Serok Mam Celal ne kulîlk bû; ew baxçeyek bû
Nêrîn 11:34 AM - 2026-07-21
Îro cîhan di qonaxeke hestiyar re derbaz dibe;
qonaxeke ku têde hevsengiya hêz û berjewendiyan her roj diguhere; herêm di
navbera şer û aştî, gef û diyalog, hevkarî û pevçûnê de diheje,Îraq hîna jî di
bin barekî giran yê qeyranên siyasî û aborî de ye, û Herêma Kurdistanê jî bi
qonaxeke hestiyar û diyarker re rû bi rû ye, di demeke
wiha de, pêdivî bi serokatiyeke wisa heye ku ji hêzê bêtir baweriya wê ji
tundûtûjiyê bêtir bi diyalogê, û ji serkeftina aliyekî bêtir bi parastina
neteweyê be, ji ber vê yekê ye ku gelek kes Serok Mam Celal bi hesret bi bîr
tînin; ji ber ku ew ne tenê rêberekî siyasî bû, lê dibistanek bû di hunera
çareserkirina qeyranan de.
Hindek kes hene ku dîrok tenê navên wan tomar nake;
belkî, bi hebûna xwe wateyeke nû didin dîrokê, Mam Celal
yek ji wan kesên kêmpeyda bû, jiyana xwe ji bo Kurdan û Kurdistanê terxan
kiribû û bawer dikir ku çareseriya her qeyranê bi nêzîkkirina mirovan bi hev re
dest pê dike, ne bi dûrxistina wan bû, pêgeha wî ne tenê ji hêzê
dihat; ew di salên têkoşîn, êş, xwekontrolkirin û lêborînê de hatibû çêkirin,ji
bo wî, hêz amûrek bû ji bo xizmeta mirovahiyê, ne armancek bi serê xwe bû.
Mam Celal ne ew cure serkirdeyan bû ku tenê dîrokê
dixwîne; di hindek kêliyên biryarder de wî riya wê diguherand,ezmûnên wî
çavkaniya şehrezayiyê bûn, ne pozbilindiyê,wî dizanibû ku ji bo vekirina dilê
her mirovî mifteyeke wî ya bêhempa heye, lewma wî bi zimanekî ku ew jê fêm
dikin bi her kesî re diaxivî.
Mam Celal fêrî me kir ku serkirdayetî, berî her
tiştî, hunera guhdarîkirinê ye,di civînên girîng de, berî ku
bersivê bide,wî bi baldarî guh dida her dengekî, heta yên ku pêre ne di heman ramanê
de bûn;carinan, bêdengiyeke kurt berî axaftinê ji gotareke dirêj pirsgirêkeke
siyasî çareser dike wê yekê fêrî me kir ku guhdarîkirin nîvê çareseriyê ye û
xwe kontrolkirin bingeha serkirdayetiya rastîn e.
Pêşbîniya Mam Celal ne tenê xwendina siyasetê bû;xwendina
mirovan û demê bû,wî dizanî ku tiştê bi zorê tê bidestxistin, rojekê dê bi zorê
winda bibe, lê tiştê ku li ser bawerî, diyalog û xwebaweriyê tê avakirin,
zêdetir dimîne,ji ber vê yekê, di piraniya qeyranan de, li şûna ku dîwaran ava
bike, wî pir ava kirin; li şûna ku deriyan bigire, wî ew vekirin; û li şûna ku gotûbêjan
biçîne, wî hêvî diçand.
Dema ku Herêma Kurdistanê li ber şerekî navxweyî
bû, wî hêza xwe ji bo avakirina aştiyê bi kar anî, wî bawer dikir ku tu
serkeftinek ne hêjayî bihayê civakeke perçebûyî ye, û tu destkeftiyek bi xwîna
birayan nayê parastin,ji bo wan, serkeftina rastîn serkeftina welat bû, ne tenê
ya aliyekî.
Di nav tevgera Kurdî de, gelek rêber hatin û çûn,
lê Mam Celal şopeke berbiçav li pey xwe hişt,dilê wî ji bo hemû beşên
Kurdistanê lêdixist, û sinorên siyasî nekarîbûn xewnên wî sinordar bikin, lewra
ww ne tenê li Kurdistanê, lê herwiha li gelek paytextên cîhanê wek mirovê
diyalogê, lihevhatinê û çareserkirina pirsgirêkan dihat naskirin,wî dikaribû zimanê
gelê xwe wergerîne ser zimanê dîplomasî û hevkariya mirovî.
Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê, li gorî nêrîna Mam
Celal, ne tenê rêxistineke siyasî bû;ew têgeheke nû bû; wî bawer dikir ku tu
rêxistin nikare xurt be eger peywendiya wê bi gel re lawaz be, û tu desthilatek
nikare mayînde be heya ku li ser baweriya gel neyê avakirin, heman ev bawerî bû
ku di her qonaxeke cuda de rêberiya wî dikir,dibe ku pirsa herî girîng ya îro
ne ew e ku Mam Celal çi kir; belkî ew be ku me, bi qasî ku ji destê me hat,
dibistan xwendiye,serkirde tên û diçin, lê raman û rêbaz dimînin dema ku nifş
bi wan dijîn.
Mam Celal ne kulîlkek bû; ew baxçeyek bû,baxçeyek
ku her kesek têde kulîlka xwe dibîne: yek şehrezayiyê dibîne, yek lêborînê
dibîne, yek wêrekiyê dibîne, yek hêviyê dibîne, û yekî din jî baweriyê dibîne,wekî
dareke sîberdayî, wê her kes di bin sîbera xwe de diparast, bêyî ku li nasname,
reng yan baweriyên kesekî bipirse.
Mam Celal koça dawî kir, lê rêbaza wî nemir,hindek
kulîlk tenê ji bo yek werzê dijîn, lê baxçe bi werzan re diguherin û her sal
kulîlkeke nû derdixin.
Mam Celal yek ji wan cûrê mirovan bû; ne wek
kulîlkekê ku geş dibe û diwelîne,lê wek baxçeyekî ku her nifş dikare kulîlkek
nû têde biçîne,heya ku pêdiviya Kurdistana bi şehrezayî, lêborîn,
bawerî û yekrêziyê hebe, ew baxçe dê her kesk bimîne;ji ber ku rehên wê ne tenê
di rûpelên dîrokê de, lê di dilê gel de bi cih bûne.
PUKMEDIA
zêtir bibînin
-
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
03:53 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
11:45 AM - 2026-07-26 -
Komandoya Kurdistanê tîmeke bijîşkî ji bo ziyaretkaran dişîne Kerbelayê
01:49 PM - 2026-07-25 -
Serokomarê Iraqê: Mafên jinan diparêzin
11:51 AM - 2026-07-25
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
Kurdistan 06:17 PM - 2026-07-26 -
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
Kurdistan 05:51 PM - 2026-07-26 -
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
Kurdistan 05:05 PM - 2026-07-26 -
Besam Kaco:Karên bo vegerandina koçberên Serê Kaniyê berdewamin
Kurdistan 02:20 PM - 2026-07-26 -
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
Cîhan 03:53 PM - 2026-07-26 -
Şêx Cefer piştgiriya çalakiyên Saziya Kerimî Eleke dike
Kurdistan 03:30 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
Kurdistan 11:45 AM - 2026-07-26 -
Serokkomarê girîngiya xurtkirina hewldanan ji bo parastina ewlehî û aramiya Îraqê tekez kir
Êraq 01:39 PM - 2026-07-26



Aplîkêşin

