Li Nexweşxaneya Dil û Çavan karên neşergeriyên serketî dibin

Agadarî 06:44 PM - 2021-07-11
.

.

Piştî neşergeriya dil ên vekirî, duh li Nexweşxaneya Dil û Çavan a Qamişloyê yekemîn neştergeriya "dil lêdanê" li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate çêkirin û bi serkeftî derbas bû.

Beriya vekirina Nexweşxaneya Dil û Çavan li Qamişlo emeliyetên dil û hwd li nexweşxaneyên Şam, Heleb û Humisê dihatin çêkirin. Ji ber vê yekê şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê neçar diman ku biçin wan parêzeran û azarên rê û lêçûnê dikişandin.

Ji bo sivikirina azarên şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Desteya Tenduristî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Nexweşxaneya Dil û Çavan li Qamişlo vekir. Amadekariyên vekirina vê nexweşxaneyê bi mehan dewam kir. Piştî demeke kurt jî li nexweşxane beşa taybet bi emeliyeta dil a vekirî hat vekirin. Ji 21’ê Çileya îsal ve emeliyetên dil ên vekirî tên çêkirin.

PUKmedia-ANHA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket