Sê Fate Reş, ku tu ji wan reş ne bûn

Nêrîn 10:02 AM - 2026-07-18
Kurdewan Mihemed Seîd

Kurdewan Mihemed Seîd

Dîroka neteweyan tije ye ji wan navên ku dibin nasnameya qonaxeke diyar kirî, lê gava ku em dîroka serkêşî û têkoşîna jinên Kurd di pirtûkên kevn de vedikin, bi şêwazekî ecêb rastî navê (Fate Reş) tên. Ne yek Fate Reş, belku sê Fate Reş, ku li sê cografyayên cuda û di sê demên cuda de, sê çîrokên bi temamî cuda tomar kirine.

Di folklor û zimanê Kurdî de, nasnava (Reş) ji bo mirovan nayê wateya rengê çerm, belku sembola wêrekiya bêhempa, çavnetirsiya ji radeyê derketî, serdestî û jêhatîbûna bêwêne ye. Ev sê jinên ku tenê di navên xwe de digihêjin hev, selmandin ku hêza jinê dikare ji çeperên şerekî cîhanî heta kûrahiya çiya û kenarên helbest û matemê, dîrokê binivîsîne.

Serok êl û cengawereke mezin

Yekemîn Fate Reş, seroka êl û cengawereke mezin a Bakurê Kurdistanê bû. Di nîvê sedsala nozdehem de û di sala 1854an de di şerê navdar ê (Krimya) de beşdarî kir; ew şerê ku di navbera Împaratoriya Osmanî û Rûsyaya Qeyserî de qewimî. Vê jina neberd li benda zilaman nema û dest avêt şûr, rim û mertal û bi nêzîkî 700 siwaran re (hinek çavkanî dibêjin 400 siwar ligel bûne, hinek jî dibêjin 700 siwar) ber bi çeperên şer bi rê ket, lê ew destpêkê diçe Stenbolê û çavê wê bi Siltanê Osmanî dikeve, di wî dîdarî de ji Siltan re dibêje: «Heke te zimanê Kurdî bizanibûya, di axaftinê de hewcedariya te bi Tirkî nedibû».
Govar û rojnameyên Ewropî yên wî serdemî, bi ecêbgirtinê ve wêne û çîroka vê jina Kurd belav dikirin û behsa wê yekê dikirin ku çawa jinek ji devera Mereş û Diyarbekirê hatiye û di nav dilê artêşeke zilamane de, bi lûtf û dîsîplîn û desthilatdariyeke mezin ve fermandariya leşkerî dike. (Fate Reşa Bakur) bû sembola hêzekê ku karî têgîna fermandariya leşkerî di Rojhilata Navîn de biguhere.

Fatma Xana Gelwaxî

Dûrtir ji wê derê û di nav dilê zozanên Rojhilate Kurdistanê de û li devera Dîwandere`yê, navê Fate Reşeka din wek cengawereke çeleng û wêrek dibiriqe; ew jî Fatma Xana Gelwaxî ye, ku xelkê deverê wek (Fate Reşa Dîwandereyê) nas dikir. Jineke cengawer a bîrtûj, hişyar û şarezaya teknîkên leşkerî bû.

Wê di serdemekê de ku wêrekî, bikaranîna çek û beşdarbûna di proseyên leşkerî de tenê ji bo zilaman rewa bû, bû sembola parastina ax û şerefa êla xwe. Jêhatîbûn û çelengiya wê di rûbirûbûnên leşkerî de û hawarkirina wê ji bo xelkê lêqewimî, wiha kir ku navê wê wek şêrejineke diyar a devera (Erdelan û Gelwaxê) bimîne. Wê selmand ku jina Kurd gava jîngeha wê bikeve metirsiyê, dibe kelheke mezin a bergiriyê.

Dengbêjeka bêwêne

Lê herdem bergirî tenê bi tifingê li çeperan nabe. Fate Reşa sêyem a vê destanê, Fate Reşeka din a Rojhilata Navîn (Rojhilata Kurdistanê) ye ku ji nav cergê Mukriyanê bi dengê xwe yê pîrsoz, karesatan tomar dike. Ev Fate Reş, jineke şîngêr û dengbêjeke bêwêne bû. Gava lehengeke jin an zilamekî gelê wê dihat kuştin, wê bi dengê xwe yê zelal û pîrsoz diçirîkand û digot: «Hey meke rolle meke, baban wêranim meke, xelkî be talanî deçûnewe mere, berane bexteye şeke, emnî mil be kwên û qelender be talanim deçûweve bejnê barîk û gerdenê zerd û dû çawî de beleke, wey lê.. lê.. lê..».

Wê çaxê Fate Reş dibû zimanbêja dîrokeke devkî. Divê ji bîr nekin ku şîngêrî di folklora Kurdî de tenê girîn nîne, belku awayeke ji parastina destana miriyan û zindîkirina navê lehengan di rêya lawandin û honandina helbestan re.

Fate Reşa li cem me, bi dengê xwe yê pîrsoz karî birînên civaka xwe ji windabûnê biparêze û bike beşek ji bîrdanka neteweyî.
Sê Fate Reş, ku tu ji wan reş ne bûn, di dîrokê de dibiriqîn. Her sê jî wêrek, çeleng, bihêz, jêhatî û zîrek bûn di warê xwe de. Lê tiştê ku zêdetir bala min dikişîne, Fate Reşa şîngêr e; wê heta ku di jiyanê de ma, cenazeyên hemû ezîzên xwe lawandin, şîn ji bo me hemûyan vegot. Gelo wê çaxê ku çavên xwe girtin û xatirê xwe yê dawî xwest, kê şîneke hêja ji bo wê gerand?.

PUKMEDIA

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket