Salvegera koça dawî ya rewanşad Adil Murad
Pirsename 10:20 AM - 2021-05-17Salvegera koçadawiya Adil Murad
Siba Sêşemê salvegera koça dawî ya têkoşer Adil Murad e, endamê desteya rêvebir a Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê ye ku 18-5-2018`an de li bajarê Koln ya Almaniyayê jiyan ji dest dabû.
Di salên şêstî de Adil Murad bo bi serkreterê Yekîtiya Niştimanî û hevalê rê ya Mam Celal û yek ji damezrînerên YNK bû,di konferansa sêyemîn a YNK de wek sekreterê encûmena navendî hat hilbijartin.di wergirtina postên hikûmî û hizbî de xwedî roleke mezin bû.
Di 1949 de rihmetî li bajarê Bexdadê di nav malbateke Feylî de ji dayîk bibû û di 1965 de tevlî siyasetê bibû Partiya Demokrat ya Kurdistanê ku di 1946 de ava bibû, û di 1966 de ji ber daxwaza wî ji aliya rêjîma Baas de di gel hevalên xwe yên pêşmerge berê xwe dabû çiyayên Kurdistanê .
Piştî ragihandina daxuyaniya 11ê Adarê, Adil Murad di konferansa Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê de wek yekem sekreterê hilbijartî hate hilbijartin ku bû cîgirê berpirsê rêxistinên pîşeyî li Êraqê., dîsa neçar ma kuji Bexdadê ber bi çiyayê ve biçe ku di bin kontrola şoreşê de bû .
Di sala 1975-an de û piştî ragihandina bidawîbûna şoreşa Kurdî, piştî peymana Cezayr di navbera rêjîma Baas û Shaha Êranê de, Murad çû Êranê piştre çû Libnanê û piştre Şamê, ku digel Serok Mam Celal û hejmarek serkirdeyên navdar ên Kurd karîn Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê saz bikin.
Murad bi hevalên xwe re di Yekîtiya Niştimanî de beşdarî amadekirina serhildana gel a sala 1991 bû, piştre di piraniya postên serkirdeyetî yên peyabilind ên Yekîtiya Niştimanî de derket û ji hêla Yekemîn Konferansa Giştî ve di 1992 de wekî endamek buroya siyasî hate hilbijartin, piştre di 1994 de berpirsiyariya ofîsa Ragihandina Navendî ya Yekîtiya Niştimanî stend ku heya sala 2000 têde mebû, piştre dest jê berde û berpirsyartiya nivîsgeha peywendiyên YNK li Şamê lixwe girt.
Ji 2004 heya 2010 posta balyozê Êraqê li Romaniyayê bû , di 2011 bû bo sekreterê Encûmena Navendî ya YNK û heya dawiya jiyanê têde mabû.
Gelek daxuyanî û peyam weşandin ku tê de tekezî li ser pêwîstiya pabendbûna Kurdan bi kûrahiya xwe ya stratejîk li Êraqê kir, û tekez li ser parastina têkiliyên dîrokî yên ku wî digel rêhevalê xwe Mam Celal digel hêz û partiyên Êarqî û Erebî yên cûrbecûr ava kiribû kir.
PUKmedia taybet
hewal ziyatr
-
Hêzên Pêşmerge, artêşa Iraqê û hêzên hevpeyman civîneke bilind li dar dixin
09:51 PM - 2024-05-18 -
Encumena Nûneran serokekî nûh hildibjêre
11:27 AM - 2024-05-17 -
Serok Bafil: Em hewil didin hêzên neteweyî xur dûr ji berjewendiyên hizbî ava bikin
04:19 PM - 2024-05-16 -
Serokkomar pêşwaziya Serokê Filistînê dike
11:21 PM - 2024-05-15
zêdetir tamaşe bike
YNKê li gorî destûrê hewl dide pirsgirêkan çareser bike
02:02 PM - 2024-05-18
Di salvegera koça dawî ya têkoşer Adil Murad de
10:19 AM - 2024-05-18
Serok Bafil: Pêwîstiya me bi hilbijartinên dadmend heye
07:38 PM - 2024-05-17
Derbaz Kosret: Amrîkî giringiyê didin serencên serok Bafil
04:04 PM - 2024-05-17
zortrin xwendraw
-
Di salvegera koça dawî ya têkoşer Adil Murad de
Kurdistan 10:19 AM - 2024-05-18 -
Nêrweyî: Nûçeya Xebat peyameke îstixbaratê ye
Kurdistan 06:27 PM - 2024-05-18 -
YNKê li gorî destûrê hewl dide pirsgirêkan çareser bike
Kurdistan 02:02 PM - 2024-05-18 -
Hêzên Pêşmerge, artêşa Iraqê û hêzên hevpeyman civîneke bilind li dar dixin
Kurdistan 09:51 PM - 2024-05-18