Xwesteknameya Şêrko Bêkes ((1))

Wêje û Huner 01:53 PM - 2021-08-06

Îro 2″gulanê Rojbûna Helbestvanê kurd Şêrko bêkes
Şêrko Bêkes e,,
Ez ê bi vê wesyetnamê wî bi bîr bînim
WESETIYA ŞÊRKO BÊKES ((1))
Berî mirina xwe bi demekê helbestvanê mezin û navdar “Şêrko Bêkes” weha wesetiya xwe nivîsandibû . û li pey xwe hêla bû :

Naxwazim li ser gir û çîyayên bilind û di goristanên mezin û navdar de werim veşartin sedem ew e : ji ber ku dagirtî ne ya diduya jî ji ber ku ez ji cîhê pir qerebalix hez nakim
Dixwazim li baxçeyê ((AZADÎ)) werim veşartin ger serokê şaredariya bajarê min bipejirîne .!
Dixwazim li ber war û wargehê şehîdên ‘1963’
Li silêmaniyê werim veşartin li wir şûnwar ciwantir û xweştir e, û bi bêhntengiyê li wir nahesim heya di rewşa mirina min de dixwazim
nêzîkî gel û miletên xwe bim nêzîkî zilam û jinên bajarê xwe bim dixwazim nêzîkî mûzîk û stran û dîlanê bajarê xwe bim û bila pirtûkxaneya min û dîwan , û helbest , û wêneyên min bibin li ber pîrozgiha min
Û dîsa jî bila qehwexane û baxçeyekî piçûk hebe da ku nivîskar , û helbestvan , keç û xortên ciwan û evîndar li wir her şev bibin mêvanên min.
Ez dixwazim vê baxçeyê berîya mirina xwe bibînim û hem jî li pey mirina xwe bibînim
Dixwazim bi Ala Kurdistanê werim veşartin û bi vedenga dîlanê û xwedayê wêsî û sirûda ((xuyaye weten a we kêy))
Dixwazim awaz û mûzik di merasîma cenazeyê min de werin lêxistin jenkirin û kevelên hunermendên bajarê min li pîrozgiha min werin daleqandin
Dixwazim li pey mirina min xelatekî salî bi navê ” BÊKES ” were li darxistin û here ji xweştirîn helbest û dîwanan re , û nirxa xelatê ji mîrata min were birîn yê ku ez dikim li pey xwe bihêlim .

Kurmancîkirin : Rizgar Hiso
15/5/2018
Şêwekar : Rebwar K Tahir

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket