Hevserokên YNKê; Girînge pêkvejiyan û pejirandina hevdu

Agadarî 05:45 PM - 2021-06-25
.

.

Hevserokên Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê pêşwazî li şandeke bilind a hevpeymana Azim kirin.

Hevserokên Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê di pêşwazîkirina hevpeymana Azim a Êraqî de ragihandin; Girînge pêkvejiyan û pejirandina hevdu pêk we re.

Duh roja pêncşemê 24-6-2021`an, li bajarê Silêmaniyê, hevserokên Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê Bafil Talebanî û Lahur Şêx Cengî li girê Debaşanê, pêşwazî li serokê hevpeymana Azim û serkirdeyên suneyê kirin.

Di wê civîna hevbeş ku di navbera Hevserokên Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê û serokê hevpeymana Azim de pêkhatiye de, derbarê rewşa siyasî û ewlehî û aborî û ew proseya hilbijartinên pêşwext li Êraqê û nerînên cuda bi he re parve kirin.

Di wê civîna du qolî de, herdu hevserokên Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê rewşa Êraq ya niha li ber çavan re derbas kirin ku xwendin ji bo rewş Êraq û ya Herêma Kurdistanê û navîçeyê û ew veghîşîn û milmilaniyên navnetewî, her weha tekez li ser wê yekê kirin ku wê ew alozî û kêşeyên siyasî ku rêgiriyê ji proseya siyasî re saz dikin wê derbas bikin û ev qonaxa heyî û dahato pêwîstî bi diyalog û danustandinên cedî di navbera aliyên Êraqî û kurdî de  li ser bingeha projeyên girîng û xuzmetkarî û nerînên hvebeş bin.

Her weha herdu hevserokan derfet amdekiirn tako dîdarên li gel aliyên siyasî Êraqî û Kurdistanî ku di eniyeke berfereh de cih bigrin li ser bingeha nexşekirina siyasî ya Êraqê..

PUKmedia-Taybet

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket