Pûtîn û Benet li Soçî bi hev re civiyan

Cîhan 03:51 PM - 2021-10-22

Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn îro li Soçî bi serokwezîrê Îsraîlê Naftali Benet re civiya û heru aliyan destnîşan kir ku derbarê rewşa Sûriyê de berjewendiyên wan ên hevbeş hene.


Pûtîn îro li bajarê Soçî yê Rûsyayê di civîna bi Benet re, têkiliyên di navbera herdu welatan de erênî nirxand û destnîşan kir ku di rewşa Sûriyê de hin xalên hevbeş di navbera Rûsya û Îsraîlê de hene, nexasim di mijara şerê terorê de.

Pûtîn wiha got: “Wekî hûn jî dizanin, hewldanên me yên vegerandina serweriya dewletê li Sûriyê hene. Di gelek mijaran de nakokî di navbera me de hene, lê belê xalên hevbeş û derfetên hevkaiyê jî hene, bi taybetî di mijara têkoşîna li dijî terorê de. Bi giştî gelek mijar hene divê em nîqaş bikin.”

Ji aliyê xwe ve serokwezîrê Îsraîlê Naftali Benet diyar kir ku niyeta wan a nîqaşkirina geşedanên li Sûriyê û hewldanên rawestandina pêşketina bernameya nukleerê ya Îranê, bi Rûsyayê re hene.

PUKmedia/ Ajansan  

zêdetir tamaşe bike

Serokê YNKê, Bafil Celal Talebanî

Kurdistan 07:57 PM - 2024-04-26 Serok Bafil: Xwendevan rihê vê civakê ne

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket