Serok Mam Celal em fêrî çi kirin?

Kurdistan 11:40 AM - 2026-07-26
Îmad Ehmed

Îmad Ehmed

Hinek mirov di jiyanê re derbas dibin û tenê navekî li pey xwe dihêlin, lê hinekên din nifşekî fêr dikin ku çawa bifikire, çawa biryar bide û çawa di nava herî dijwartirîn qeyranan de arasteya xwe ya rast winda neke. Serok Mam Celal ji wan kesan bû ku bihayê hebûna wî bi hejmara salên jiyana wî nehat pîvandin, belkî bi wan biha û dersên ku di kûrahiya mirovan de çandî.

Ew tenê serkirdeyekî siyasî nebû, dibistaneke fikrî, exlaqî û niştimanî bû ku hîn jî dersên wê di jiyana me de zindî ne.
Ger îro em bipirsin: «Serok Mam Celal em fêrî çi kirin?» bersiv di çend rêzan de kom nabe, ji ber ku jiyana wî bi xwe pirtûka herî mezin a fêrkirinê bû.
Waneya yekem a wî pirsa pêbaweriyê û pêkanîna pêbaweriyê bû. Dizane ku desthilat bi hêz tê bidestxistin, lê tenê bi pêbaweriyê tê parastin. serkirde dikare post û pileyan bi dest bixe, lê ger dilê gel winda bike, her tişt têk biriye. Lewma, li şûna tirsê, her dem pêbawerî ava dikir.

Waneya duyem gotûbêj bû. Di serdemekî de ku gelek kes baweriya wan bi zimanê çekê hebû, wî baweriya bi zimanê diyalogê hebû. Dizane ku şer dibe ku sînoran biguherîne, lê gotûbêj dil û mêjî diguherîne. Ji ber vê yekê karî cihê rêzê di dilê heval û neyaran de, herduyan de, ji bo xwe ava bike.

Wanea sêyem lêborînî bû. Baweriya wî ew bû ku kîn paşerojê ava nake û bi tolhildanê ti neteweyek nagihîje asta pêşketinê. Li cem wî, lêborînî ne nîşaneya qelsiyê bû, belkî nîşaneya gihîştina hizrî, hêza giyanî û dûrbîniya siyasî bû.
Mam Celal her wiha em fêr kirin ku hevparbûn ji wekheviyê cuda ye. Ne pêwîst e em hemû bi heman rengî bifikirin da ku em bikarin ji bo armancekî hevpar bixebitin. Li cem wî, cudahî çavkaniya hêzê bû, ne sedema dabeşbûnê.
Wî fêrî me kir ku siyaset hunera dîtina rê ye, ne ya çêkirina dîwaran. Di her qeyranê de, li şûna girtina deriyan pencereyeke nû ji bo danûstandinê vedikir. Baweriya wî ew bû ku li pişt her pirsgirêkê, gotineke negotî heye û her gotineke negotî dikare bibe destpêka lihevkirineke nû.

Di dibistana Mam Celal de me fêr kir ku welat ji partiyê mezinter e, partî ji kesî mezinter e û kes ji postî mezinter e. Ev pîvana exlaqî her dem bi ser berjewendiyeke kesî û demkî de serdest bû, lewra rêbaza wî bû beşek ji nava bîra Kurdistanî ya niştimanî.
Îro, di demekê de ku Kurdistan, Îraq, navçe û cîhan rûbirûyê guhertin û ceribandinên nû bûne, pêwîstiya me ne tenê bi bîrveinîna Mam Celal heye, pêwîstiya me bi zindîkirina bîr, exlaq û rêbaza wî heye. Heke ew biha û ders bibin beşek ji çanda saziyan û reftarên me yên rojane, wê demê navê Mam Celal ne tenê di dîrokê de namîne, belkî di paşerojê de jî dijî.
Felsefeya Mam Celal dikare di çar peyvan de were kurtekirin: mirov, pêbawerî, gotûbêj û welat. Heke ev çar bingeh bibin rêberê bírkirin û biryarên me, em ê tûşî rêyekî ronî bibin. Ya ku rast be, rêzgirtina herî baş ji bo Mam Celal ne tenê ew e ku em navê wî bixwînin an wêneyê wî li ser dîwêr daliqînin! Belkî rêbaza herî baş a bilindnirxandina awayê bírkirina wî, ew e ku rêbaza wî bibe şêwaza jiyan û siyaseta me ya rojane, ji ber ku serokên mezin bi koçkirina xwe namirin; di hişê gel de, di nirxên wî de û di wan nifşan de dijîn ku wî fêr kirine ka em çawa welat bi zanyarî, yekrêzî, pêbawerî û gotûbêjê ava bikin.

Felsefeya Mam Celal dikare di çar peyvan de were kurtekirin: mirov, pêbawerî, gotûbêj û welat. Heke ev çar bingeh bibin rêberê bîrkirin û biryarên me, em ê tûşî rêyekî ronî bibin. Ya ku rast be, rêzgirtina herî baş ji bo Mam Celal ne tenê ew e ku em navê wî bixwînin an wêneyê wî li ser dîwêr dînin! Belkî rêbaza herî baş a bilindnirxandina awayê bîrkirina wî, ew e ku rêbaza wî bibe şêwaza jiyan û siyaseta me ya rojane, ji ber ku serokên mezin bi koçkirina xwe namirin, di hişê gel de, di nirxên wî de û di wan nifşan de dijîn ku wî fêr kirine ka em çawa welat bi zanyarî, yekrêzî, pêbawerî û gotûbêjê ava bikin.

PUKMEDIA 

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket