Kûpaya Cîhanê 2026 û felsefeya lihevkirinê ji qada lîstikê ber bi dîplomasiyê

Nêrîn 09:59 AM - 2026-06-20
Îmad Ehmed

Îmad Ehmed

Dîroka mirovahiyê her tim di navbera du qadan de ji nû ve hatiye nivîsandin; Qada şer û maseya danûstandinan. Li ya yekem, hêz hewl dide ku îradeya xwe ferz bike, û li ya duyem, aqil hewl dide ku hêzê sînordar bike, lê kêliyên kêm hene ku her du cîhan li hev dicivin; Dema ku lîstik û siyaset, hewes û berjewendî, pêşbazî û dîplomasî di yek wêneyî de li hev dicivin.

Sala 2026`an yek ji wan kêliyan e. Ji aliyekî ve, bi mîlyonan kes Kûpaya Cîhanê temaşe dikin; Bûyerek ku ziman, netewe û ol ji bo demekê di bin ala lîstikê de tîne cem hev.

Di vê navberê de, Rojhilata Navîn hewlên danûstandin û gihîştina lihevkirinek di navbera Amerîka û Îranê de temaşe dike; Diyalogek ku encama wê ne tenê ji bo her du welatan, lê ji bo tevahiya herêmê û hevsengiya nû ya hêz û ewlehiyê girîng e.

Li ser rûyê erdê, yek lîstik e û ya din jî siyaset e, lê di kûrahiya xwe de her du jî heman tiştî digerin ku dîtina hevsengiyê ye.

Fûtbol bê yasa bê wate ye, eger her lîstikvan bi dilxwazî biçe û sînor tune bin, meydan dibe qada şer, ev yek ji bo siyasetê jî derbas dibe. Ger dewletek tenê bi zimanê hêzê biaxive, cîhan dê bibe qada pevçûnên bêdawî. Ji ber vê yekê şaristanî li ser bingeha qanûn û peymanan hatiye avakirin; Ji ber ku yasa xetên spî ne ku sînorên lîstikê diyar dikin, lê di her lîstikek mezin de, ne tenê lîstikvan çarenûsê diyar dikin, hakemek (Navbeynkarek) heye; Kesek ku ne êrîş dike û ne jî diparêze, lê bêyî wî, lîstik dibe qada şer.

Hakem (Navbeynkar) golan tomar nake, lê rê li ber golên ku bi hêza mûştiyan, an jî bi binpêkirina yasayan têne avêtin digire. Hêza hakem di bêalîbûn û parastina yasayan de ye, ne di piştgiriya wî ya yekalî de.

Felsefeya siyasetê heman prensîbê qebûl dike. Saziyên navneteweyî, hiqûqa navneteweyî û welatên hakem pir caran heman rola hakeman (navbeynkaran) dilîzin.

Dibe ku ew her tim dadperwer nebin, dibe ku carinan ji aliyê berjewendiyan ve bandor bibin, lê çi dibe bila bibe, hebûna wan ji nebûna wan çêtir e, ji ber ku cîhan bê hakemî, pir zû vedigere yasaya daristanê; Qanûna yê bihêztir, maf jî zêdetir.

Ji aliyekî din ve, diyaloga Amerîka -Îranê ne tenê têkiliyek di navbera du dewletan de ye. Li pişt vê hevkêşeyê hejmarek lîstikvanên din hene. Îsraîl ji ewlehiya xwe bi fikar e û her guhertinek bi guman dibîne. Lubnan hîn jî di rewşek nearam de ye û li bendê ye ku bibîne ka pêşeroj ji bo hevkêşeya herêmî çi digire.

Hizbullah hewl dide ku cihekî nû di navbera rastiya xwe ya siyasî û mîrata leşkerî de bibîne, wekî di Kûpaya Cîhanê de, û di siyasetê de tu tîm bi tena serê xwe nalîze; Serketin û windahiyên her tîmê dê bandorê li yên din bike.

Dîrok dersek girîng dide me: Piraniya şeran li qadê dest pê dikin, lê di odeyan de bi dawî dibin. Piştî salên lêçûna saman û xwînê, hemî alî dê neçar bimînin ku vegerin ser maseya ku ew di serî de jê reviyane.

Ev nîşana qelsiyê nîne; belkû nîşana wê yekê ye ku di dawiy kar de, hêz bi tenê çareser nîne. Hêz dikare deriyan veke, lê tenê giftûgoye ku dikare di wî erî re biçe jorê.

Dersa herî girîng a Kûpaya Cîhanê ya 2026an ew e ku serkeftin bi tenê bi hêzê nayê bidestxistin. Tîma şampiyon ne her gav ew e ku herî bihêz, an jî herî dijwar dilîze; belkû ewe ye ku ew yasayan çêtir dizane, hevalên xwe yên tîmê çêtir fam dike, û di navbera hêz û aqil, êrîş û parastinê, rastî û xwestekê de hevsengiyek çêtir çêdike.

Heman yasa di siyasetê de jî derbas dibe. Ew aliyê ku dikare di navbera berjewendiyên xwe û berjewendiyên yên din de hevsengiyek çêbike serketî ye, ji ber ku serkeftina rastîn ne li ser têkbirina dijberê we ye; Ew afirandina pergalek e ku her kes dikare tê de bijî ye.

Di dawiya her lîstikê de, fîkik tê lêxistin û tîma serketî kûpayê radike, lê di lîstikên siyasî yên dîrokê de, serkeftina rastîn ew e ku welatan rizgar bike ji şer û pêşerojek aştiyane bi dest dixin, çûnkî kûpaya cîhanê piştî çend heftiyan bi dawî dibe, lê belê aştî, yan şer dikare bidome û çarenivîsa nifşan biguherîne.

Ji ber vê yekê, mîna futbolê, em di siyasetê de hewceyê lîstikvanên baş in; Lê ji vê bêtir, em hewceyê hakemên dadperwer û yasayên rêzdar in, ji ber ku bê qanûnan, meydan dê çol be û bê lihevkirin, pêşeroj dê tenê dubarekirina rabirdûyê be.

Fîşek li meydanê tên avêtin, lê peymanên aştiyê tenê li ser maseyan tên îmzekirin. Dîrok qet kesê ku herî zêde çek hebûn wekî leheng nabîne; belkû wî tîna bîra xwe yê ku di kêliyek hestiyar de, diyalog hilbijart ne şer û rêkeftin biser têkçûna rewşê de. Her ewe di felsefeya jiyan û siyasetê de serkeftina rastîn e.

PUKMEDIA

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket