Ehmed Silêman: Biçekkirina opozisyonê daxawaza rêjîmê bû

Hevpeyvîn 06:59 PM - 2021-09-06

Ev demeke dirêje û 2 sal derbasbûn bi ser şoreşa gelên Sûriyê re, gelek qurbanî û şehîd ji aliyê gel ve hatin dayîn, bi sedhezaran xelkên sivîl ji war û cih û bajarên xwe koçber bûn, lê hîn jî hovîtiya rêjîma Sûrî li dijî gelê bê tawan berdewam e û ti çareserî ji aliyê hêzên civaka navneteweyî ve nehatiye dîtin taku ew komkujiyên li dijî xelkên sivîl bêne rawestandin.

Her weha jib o naskirina rewşa dawiyê ya Sûriyê û Opzisyona Sûrî û ya Kurdî, me wek malpera PUKmedia`yê bi pêwîst dizanî ku em hevdîtineke taybet digel peyvdarê fermî yê Desteya Bilind a Kurd li Rojavayê Kurdistanê (DBK) rêzdar Ehmed Silêman bikin. Lê ji ber girîngiya wê hevdîtinê me girîng dît ku em hevdîtinê bi 2 beşan biweşînê.. Hûn dikarin beşa yekemîn bixwînin û ya duyemîn jî bişopînin.

Ev e naveroka hevpeyvîna me bi rêzdar Ehmed Silêman re;

PUKmedia: Mamoste Ehmed Silêman em bi hêvîne ku hûn weku peyvdarê fermî yê Desteya Bilind a Kurd li Rojavayê Kurdistanê (DBK),  rewşa şoreşa Sûriye piştî derbasbûna 2 salan bi ser wê re, gelo çawa dinirxînin. Gelo pêşkeftin hebû an na..? Gelo ji bo gelê Kurd çi qezenc û sûdek hebû…?

Ehmed Silêman: Spas ji bo we û malpera we PUKmedia`yê ku ev detrfet da me taku em li ser rewşa Sûriye û Rojavayê Kurdistanê şiroveyên xwe pêşkêş bikim.
Piştî ku xelkê Sûriyê mina hemû gelê din yên dunyayê û herêmê ku pêwîst bû ew jî jib o guhertin û pêşkeftina rewşa jiyanî û demokrsiyê rabin û şoreşê bikin û bi awayekî aştiyene, gelê Sûrî jî wiha dîtin ku wê bi riya vê şoreşê ber bi guhertinekê ve biçe û bi bê tund û tîjî, lê gelê Kurd jî ev bêtir ji 5 salane ku dest bi tekoşîn û xebata neteweyîmlidijî rêjîmê dest pê kirine. Mixabin rêjîmê bi cavên şoreşeke girsayî lê nenirî û ew bi karekî terorîstî û pîlangeriyekî navneteweyî nirxand û dest bi kuştin û tunûtîjiyê kir, lê hinek ji xelkê Sûrî hewil dan ku li hemberî rêjîmê bi çekdarî bersivê bidin û di encamê de her we jî bû.

PUKmedia: Ev tê wê wateyê ku rêjîmê dixwast ku rêjîm li hemberî wê şerî çekdarî bê kirin taku rewabûnê ji tundûtîjiyê bike.

Ehmed Silêman: Raste ew daxwazê rêjîmê bû,rêjîmê dixwast bibe çekdarî, ji ber ku eger bi aştî bibe, wê demê hemû pêkhatiyên Sûrî wê dest xestin tevlî şoreşa aştiyene bibe û Elewî jî wê bi girsayî tevlî wê şoreşê bibane.

Ez di wê bawerî de me ku ew aloziya heye gelek zehmet bûye, em bi çekdariyê ne bawer bûn bi şoreşa çekdarî û wê li navçeyên Kurdî tu şerê çekdarî nekin û emê hewil bidin deverên xwe bi aştiyane biparêzin. Herweha encûmenên me Encûmena Nîştimanî ya Kurd li Sûriyê û Encûmena Gel li Rojavayê Kudistanê  û piştre jî li gorî rêkeftina Hewlêrê û biryara Kurdî bû bi yek biryar û pitşre gelê Kurd bi biryara aştiyene dilxweş bû û ji şoreşê dûr neket û li navçeyên din jî opozisyonê dest bi çekdarî kir, lê me weku tevghera Kurdî we nekir û me got emê bi hemû pêkhatên ku li Rojavê hene bi wê biryarê kar bikin û navçeyên xwe biparêzi lê ew ji aliyê hinek alî û dewletên li herêmê nexwastin ku rewşa Rojavyê bi wê awayê bimîne û xwastin ku me bikşînin wê rewşê, mixabin hinek di nav me de jî hinek alozî hebûn ku bû sedema derketina bûyerê Serê Kaniyê. Û hinek aliyan jî bîr li wê yekê irin ku wê kurd jî alîkariya wan bikin jib o di Serêkaniyê de, lê ew ê ku wan hêvî kir pêk nehat û gelê me bi yek deng û reng ew kes li Serêkaniyê nepejirand û xwedî li Serêkaniyê derketin û gotin ev hebûna gelê me dike metirsiyê û bajarê xwe parastin.

PUKmedia: Gelo ew pêkhatên din yên Sûrî ku bi çalakene tevlî şoreşa Sûrî nebûne, ji ber şoreşa çekdariye..?

Ehmed Silêman: Dema şoreşa Sûrî dest pê kir, hemû pêkhatên Sûrî tevlî bûn û Kurd di serî de ketine nav şoreşê.

PUKmedia: Lê bes xelkê Dirzî tevlê nebû..?

Ehmed Silêman: Belkim ji ber taybetmendiyên devera wan tevlê nebûn, lê me weku kurd bi aktv tev telê nebûn, ji ber ku hinek ji gelê me bi hişyarî nêzî wê şoreşê dibûn, ji ber ku hinek ks û pêkhat girêdayî rêjîmê bûn û heya xiristiyanî niha jî weku pêwîst tevlî nebûne, lê kurdên me tevlî şoreşê bûn he çende bi awayekî gelek berfereh nebû, lê tirsa wan ji têkçûna digel pêkhatên di devera Kurdî de bû, lê di kongireya me ya yekemîn de biryar da ku em jî perçeyek ji şoreşa Sûrî ne,şoreşa Sûrî ya ku mafê pêkhatan dipejrîne û demokrasî û azadiyê dike armanca xwe ya serekî, dîsan ez dibêjim ku şoreş çekdarî nebûye, wê gelê Sûrî bi girsayî tevlî bibûne.

PUKmedia: Şêxê Selefiyan di gotareke xwe ya televizyonî de, ragihand ku mafê Kurdan nine ji ber ku weku Ereban tevlî şoreşê nebûn, gelo ji ber ku navçên Kurdî mina Humsê nerûxan, hûn çawa wê têgehê dinirxînin..?

Ehmed Silêman: Ew nêrîn yak ê be, ew nêrîn çewtiya opozisyonê ye ya li ser doza gelê Kurde, ji ber ku em wek wan tevlî şoreşê bûn, tişê ku wan dixwas me jî xwast, çi digotin li Humsê û deverên din me jî heman goi û dirûşim li Qamîşlo, Kobanî û Efrînê digot. Ew nêrîna şaş ya aliyên opozisyonê dike û di bin bandora ecnîdeyên hinek welan de ye û wilo kar dikin û ti carî nêrîna wan weku ya gelê Sûrî nebûye, nerîna xwe ji Kurdan re çewte, eger rêjîmê deverên me têkneda bila ew hewil bidin mina me li navçeyên xwe bikin û bila deverên xwe ji rûxandinê biparêzin, ez dixwazim deverên erebî jî nehatina rûxandin desthilata Sûrî bi riyê bi aramî radestî wan bihata kirin.

PUKmedia: Gel ji bo çi rêjîmê deverên Kurdî weke yê Erebî nerûxand.? Çavdêrên siyasî dibêjin ku aliyên siyasê yên Kurdî hişyartir derketin û nehîştin bajar û deverên xwe bêne rûxandin û bi çekdarî di nava bajarên xwe de şerê çekdarê bike..Hûn çi dibêjin?

Ehmed Silêman: Mirov nikare opozisyona Sûrî ya erebî mina ya Kurdî binirxîne, ji ber ku opozisyona Kurdî xwedî hêza rêxistinî ye, her xwedî ezmûna siyasî xurte û xwedî girseya gele, bo nimûne dema biryarekê dide, hemû gelê Kurd bicî dike û li gorî biryara tevgerê tevdigre, lê ya erebî kete destê hêzên herêmî û bandore xwe li ser gelê xwe nebû, her weha nikare bernameyekî siyasî xwe serbixwe jib o pêşeroja Sûriyê bike, bo nimûne di înekê de digot opozidyon nûeretiya min dike û piştre jî digotin nûnerê mne û tiştek digotin û d îneke din de tiştekî din digotin.

PUKmedia: Em li we têdighêjin ku tevgera Kurd ji ya erebî bêtir amadekirî bû..?

Ehmed Silêman: Opozisyon û rewşenbîr di Sûriyê de hene û rêjîmê gelek bi tunî ew diçewsandin û dibe mirov bi wîjdan bibêje fişasra li ser opoziyona erebî zêdetir bû taku ya Kurdî bû, ji ber ku Kurd dawxaza desthilatê nine weku ya erebî, rêjîmê jib o Êxwanan biryara 40 an jî 49’an e derxist ku her kes alîgirên Êxwanan be wê sizaya bidarvekirinê bi ser de bisepînin û hêza Êxwanan yê çekdarî bi hêz û zebreke mezin jinavbir û hate gotin ku rêjîmê bi xwe ew hendî çekdariyê kirin, lê mixabin îro dîsan ew ezmûn di nav şoreşa Sûrî de tê dubare kirin û şoreşa îro kirin çekdar, lê êrişên rêjîmê li ser me we nebû, ji bilî sala 2004 ku tundûtîjî li dijî Kurd bikarn anî. Ew jî derfetek bû ji bo gelê Kurd bi gelê xwe re yek be.

PUKmedia: Ev tê wê wateyê ku opozisyona Erebî belavkirî û perçe perçeye, gelo ev nabe sedema dirêkirina temenê desthilata Rêjîmê..?

Ehmed Silêman: Bê guman weye, ev daxawaza rêjîmê ye, bi vê rewşa niha ne rêjîm dikare opozisyonê bişkîne û ne jî opozisyon dikere rêjîmê bişkîne. Lê tiştê here xerap ew e ku êdî rêjîm û gel nine, lê dever bi dever wê nakokî û pirsgirêk peyda bibin, li Swêdeyê, Dêrezorê û deverên din wê êl û eşîret jî şerê hevdu bikin û eger rêjîm bike ve wê alozî her zêdetir bibe.

PUKmedia: Hûn dibêjin ku gelê Sûrî wê bixwe bi xwe şerê hevdu bikin..?

Ehmed Silêman: Eger rêjîm bikeve jî rewşa Sûriyê aram nabe û wê di navxwe de pevçûn berdewambe, eger destêwrdan derve bo nav Sûriye, ji ber wê jî dibe ku hêzeke navneteweyî ya parastina aştiyê bête nav Sûriye taku şerê navxweyî nebe û aramiyê biparêze.

PUKmedia: Sedema redkirina opozisyona erebî a Sûrî ji mafên gelê Kurd re çiye..?

Ehmed Silêman: Ew ziniyet ya dema berê ye,weku beesiyane.

PUKmedia: Ev tê wê wateyê ku heman zihniyeta rêjîmê ye..?

Ehmed Silêman: Belê weye, bi fermî mafê gelê Kurd nasnake û heman têgeha Beesiyan peyrew dikin.

PUKmedia: Mamoste hinek nêrîn hene ku dibêjin sedema nenaskirina opozisyonê ji mafê Kurdan re neliheviya gotara herdû encûmenên Kurdî ye, bi nimûne hnek sekreter dibêje ku eger ENKS’ê tevlî Îtilafa Nîştimanê nebin, ezê weku Yekîtiya Siyasî û eger Yekîtiya Siyasî jî nepejirîne, ezê wek partiyê xwe tevlêbim, hûn çawa dibînin..?

Ehmed Silêman: Em hevparê xelkê Sûrî di vî welatî de ne, emê weku Kud çiqas em bi hev re yekrêz bin, yek gotar bin û yek helwest bin, ewqas emê bikaribin xwedî li mafê xe derkevin û emê xwe bi ser wan de xwe bisepînin. Ew kesê ku dibêje eger herdu ncûmen nepejirînin ezê wek partiya xwe tevlî bibim û ew jî ne raste. Ji ber ku herdu encûmenên Kurdî daxwaza tevlêbûna ji Îtilafê re heye, jib o wê dibe em weku Desteya Bilind tevlî bibin, lêdema her kes ji xwe ve tevlê bibe ev bi du parçan dibe û gelek çewte.

PUKmedia: Ev dide nîşan kirin ku li Rojavayê Kurdistanê tenê Desteya Bilind a Kurdî nûnertiya rewa ya gelê Kurd li Rojavayê dike..?

Ehmed Silêman: Belê ew rewabûna gelê Kurd e. Hikûmta Emerîkî û Birêtaniya Desteyê dipejirînîn, Rûsiya bi fermî Deste vexwendiye bo wî welatî, Yekîtiya Ewrûpayê jî amadebûna xwe jib o hevdîtn û rûniştinê nîşandaye û serokê Îtilafê Mu’az Xetîb jî ji mamoste Hemîd û serk Mesûd Barzanî re gotiye ez amademe bi Desteya Bilind re rûnim Tirkiye  ez baerim wê di demeke nêz ve bipejirîne, ji me tê xwestin ku em hemû vê Desteyê ku xwedî rewabûne biparêzin taku em rê li hemberî dijberên doza gelême bigirin.

Hevpeyvîn: Hozan X. Efrînî

PUKmedia-Ji erşîvê...

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket