YNK BERIV YÛBÎLA DUYEMÎN VE DIMEŞE
Nêrîn 07:43 PM - 2026-05-30
Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê 51 saliya temenê xwe temam
dike û bi hêzeke mezin û baweriyek xurt û erkên girantir ji bo kurdayetiyê û
berjewendiyên netewî û nîştimanî meşa xwe didomîne.
Dema em behsa Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê dikin,
rewanşad Mam Celal Talebanî tê bîra mirovan, ku di demekê de doza gelê Kurd li
Başûrê Kurdistanê ber bi metirsiyê û tunebûnê ve diçû, bê bawerî zalbû bi ser
îradeyê û çarenivîsa gelê Kurd kete
rewşên dijwar, rewanşad Serok Mam Celal Talebanî li Şamê paytexta Sûriyê çend
hevalên xwe li dora xwe komkirin û di Hizêrana 1975`an de biryara ji nû ve
destpêkirina şoreşê da û Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê YNKê avakirin.
Hîna salek bi ser avakirin wê derbas nebibû YNKê bi
serokatiya Mam Celal Talebanî di sala 1976`an şoreşa nû ragihand û bi hezaran
xurt û lawên Kurdistanê ji nû ve çek rakirin û dest bi şoreşa azadiyê kirin û
li dijî rêjîma Beis ya Îraqê şer destpê kirin.
YNKê bi hezaran şehîd û rûbarek xwîn ji bo azadiya gelê kurd
û mafê çarenivîsê rijand heta ku asoyek nû afirand û bû yek ji bihêztirînn hêza
Kurdî li ser astê Îraqê û Rojhilata Navîn, eve jî nîşanderê siyaseta serkeftî û
li dîplomasiyeta profîsonal ya rewanşad Serok Mam Celal vedigere.
Her weha cihê şanaziyê ye ku tevî hemû rewşên hevraz û
nişûvî ku YNKê têra derbas bûn di van 51 salên derbasbûyî de, lê bi saya
serkirdayetiya wê ya jîr û zana ku niha jî Serok Bafil Celal Talebanî rêbaz û
siyaseta bavê xwe rewanşad Mam Celal peyrew dike, YNKê bi awayekî bihêz li qada
Kurdistanî û Îraqî û Cîhanî serkeftin li dûv serkeftinê bi dest dixîne.
Di heman demê de YNKê dûr ji siyaseta kevneşopî ya partiyên
din ên Kurdistanî dûr ji berjewendiyên hizbî xizmeta doza gelê kurd û
Kurdistanê li parçeyên din ên Kurdistanê jî dike û piştevanê xebata wan a rewa
dike.
Taybetmendiyek din a YNKê ewe ku dirûşm û armancên ku ji bo
gelê xwe hildayî bi serokatiya Bafil Celal Talebanî tê cîbicîkirin ku tişta ji
bo xwe dixwaze di heman demê de ji bo hemû gel û pêkhatên Kurdistanê dixwaze û
bi awayekî dadwerane nêzîk hemû aliyekî dibe.
Îro jî Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê bi saya siyaseta
hekîmane û jîrane ya Serok Bafil Celal Talebanî û serkirde û kadroyên YNKê,
Kurdistan di rewşek aram de ye û hebûna YNKê misogeriya demokrasî û dadwerî û azadiya
gelê Kurde ku, ji sala 2005`an û vir ve Serokomarê Îraqê Kurd e û ser bi
Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê ye eve jî destkeftiyek mezin a kurd û
Kurdistanê ye.
30/5/2026
PUKMEDIA
zêtir bibînin
-
Êrîşên navbera Waşinton û Tehranê didomin û Îran gefan dixwe
11:16 AM - 2026-06-06 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
10:50 PM - 2026-06-05 -
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05 -
Îraq ji bo derbasbûna ji krîza Hurmizê berê xwe dide Herêmê û Sûriyeyê
Êraq 11:54 AM - 2026-06-06 -
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
Kurdistan 09:33 AM - 2026-06-06 -
Êrîşên navbera Waşinton û Tehranê didomin û Îran gefan dixwe
Cîhan 11:16 AM - 2026-06-06 -
Îro Foruma Delfî li Silêmaniyê birêve diçe
Kurdistan 09:55 AM - 2026-06-06



Aplîkêşin

