18 mîn salvegera koça dawî ya Apê Osman Sebrî
Kurdistan 06:33 PM - 2021-10-15
Di roja 11ê çileyê paşîna sala 1993`an de, li bajarê Şamê Paytexta Sûriyê koça dawî kir û ji nav gelê xwe bar kir. Her weha bi marasîmeke mezin û gersayî, termê nemir Apo ji Şamê anîn bo Kantona Cezîrê û li gundê Berkevirê ya Rojavaya Kurdistanê sipartin bi axa welat.
18 sal beriya niha , kesayetiyeke navdar û ronakbîr û helbestvan û damezrevanê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê Apê Osman Sebrî hatiye dinê û bû bi stêrkek ji stêrkên ezmana Welatê Rojê. Di sala 5-1 1905`an li semsûrê, ya Bakurê Kurdistanê, Apê Osman Sebrî çavên xwe ji dunyayê re vekirin û roniya xwe da ser ax û baya welatê Rojê û bû yek ji diyartitîn stêrka azadiya doza rewa ya gelê Kurd û Kurdistanê.
Nemir Osman Sebrî ku ji aliyê gelê Kurd ve bi (Apo) dihate naskirin di roja 5-1-1905 ku li gundê Narincê ya Kolik a Semsûr a Bakurê Kurdistanê hatibû dinê û gelek xebat û lebat ji bo derxistina rastiya doza gelê Kurd pêşxistibû, Ew yek ji helbestvanên mezin ên gelê Kurd e. Di heman demê de, ew yek ji nivîskarên Rêbaza Hawarê û mamosteyê zimanê Kurdî bû.
Apê Osman Sebrî di deh saliya xwe de, ango di sala 1915` an de, ji ber koça dawî ya bavê wî, ew sêwî dimîne. Û piştre dayika Apê Osman Sebrî, (Emîne) bi apê wî yê bi navê Şukrî yê ku begê êla Mirdesî bû hevjîniyê pêktîne. Mirdêsa di nav bajarên Meletî, Riha, Siwêrek û Semsûrê de ye, Her weha piştî hevjîntiya dayîka Apê Osman bi Apê Şûkrî re, Apê Osman digel dayîk û Apê xwe dimîne, lê weke tê gotin ku Apê Şukrî cih û meqamê Apê Osman pir bilind kiribû, ji zarokên xwe pirtir, ji Apê Osman Sebrî hez dikir û bi awayekî cuda perwerde dikir û him jî ji tiştên ne cûr diparêzt û xwedî lê derdiket.
Her di dema xwendinê de jî, ew şande dibistanê û wî di 16 saliyê de, dike xwedî mal û hevjîn û dibe xwedî malbat. Her weha di hevjîntiya wî ya yekemîn, 3 lawên xwe bûn, 2 law ji wan 3 lawan zûh mirin, lê lawê Apê Osman yê sisiê jî, ku navê wî Welat bû, di destpêka sala 1970`ê de, li Bakurê Kurdistanê, di temenê 47 salî de, hat kuştin.
Her li gor rastiyên jêderên dîroka wî ku Apê Osman ji serokên êla Mêrdêsî bû. her ji bilî wê jî, ew pardarî xebata rizgarîxwaza gelê xwe jî yê li her çar aliyên Kurdistanê bû. Ne zehmet û ne jî astangî û ne jî mehalî li ba ferhenga wî tune bû, herdem digot; Di vê dinê de, tiştekî nebe nîne, eger mirov bixweze wê ji nebûnê hebûnê biafirîn e:
PUKmedia
hewal ziyatr
-
Hêzên Pêşmerge, artêşa Iraqê û hêzên hevpeyman civîneke bilind li dar dixin
09:51 PM - 2024-05-18 -
Encumena Nûneran serokekî nûh hildibjêre
11:27 AM - 2024-05-17 -
Serok Bafil: Em hewil didin hêzên neteweyî xur dûr ji berjewendiyên hizbî ava bikin
04:19 PM - 2024-05-16 -
Serokkomar pêşwaziya Serokê Filistînê dike
11:21 PM - 2024-05-15
zêdetir tamaşe bike
YNKê li gorî destûrê hewl dide pirsgirêkan çareser bike
02:02 PM - 2024-05-18
Di salvegera koça dawî ya têkoşer Adil Murad de
10:19 AM - 2024-05-18
Serok Bafil: Pêwîstiya me bi hilbijartinên dadmend heye
07:38 PM - 2024-05-17
Derbaz Kosret: Amrîkî giringiyê didin serencên serok Bafil
04:04 PM - 2024-05-17
zortrin xwendraw
-
Di salvegera koça dawî ya têkoşer Adil Murad de
Kurdistan 10:19 AM - 2024-05-18 -
Nêrweyî: Nûçeya Xebat peyameke îstixbaratê ye
Kurdistan 06:27 PM - 2024-05-18 -
YNKê li gorî destûrê hewl dide pirsgirêkan çareser bike
Kurdistan 02:02 PM - 2024-05-18 -
Hêzên Pêşmerge, artêşa Iraqê û hêzên hevpeyman civîneke bilind li dar dixin
Kurdistan 09:51 PM - 2024-05-18