Termê rojnamevan Şehab tînin Kurdsitanê

Pirsename 06:54 PM - 2021-01-10
.

.

Sibê roja duşemê termê rojnamevan û pêşmerge Şehab Osman tînin Kurdsitanê.

Biryare ku sibê roja duşemê 11-1-2021`an termê rojnavan û pêşmerge û peyamnêrê PUKmedia`yê Şehab Osman ji Almanyayê vegerînin Kurdistanê bajarê Silêmaniyê.

Her weha wê merasîma termê nemir pêşmerge û rojnamevanê kurd ê naskirî kak xebatkarê ragiahndina Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê Şehab Osman di demjimêr 9ê sibê de, di mizgefta Ehmedî Hacî Elî de wê li ser bê nimêjkirin û wê ber bi goristana Şêx Mihyedîn ve bibin û li wir bi axê bipêrin.

Hêjayî gotinê ye ku Şehab Osman yek ji çalaktirîn peyamnêrên PUKmedia`yê li dervayî welat bû ku mora xwe li ser rojnamegeriya kurdî da û bi vîrusa koronayê li yekek nexweşxaneyên Almanyayê jiyana xwe ji dest da ye.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket