YÛBÎLA ZÊRÎN A ŞOREŞEK BERHEMDAR
Nêrîn 02:53 PM - 2026-06-01
Piştî şikestina
şoreşa Îlona 1975an, dagirkeran difikirîn ku çiraya vîna berxwedana gelê me ji bo
her û her vemiriye, lê di 1ê Hezîrana 1976an de, şoreşek nû bi îrade, raman û
stratejiyek nû û di bin serokatiya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê de, mîna
tîrêjek geş di nav dilê çiyayên bilind ên Kurdistanê de geş bû û di demek kurt
de bû meşaleyek domdar û hêvî vegerand neteweya me, wek take şoreşa gelê
Kurdistanê karî bighêje armanca xwe û berhema wê şoreşê qewareya îro ya Herêma
Kurdistanê ye.
Îro, dema ku
em yûbîla zêrîn a vê şoreşa mezin û berhemdar bi bîr tînin, em ne tenê
salvegera 50emîn a şoreşê bi bîr tînin, belkû di heman demê de rûpelên dîrokek
zindî ya tijî serwerî, destan, mêrxasî, îradeyek û fedakariyê ji bo nifşên
pêşerojê vedikin, daku bikrin têra li pêşeroja gelê me binêrin..
Şoreşa nû
karîbû di qonaxa têkoşîna çiya de bi serkeftî erk û armancên xwe bi dest bixe,
têkoşîna çiya û bajaran bi hev ve girê bide û ji ber hejmarek taybetmendiyan
xwe ji şoreşên din cuda bike.
Yekem: Ew
şoreşek bû ku tenê xwe nespêre têkoşîna çekdarî û girîngiyek mezin da xebata
rewşenbîrî, hişmendî, dîplomatîk û komkirina hemû çîn û texan û beşên civaka
Kurd, wate ne tenê hilgirê druşmeke rût a netewî nebûye..
Duyem: Ew bi
rêbertiyek genc ya xwedî bawernameyên cûrbecûr, bi raman û hizrek pêşverû,
çepgir û demokratxwaz hat qada xebatê û ji bo ravekirina rewşa civaka Kurd a wê
demê, bi taybetî jî rêberê şoreşa nû heval Mam Celal xwe dispêre teoriya
zanista siyasî.
Sêyem: Di
warê leşkerî de jî, hin ji rêber û fermandarên wê xwedî ezmûn bûn û ji kolêjên
leşkerî mezûn bûn, ku ev faktorek bihêz bû di ji nû ve organîzekirin û
dîsîplînkirina hêzên Pêşmerge di çarçoveyek rêxistinkirî de ku di wê demê de li
yekîneyên cûda hatibû dabeş kirin, tevî ku, li her yekîneyeke Pêşmerge rêberek
siyasî hebû da ku Pêşmerge li ser bingeha ramana siyasî perwerde bike.
Çarem: Taybetmendiyek
din a şoreşa nû ew e ku ew di hinava çiya û şikeftên deverên rizgarkirî de, çendîn
kovar, rojname, weşan û broşûrên taybet hatin weşandin û baldariyek taybetî li
weşanên ligel peyama Îzgeha Dengê Gelê Kurdistanê hat dayîn.
Pêncem: Bi
saya wê şoreşê, çendîn rêxistin û komeleyên taybet ên wekî jinan, mamosteyan,
nivîskaran, hunermendan, xwendekar û çînên dinjidayîk bûn, ji ber vê yekê vê
şoreşê selmand ku, çiya tenê ji bo parastinê û bikaranîna çeperan nebûn, belkû
di nava dilê wan çiyayan dengê peyvan û rêzikên helbestên berevaniyê û
nîştimanî û awaz û sirûd û moralê bû, gotarên rojnameyên şikeftan mîna guleyên
tifengên hevalên Pêşmerge sînor derbas dikirin û hêvî digihandin malên hemî
bajar, bajarok û gundên Kurdistanê.
Şeşem:
Şoreşa nû ew şoreş bû ku karîbû bi planekî nû takekî hişmend û Pêşmergeyekî
dilxwaz û xwedî îrade perwerde bike,
Pêşmergeyekî ku bizanibe ji bo çi û ji bo çi armancên nîştimanî û netewyî û
mirovayetî de şer dike.
Ji ber vê
yekê, ew karîbû bigihîje armanca xwe û berhema herî mezin, ku serhildana Adara
1991-an û jidayikbûna qewareyekê siyasî û destûrî ya Herêma Kurdistanê ye, bi
dest bixe. Qewareyek ku di nav dilê bêbextiyê de û bi hêza îradeya vê şoreşê
hatiye afirandin.
Ji ber vê
yekê, Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê xwe wekî xwediyê vê qewareya siyasî
dibîne û ji her partiyek din bêtir wê diparêze.
(51) saliya damezrandina YNKê û (50) saliya pêketina
şoreşa nû ya gelê me bilind û pîrozbe.
PUKMEDIA
zêtir bibînin
-
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
04:15 PM - 2026-06-27 -
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
09:21 PM - 2026-06-26 -
Yekîtiya Ewropa dorpêçên aborî li ser Rûsya dirêj kir
01:58 PM - 2026-06-26
zortrin xwendraw
-
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
Cîhan 09:21 PM - 2026-06-26 -
Nûnerê Sûriyê li NY: Divê welatên biyanî welatiyên xwe ji Kampên Hol û Roj vegerînin
Cîhan 05:14 PM - 2026-06-26 -
Yekîtiya Ewropa dorpêçên aborî li ser Rûsya dirêj kir
Cîhan 01:58 PM - 2026-06-26 -
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
Kurdistan 03:43 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
Kurdistan 04:15 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
Cîhan 04:35 PM - 2026-06-27 -
Mam Celal: Min çawa Hesen Zîrek naskir?
Nêrîn 09:59 AM - 2026-06-27 -
Ji ber erdhejê 50 hezar kes li Venezuelayê winda ne
Cîhan 10:47 AM - 2026-06-27



Aplîkêşin

