Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 3 kesên din bi Koronayê ketin

Agadarî 07:45 PM - 2021-07-12
.

.

Desteya Tenduristiyê ragihand ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 3 kesên din bi vîrusa Koronayê ketin.

Li gorî nûçeyeke ajansa ANHA`yê ku hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ciwan Mistefa diyar kir ku kesek ji ber Koronayê li bajarê Dêrikê jiyana xwe ji dest da.

Anha`yê wiha amaje bi axiftina hevserokê desteya tenduristiyê de; Mistefa piştrast kir ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 3 kesên bi Koronayê ketine mêrek û 2 jin in û li van herêman in:

Hesekê: 1

Qamişlo: 1

Reqa: 1

Mistefa da zanîn ku ji nav nexweşiyên Koronayê 2 kes baş bûn.

Ajansa Anha`yê di dawiya nûçeya xwe de wiha dibêje;Bi van daneyan hejmara pêketiyên Koronayê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, gihaşt 18 hezar û 563 kesan, ji wan 764 kes jiyana xwe ji dest da û hezar û 881 kes baş bûn.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket