Mekteba ragihandina YNKê Ebdulhemîd Derwîş bi bîranî

Kurdistan 07:07 PM - 2021-10-24

Duyem salvegera mamoste Hemîd Derwîş li mekteba ragiahndinê birêve çû
Îro roja yekşemê 24-10-2021`an li baxçeya Ajîn a mekteba ragiahndina YNKê semînarek ji bo duyem salvegera koça dawî ya sekreterê Partiya Demokrata Kurd li Sûriyê mamoste Ebdulhemîd Derwşî li dar xist.

Di wê semînarê de, derbarê aliyên jiyanî yê nemir mamoste Hemîd Derwîş û rola wî di tevgera kurdî û peywendiyên bi YNKê û serok Mam Celal re hate gotûbêj kirin.

Mamoste Ebdulhemîd Derwîş yek ji serkideyên herî naskirî ku ji desteya damezrênerê yekemîn partiya kurdî li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê bû, jidayîbûna sala 1936 ye li gundê Qirmaniye ser bi Derbesiyê li parêzgeha Hesekê a Rojavayê Kurdistanê ku li gel serok Mam Celal peywendiyên bihêz hebû. Di roja 24-10-2019`an de koça dawî kir.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket