Encûmena wezîran hevrêziya navbera hikûmet û parlemanê gotûbêj kir

Agadarî 07:55 PM - 2021-07-07
.

.

Li avahiya Encûmena wezîran a Herêma Kurdistanê, civînek ji bo hevrêziya navbera hikûmet û parlemanê pêkhat.

Îro roja çarşemê 7-7-2021`an li bajarê Hewlêrê di avahiya Encûmena Wezîran a Hikûmeta Herêma Kurdistanê, civînek bi serpereştiya serok û cîgirê serok Mesror Barzanî û Qubad Talebanî pêkhat.

Di wê civînê de, serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesror Barzanî ji ber ew karên ku pêşkêş kirine bi taybetî bersivdana pirsyarên endamên parlemanê û şirove û têbîniyên wan, spasiya tîma hikûmetê ya ku di civînên parlemana Kurdistanê de amadebibû kir.

Her weha di wê civînê de, serokwezîran a Herêma Kurdistanê tekez li ser hevrêzî û hemahengiya ku di navbera hikûmeta Herêma Kurdistan û parlemana Kurdistanê de kir ku wê di çarçûveya peyrewên navxweyî bi hev re dansutanin û kar bikin takodûr bin ji awayên ne rewa ku xizmeta her du desthilatan nake.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket