Wezareta derve: Koçberên Bêlerûsiya dixwazin ji bo welêt vegerin

Êraq 12:31 PM - 2021-11-17

Wezareta derve ya Êraqê ragihand ku 170 koçberên ku li Bêlerûsiya asê mane dixwazin vegerin welêr.

Berdevkê wezaretê Ehmed Sehaf di belavokeke kurt de ragihand ku heya niha navên 170 kesên ku dixwazin vegerin me tomar kiriye, me 55 pasport ji bo birîna sînor dabîn kiriye, destnîşan kir ku kadirên me yên dîplomatîk hevhengiya locistîk di gel rêveberiya balafirgeha Mênsk birêve dibin ji bo ku geşteke taybet ji bo vegerandina koçberan peyda bikin .

Di daxuyaniyên telefezyonî de Sehaf got koçberên li Bêlerûsiya di metirsiya rasteqîne de ne , ew di destê qaçaxciya de ne.
Wezareta koçûkoçberiya Êraqê şandek ji Alamniya re şand ji bo gotûbêjê digel berpirsên dewletên Ewrupî derbarên koçberên li Bêlerûsê.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket