7 saliya koça dawî ya ronakbîr û siyasetvan Dr. Kemal Fuad e

Kurdistan 03:06 PM - 2021-11-15

7 saliya koça dawî ya zana û ronakbîr û siyasetmedarê mezin ê navdar ê kurd Dr. Kemal Fuad e.
Dr. Kemal Fuad , wêstgehekî jiyanê ya dewlemend bû di warên siyasî û rewşenbîrî û dîplomasî û rojnamevanî de û pir serweriye ku ji bo Yekîtiya Nîştimanîç ya Kurtdistanê (YNK)ê û binemala wî ya niştiman perwer bûye cihê şanaziyê.
Her weha kesayetiya temen û jiyana xwe bi camêrane û bi xwaragîrî di xebata niştimanî û demokrasî de bi serbilindî birê kir.  Dr. Kemal Fuad di ware xebata ronakbîrî de jî şaswarekî rêya rojnamevanî û pêşengekî weha bû ku dibê rojnamevanê Kurd şanaziyê pê bike, çûnkî eger fedekariya wî nebûya dîroka rojnamevanê Kurd û rojnameya (Kurdistan) dê winda bibûya, ku bi fedekarî û hewlên xwe hemû hejmarên rojnameya Kurdistan li arşîva Almanyayê de  digeriya û peyda dikir.

Ronakbîr, rojnamevan û siyasetvan Dr. Kemal Fuad endamê kargêrê polîtburoya YNK`ê Dr. Kemal Fuad birayê wezîrê pêwendiyan yê hikûmeta Herêmê yê berê Dr. Cemal Fuad û Nivîskar, rojnamevan û mamosteyê zanîngehê Îhsan Fuad e ku ew jî di 2-6- 2008`an de li bajarê Silêmaniyê koça dawî kiribû ye.

Hêjayî gotinê ye ku roja 15/11/2014`an, li bajarê Berlînê paytexta Almanyayê, ronakbîr, rojnamevan, siyasetmedar û endamê desteya damezrêner û endamê polîtburoya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê nemir Dr. Kemal Fuad koça dawî kiribû.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket