Merasîma nemir Adil Murad birêve çû

Pirsename 05:52 PM - 2021-05-18
.

.

Îro roja sêşemê merasîma koça dawî ya rewanşad Adil Murad birêve çû.

Di wê merasîmê de ku hevserokê YNKê Lahur Şêx Cengî jî têda amadebû li gel hejmarek ji endamên politburoya YNKê û endamên serkirdeyetiya YNKê û malbata rewanşad Adil Murad merasîm bi gotara politburoya YNKê ku ji aliyê Dr. Soran ve hate dayîn.

Berpirsê peywendiyan û endamê politburoya YNKê Dr. Soran derbarê jiyan û xebat û tekoçîna rewaşadê gelê kurd endamê damezrêlnerê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê û sekreterê Encûmena Navnedî ya YNKê Adil Murad şirove kir û rastiya kesayetiya wî û hevkariya bi serok Mam Celal re bi hûrgilî zelal kir.

Piştre jî gotarên cuda cuda hatin cxwendin û her alî û kesayetiyên beşdarbûyî ku gulbax anîne navên wan hat xwendin û gulbax li ser mezxarê rewanşad Adil Murad hatin danîn.

Her weha di salên şêstî de Adil Murad bo bi serkreterê Yekîtiya Niştimanî û hevalê rê ya Mam Celal û yek ji damezrînerên YNK bû,di konferansa sêyemîn a YNK de wek sekreterê encûmena navendî hat hilbijartin.di wergirtina postên hikûmî û hizbî de xwedî roleke mezin bû.

Di 1949 de rihmetî li bajarê Bexdadê di nav malbateke Feylî de ji dayîk bibû û di 1965 de tevlî siyasetê bibû Partiya Demokrat ya Kurdistanê ku di 1946 de ava bibû, û di 1966 de ji ber daxwaza wî ji aliya rêjîma Baas de di gel hevalên xwe yên pêşmerge berê xwe dabû çiyayên Kurdistanê .
Piştî ragihandina daxuyaniya 11ê Adarê, Adil Murad di konferansa Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê de wek yekem sekreterê hilbijartî hate hilbijartin ku bû cîgirê berpirsê rêxistinên pîşeyî li Êraqê., dîsa neçar ma kuji Bexdadê ber bi çiyayê ve biçe ku di bin kontrola şoreşê de bû .

Di sala 1975-an de û piştî ragihandina bidawîbûna şoreşa Kurdî, piştî peymana Cezayr di navbera rêjîma Baas û Shaha Êranê de, Murad çû Êranê piştre çû Libnanê û piştre  Şamê, ku digel Serok Mam Celal û hejmarek serkirdeyên navdar ên Kurd karîn Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê saz bikin.

Murad bi hevalên xwe re di Yekîtiya Niştimanî de beşdarî amadekirina serhildana gel a sala 1991 bû, piştre di piraniya postên serkirdeyetî yên peyabilind ên Yekîtiya Niştimanî de derket û ji hêla Yekemîn Konferansa Giştî ve di 1992 de wekî endamek buroya siyasî  hate hilbijartin, piştre di 1994 de berpirsiyariya ofîsa Ragihandina Navendî ya Yekîtiya Niştimanî stend ku heya sala 2000 têde mebû, piştre dest jê berde û berpirsyartiya nivîsgeha peywendiyên YNK li Şamê lixwe girt.

Ji 2004 heya 2010 posta balyozê Êraqê li Romaniyayê bû , di 2011 bû bo sekreterê Encûmena Navendî ya YNK û heya dawiya jiyanê têde mabû.
Gelek daxuyanî û peyam weşandin ku tê de tekezî li ser pêwîstiya pabendbûna Kurdan bi kûrahiya xwe ya stratejîk li Êraqê kir, û tekez li ser parastina têkiliyên dîrokî yên ku wî digel rêhevalê xwe Mam Celal digel hêz û partiyên Êarqî û Erebî yên cûrbecûr ava kiribû kir.

PUKmedia-Taybet

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket