Hişmend Şêxo: Di bîranîna (37) saliya koçkirina Hevalê Cegerxwîn de

Nêrîn 01:32 PM - 2021-10-22

xwendevanên hêja bi babeta bîranîna (37) saliya koçkirina helbestvanê mezin hevalê Cegerxwîn, Ez vê kurte nasîna li ser zaroktiya wî , jiyana wî ya wêjeyî , jiyana wî ya rêzanî û rola wî di nav tevgera netewî ya kurdî de diyarî hevalên xwe di serkirdayetiya (P.D.P.K.S) dikim , Herwiha ez diyarî hemû torevan , zimanzan , helbestvan û hezkiriyên wî dikim.

Navê wî Şêxmûs Hesen Elî ye, Di sala 1903an de li gundê Hesarê ji dayik bûye û piştî bûndina wî malbata wî berê xwe dane Amûda şewitî û li wir man e.
Di wê demê de bav û diya wî ( Eyşanê ) jiyana xwe ji dest dan , piştre birayê wî Xelîl
û xweişka wî Asiye lê bi xwedî derketin û mezin kirine.
Helbestvanê me Şêxmûs piraniya gund û bajarên Kurdistanê dane hev, û piştre berê xwe da Kurdistana Iraq û îranê û li wir rewşa gelê kurd ji nêz ve naskir , piştre vegerî gundê Til şeîr û li wir berdewamiya afrandina olî kir li ber destê Şêx UbêdAllah û piştre mamoste Fetih Allah û nasnameya perwerdiya olî stand ( Mille).
Cegerxwîn ji çûkaniya xwe de ji zaniyariyê hezdikir û di ciwaniya xwe de dest bi nivîsandina Helbestê kir û di demeke kurt de navê wî belav bû. Cegerxwîn wek tê nasîn ew yek ji wan kesên pêşîn bû di şiyar bûna netewî ya kurdî de û li ser hemû astan (çandî , civakî û rêzanî ).
Xebat û jiyana xwe ya rêzanî li sûriyê dest pêkir ji baweriyeke kûr bi mafên gelê xwe di Azadî û serfiraziyê de, û şerê hemû şêweyên paşvecûnê dikir, û bû berzeke bilind ji nifşên nuh re di civaka me de.
Di salên pêncî de ji sedsala borî Cegerxwîn kete nav xebata rêzanî û piştgiriya Partiya Komonîsta Sûrî kir , û bi hejmarek ji xortên kurd re Benda Azadî damezrand, û piştî Partiya Demoqrat a Kurd li Sûriyê hat damezrandin Cegerxwîn derbasî nav partiya kurdî bû , û di sala 1958an de bû endamê komîta navendî ji partiyê re û wisa xebata xwe berdewam kir heya kêliya dawî ji jiyana xwe.
Tekoşîna wî ya bi salan di nav tevgera rêzanî de herdem ji bo pêşerojeke geştir ji miletê me re dûrî çandên kevnare, Dûrî nezantiyê , û ji bo pêkanîna xewn û hêviyên gelê kurd di welatekî serbixwe û Azad de.
ji rêxistinên Cegerxwîn di nav de karkiriye ev in:

1 Civata xeyrî :
Cegerxwîn û Ebdilqadirê Telo ev civat di sala 1932an de damezrandin, armanca wê civatê wek Cegerxwîn dibêje : Alîkariya belengazên kurd wek nexweşî , sêwî , Lê mixabin ji ber dizîna sindoqa wê civat ji hev ket, Lê bû bingehek ji berdewamiya xebatê re.

2 Nadiya Ciwanên Kurd
Di dema Firansa li Cizîrê û piştî şewata Amûdê ( Toşa Amûdê ), Cegerxwîn di sala 1938an de Nadiya Ciwanên Kurd damezrand da ku xortên kurd bi zimanê xwe bixwînin, Dîrok û rewşa miletê xwe nas bikin, û fêrî canda kurdî û kurdayetiyê bibin, Lê vî karî pir li ber xwe neda û nadî hate girtin û Cegerxwîn dibêje : Newaf axa yê Husên ev nadî girt , Tevî ku nadiya ciwanên kurd bi rolekî baş rabû di fêrkirina zimên û candina canda netewî di nav kurdên cizîrê de.

3 Civata Azadî û Yekîtiya Kurdistanê:
Ev civat di sala 1946an de bi serokatiya Ehmed Nafiz hatiye damezrandin , sekreter Cegerxwîn bû , û desteya wê Mile Elî , Miftî Mile Ehmed , û Hecî Yûsif bûn.
Di destpêkê de navê vê civatê xoybûn bû , Lê piştre navê wê di civatekê de hate guhertin , Cegerxwîn dibêje sedem ew bû ku navê xoybûn di nav kurdên sûriyê de ne xweş hatibû bihîstin , karê ku vê civatê kirine ev bûn:
– çil parçe daxwazname şandin San Firansîskoyê.
– Peyam û nivîsarên xwe gihandin Mihabadê.
– Bi îngilîz û Emrîkiyan re gelek dan û stan kirin.

4 Civata Aştîxwazên Sûriyê :
Cegerxwîn piştî ku dev ji civata azadîxwazan berda, Tevlî ya Aştîxwazan bû , Di sala 1950 de jê dixwestin ku bi wan re kar bike Cegerxwîn di bersiva xwe de dibêje ( pir cihê paye dariyê ye ku ez bibim yek ji destekê civata Aştîxwazê Sûriyê) .
Cegerxwîn karî bû gelek kesan derbasî nav vê civatê bike wek ( Hecî Şêxmûs , Osman Sebrî , Reşîd Hemo û Şewket Henan.
Cegerxwîn dibêje( Dostaniya min û partiya komonîst a sûrî ji sala 1949an de destpêkir û di sala 1957an em dûrî hev ketin yan jî wan ez dûrî xwe xistim) ,Gelek sedem hene hiştin ku Cegerxwîn û gelek ji hevalên wî dev ji vê civatê berdin lê sedema herî bingehîn ew bû dema ku wan şerê kurdayetiyê kirin yek ji wan kiryaran Rojnameya cotkar a bi zimanê kurdî dihat weşandin rawestandin û xwestin ku kurd bêjin ( Em Erebin ) û ji kurdayetiya xwe bi dûrkevin.

5 Benda Azadî :
Piştî ku Cegerxwîn û hevalên xwe dûrî komonîstan ketin xwestin ku partiyekî nuh damezrînin , Patriyek bi ramanên xwe markisî be û armancên gelê kurd pêk bîne ,û di sala 1958an de ev benda hilweşandin û tevlî Partiya Demoqrat a Kurd li Sûriyê kirin.

6 Partiya Demoqrat a Kurd li Sûriyê
Di 14 / 6 / 1957an de yekem rêxistina rêzaniya kurdî li Kurdistana Sûriyê bi navê Partiya Kurdên Demoqratên Sûrî li ser destê Osman Sebrî , Hemîd Derwîş , Hemzeyê Niwêran hat damezrandin , û piştî bi salekê ji damezrandina partiya kurdî Benda Azadî tevlî partiyê bû , û Cegerxwîn bû endamê komîteya navendî ji partiyê re.

Di sala 1967an de kongirê yekem yê partiya me li bajarê Helebê li darket û di wî kongirî de gelek deng anîn û careke din hat hilbijartin û bû endamê komîta navendî , û wisa xebata xwe ya rêzanî berdewam dike , û di kongirê çaran de ya partiya me di sala 1977an de hevalan xwest navê partiyê biguherin wê demê hevalê Cegerxwîn pêşinyarek da û got:
Gelî hevalan bila em jî partiya pêşverû bin û ev pêşnyara seyda ji aliyê tevahî hevalên kongira çarem ve hat pejrandin û navê partiya me hat guherîn ji Partiya Demoqrat a Kurd li Sûriyê bû Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê , û di wî kongirî de careke din hevalê Cegerxwîn bû endamê komîta navendî û wisa di karê xwe yî partîzanî de ma heya dawiya jiyana xwe.
Cegerxwîn di sala 1979an de ji welêt bi derket û berê xwe da Siwêdê û xebata xwe ya rêzanî wek endamê nivîsgeha rêzanî û nûnerê Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Siwêdê berdewam kir û li gelek civat û çalakiyan amade bû.
Hevalê Cegerxwîn di jiyana xwe de gelek dijwarî û êş û azar di zîndanên rêjîma kevneperest de dîtine , Lê ev kiryarên newêrek tu carî vîna wî jar nekirin, Lê belê xebat û girêdana wî bi axa welêt zêdetir dikir ,û herdem hêviyên wî bi zanayên miletê me bilind dibûn.
Ji aliyekî din ve hevalê Cegerxwîn di jiyana xwe ya wêjeyî de gelek berhemên bi nirx ji mere hêştin û di nav cemewerê gelê mede belabûn, tevî qedex kirinê Cegerxwîn bêtirî (37) pirtûkan di nav destên mede hêştin û Ev berhemên wî ne:
Kovar yekem bi zimanê kurdî ji aliyê tevgera rêzaniya kurdî li Kurdistana Sûriyê derket hevalê Cegerxwîn bi wî karî rabû di sala 1968an de kovar Gulistan weşand û bû berpirsiyarê wê .
Tarîxa Kurdistan
Salar û Mîdiya
Jînegariya min

Heyşt dîwanên helbestan hene ev in:

Agir û pêt (1945) –Şoreşa azadî(1954)
_kîme ez(1973) _Ronak(1981)
_Zend avîsta(1981) _Şefeq(1983)
_Hêvî(1983) _Aşitî(1984).

Di 22 çiriya pêşîn de li xerîbiyê, Li welatê Siwêd jiyana xwe ji dest da û li gor daxwaza wî termên wî anîn Qamişloka Evînê û bi deh hezaran ji xort û keçên gelê me li pêşwaziya wî bûn , bi lîliyên dayikan û nalînên partîzanan diqîriyan û digotin: Namirê seyda Cegerxwîn namirê.

Di dawiya vê kurte nasînê ez dibêjim :

Hevalê Cegerxwîn rihet raze ji ber ku xwendevan û zanayên welatê me nayên hejmar.
xwe xembar neke û rihet be ji ber ku Heval û kadirên Partiya te berdewamin di xebata partîzanî û tekoşîna te ya netewî de.
Dilşad be seydayê min ji ber ku bi hezaran zimanhez û nivîskarên zimanê kurdî gulan di Gulistana te de diçînin ,û nifşên nûhatî bîr û bawerî û ristên te di rojnameyên Dîmoqratî û Pêşverû de diweşînin.

Hevalê Cegerxwîn tu namirî , herdem tu di dilê me de dijî

Sed silav li giyanê te ey sembola şiyarbûna netewî ya gelê me
Sed silav li giyanê te ey kaniya Helhesta kurdî

22 / 10 / 2021
Hişmend Şêxo
*Endamê Komîta Navendî ya
Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê

PUKmedia

 

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket