Hevserok Lahur pêşwazî li Omer Şêxmûs kir

Agadarî 08:02 PM - 2021-06-29
 Hevserok Lahur pêşwazî li Omer Şêxmûs kir

Hevserok Lahur pêşwazî li Omer Şêxmûs kir

Hevserokê YNKê Lahur Şêx Cengî serdana siyasetmedar û tekoşerê mezin ê kurd Omer Şêxmûs kir.

Îro roja 29-6-20221`an li bajarê Silêmaniyê, hevserokê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê Lahur Şêx Cengî serdana siyasetmedarê dêrîn ê kurd endamê damezrandina YNKê Omer Şêx mûs kir.

Di wê hevdîtinê de, endamê damezrênerê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê û serokkomarê berê ê Êraqê Dr. Fuad Masûm jî amade bibû û pîrozbahiya bidesxtina bawernameya diktorayê li mamoste Omer Şêxmus kir ku ji aliyê zanîngeha Koyê ve jê re hatibû pêşkêş kirin.

Her di wê hevdîtinê de, rewşa niha a siyasî û ew alozî û buyerên hene ku li hemberî Herêma Kurdistanê û Êraqê bûne gorûbêj kirin û tekez kirin ku ew destpêşxeriyên ku armanc jê serkeftin li ser wan astengiyan bikin ku li holê bûne engel.

Hêjayî gotinê ye ku di roja Yekşemê 27-2021 bi amadebûna Cîgirê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî û hejmarek kesayetên siyasî, partî û hikûmî û mamoste û diktorên zanîngehan û ronakbîran pêk hat. Di destpêka merasîmê de axaftina Zanîngeha Koya hate xwendin, ku sedemên dana doktoraya birûmet ji bo siyasetmedarê Kurd Omer Şêxmûs hate vegotin, piştre vîdyoyek bîranînê li ser danîna kevirê bingehîn ji bo Zanîngeha Koya ji hêla Serok Mam Celal ve hate pêşandan ku di 2003 de bû navendeke girîng a zanistî li ser asta Herêma Kurdistan û Êraq ê bû.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket