Serokê YNKê û Helwesteke Niştimanî

Nêrîn 02:56 PM - 2026-07-20
Letîf Nêrweyî

Letîf Nêrweyî

Piştî belavbûna peyama Serokê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê Bafil Talebanî, ji aliyê beşekî zêde yê rewşenbîr, nivîskar, medyakar û destbjêra siyasî ya bêalî û serbixwe ve piştgiriyeke mezin lê hat kirin.

Her wiha bi rêya medyaya nû, raya giştî ya erênî, berfireh û seranserî hat holê û wekî helwesteke niştimanî, berpirsyarane, wêrekane û dîrokî hat nirxandin. Lê belê pirs ev e: Çima avaftina herî kêm li ser vê peyamê kiribe kadro û destebijêra siyasî û rewşenbîrî ya YNKê bû?

Sedema wê bo wê yekê vedigere ku serok Bafil Talebanî bi xwe pê baş nîne şîrovekirin û ravakirin ji bo peyamên wî bêne kirin û axaftinên zêdetir li ser bêne kirin, çûnki peyamên wî gelek bi zelalî tên belavkirin û hewcedarî bi dubare ronkirin û ravakirinê nîne. Lê dema ku me ew hemû peyam, nirxandin û piştgiriyên berfireh dîtin ku li ser astê derveyî YNKê ji peyamê re hatin kirin, min bi baş ziman ku bi kurtî li ser peyamê biaxivim û bi şêweyê xalan dîtina xwe diyar bikim:

-Li gelek rawestgeh û qonaxên dijwar de serkirdeyê siyasî dişibiya keştîvan (qaptanê) deryayê, dema ku bahoz û firtineyek bihêz rêrewa pêlên deryayê berevajî dike û metirsiya binavbûna keştiyê çêdike, wê demê her keştîvanek pêwîstî bi biryareke dijwar û wêrekane hewce ye ji bo rastkirina rêrewa keştiyê. Lê di wê demê de ne her qaptanek dikare cure biryaran bide; bi vê yekê jî keştîvanê jêhatî ji qaptanên din tê cûda kirin.

Lê di cîhana siyasetê de jî tam bi heman şêweyî ye. Dema ku karesatek, cengek, krîzek, an bûyereke metirsîdar rû dide welatekî, di wê demê de serkirdeyê rastîn derdikeve holê ku bikaribe biryareke dijwar bide û hewl bide metirsiyan ji ser gel û niştimana xwe dûr bixe, bêyî ku bifikire li ser metirsiyên wê biryarê ji bo ser berjewendiyên xwe, û pêşengiyê hildibijêre; encama wê çi dibe bila bibe, berpirsyariya wê hildigire. Ev jî taybetmendiya serkirdeyê rastîn e ku di qonaxên dijwar de ji serkirdeyên din cûda dibe an jî cûda dibin.

Bi vê şêweyê, dema ku serwerî û ewlehiya netewî û niştimana me ket ber metirsiyê, serok Bafil Talebanî peyameke gelekî eşkere belav kir ku beşek ji bo derve û beşa duyem jî ji bo navxweyê Herêmê bû; beşek nerm, beşa din tund; beşek dîplomatîk û beşeke din dilgiranî; beşek nîşandana metirsiyan, beşa duyem jî çareserî.

Peyam gelek bi aşkereyî ji raya giştî ya Kurdistanî, herêmî û cîhanî re dibêje:

- Raste me ji destpêka şer ve bêalîbûna xwe ragihandiye û em naxwazin bibin beşek ji şer, û baştirîn bijarde encamdana danûstandin û çareserkirina kîşeyane bi aştî.

- Çu alî bi şer serkeftî nabe û berjewendiyên hemû aliyan bi aştıyê tên parastin.

- Hemû hewla me ji bo dûrxistina şer e ji nav mala xwe; lê dema ku ewlehî û serweriya welatê me bikeve metirsiyê, wê demê em nikarin bêdeng bin û helwesta me ya cidî dê hebe.

Raste li navxweyê Herêmê pirsgirêk û nakokiyên me zêde ne, lê dema ku hewlek ji bo binavkirina keştiya me hebe, wê demê em çav li nakokiyan digirin û em hemû bi hev re hewla parastina keştiyê ji binavbûnê didin. Çunki di dema binavbûnê de ne tenê kesek an aliyekî siyasî rastî xeniqîn û ziyanê dibe, belku em hemû, gelê me bi hev re dixeniqin. Ji bo vê yekê em dibin keştîvanekî wêrek û biryarê didin ku em pêlên deryaya metirsiyê bibirin û bigehêjin kenarekî ewle.

- Raste nakokiyên me hene, lê welatê me yek welate, gelê me yek gele, Herêma me yek çarenûs heye. Li her cihê welatê me aramî bê tekdan ji bo me yeke û em çu cûdakariyê di navbera bajar û bajarokên Kurdistanê de nakin û erka me hemûyane ku em bi hev re Herêma xwe biparêzin.

- Raste di navxweyê me de nakokî hene, lê dema ewlehiya me ya niştimanî bikeve metirsiyê, wê demê hewce ye em nakokiyan deynin aliyekî û bi yekgirtî, yekhelwestî û yekxîtabî rêgiriyê li wan metirsiyan bigrin, rûbirûyî alîngariyan bibin û derfetan di nav alîngariyan de bibînin.

- Raste sînorê Silêmaniyê hat bombardimankirin, lê em tenê navê Silêmaniyê nayênin, belku em dilgiraniya xwe ji bo bombardimankirina hemû navçeyên Herêma Kurdistanê nîşan didin.

Kak Bafil bi rêya vê peyamê ji hemû aliyên navxweyî û derveyî re dibêje: Di vê qonaxa sext û dijwar de çavê me li berjewendiya şexsî û hizbî nîne; berjewendiya bilind a niştimanî, serweriya welat û aramiya gelê me li seranserî her berjewendiyeke dine û di wê rêyê de ez amade me biryarên dijwar bidim.

Bi vê helwesta niştimanî, serokê YNKê dîrokeke geş ji bo xwe û hizba xwe tomar kir û piştgiriyeke bihêz û berfireh ji destebijêra siyasî, rewşenbîrî û medyayî bi dest xist û piştrast kir ku ew li ser rêbaza serok Mam Celal berdewam e.

PUKMEDIA

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket