haşim derbarê bîranîên cengan û nihêniyên wê ku ji aliyê Dr. Elî Sadî ve pêkhatiye, biryar hat dayîn ku êdî ew pirtûk ne layîqî wê pêşengehê ye û hate kişandin.

Hêjayî gotinê ye ku sêyem pêşangeha navdewletî ya pirtûkan li Taslûca, ku weşanxaneyên navxweyî û navdewletî tê de beşdar bûn, zêdetirî milyon û nîv pirtûk bi sê zimanan Erebî, Kurdî û Îngilîzî têde tênr pêşkêş kirin.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket