Jiyana Mam Celal di yekem filma Enîmêşin ya Kurmancî de

Wêje û Huner 12:13 PM - 2021-09-15

Hilberînerê sînameyî li ser hilberîna rêze filma Enîmêşin ragihand ku jiyana Serok Mam Celal vedibêje ji dema ku wî di nav rêzên Pêşmerge de çek rakiribû heya ku bû serokwezîr, û eşkere kir ku ew fîlm dê bi pirofeşonoleke bilind were çêkirin bi karanîna teknolojiya herî nuh.
.
Hilberînerê fîlm Borhan Herkî di daxuyaniyek rojnamevanî de got, ku fîlm ji 39 beşan pêk tê, ku her beşek ji 20 xulekan pêk tê, jiyan û têkoşîna Mam Celal ya leşkerî û siyasî ji rojên yekem ên tevlîbûna wî bo Pêşmerge û texmînkirina wî, vedibêje û hemû fîlm li ser jiyana wî ye.

Herkî diyar kir, ku hilberîna rêzefîlmê li ser bingeha lêkolîn û belgeyan e, û dîmenên rast in bi erdnîgarî û nexşe û navçeyan û cilan.
Amaje bi wê yekê jî kir ku dîroka jiyana Mam Celal ji aliyê tîmek pispor ve hate berhev kirin, û kişandina rêzefilmê li ser belgeyan bû, û di destpêka her beşê de dê agahî bêne xwendin, û nav û dîroka deveran dê ji temaşevan re xuya dike, destnîşan dike ku rêzefîlm ji hêla derhêner û nivîskar Rengîn Alcî ve tê rêvebirin û amadekirin. Destnîşan kir ku piştî dawîbûna filmê û pejirandina malbata Talebanî û wergerandinê ji gelek ziman re wê were pêşkêş kirin, Film bi zimanê Kurmancî hatoye çêkirin.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket