Pêgeha jinan di dîroka nû ya Kurdan de ji Hepse Xan heta bi Hêro Xan
Nêrîn 09:21 PM - 2026-05-06

Van rojan, min çend gotar li ser rewş û
şehrezayiya Hepse Xan Neqîb xwendin, ku bi rastî pir kêm e ku meriv li ser wê binivîse, ji ber ku ew di salên 1920 û 1930an de çend caran yekane jina Kurd
bû.
Wê çendîn car nameyên taybet ji baregeha Civaka
Neteweyan li Cenevreyê re şandine, ku têde behsa sitem û zordarî û xedrên li
ser Kurdan hatine kirin kiriye, diyare ew nameyên Hepse Xan Neqîb di rojên me
yên niha de jî belgeyên giring in ji bo lêkolîna dîroka nû ya gelê me û pir
bikêrhatî ye.
Ew jî dema Simkoyê Şikak ve di sala 1923an de
hat Silêmaniyê û hate pêşwazîkirin, jinên Silêmaniyê di bin bandora Hepse Xan de
rolek girîng lîstin û derketin kolanan û bi germî pêşwazî li wî kirin. Heta bi
Simkoyê Şikak jî matmayî li wê yekê ma ku kurd ji bilî zelaman ev hemû jinê
wêrek û çavnetirs û aza hene.
Ji bilî van jî, di 28ê Hezîrana 1930an de,
yekemîn komeleya jinan bi navê (Komeleya Afretên Kurd), di bin serokatiya Hepse Xan Neqîb de hate damezrandin, ku bandorek mezin li ser hişmendiya jinan di wê demê
de kir,ev mezinahî û wêrekiya Hepse Xan Neqîb ez han dam ku, ez li ser pêgeha
jinên Kurd di demên berê de bigerim, ku çawa û çima jinên Kurd dereng pêş
ketine û her gav wekî mirovên pileya duyemîn li gorî mêran hatine dîtin.
Beşdariya jinan li Hewlêr û
Silêmaniyê
Pêşî, min hin agahdariyên girîng wergirtin ku li
gorî belgeyên hikûmeta Îraqê, di sala 1952an de, tenê 759 keç li Hewlêrê û 1132
li Silêmaniyê di dibistana seretayî de xwendiye.
Li Hewlêrê tenê 39 û li Silêmaniyê 49 mamosteyên
jin hebûne û wane li dibîstanan dane. Îca berawirdkirin li vir e ji ber ku di
sala 1952an de, li gorî belgeyê, wek nimûne, li Hewlêrê, hejmara jinên ku li
wir dijiyan 131,288 jin bûn, di heman demê de hejmara jinên nexwende yên ji
pênc salî mezintir 107,940 jin bûne, ku ji wan tenê 759 xwende bûn.
Li Silêmaniyê jî, (124,633) jin li wir dijiyan,
hejmara kesên ku ji pênc salî mezintir bûn û nexwende bûn gihîşte 101,886 jinan,
ku ji wan tenê 1132 keç xwende bûn, ev rêje û ev hejmar nîşan didin ku
jinên Kurd piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn di civaka Kurdî de bi çavekî kêmtir ji
mêran hatine dihat dîtin.
Her çiqas di wê navbeynê de çendîn jinên mezin
derketine jî û dîrok û pêgeha jinên kurd hetaheta bi bilindî hiştine, diyare ji
bilî Hepse Xan Neqîb, wek mînak (Mîne Xan) hevjîna Qazî Mihemedê nemir jî, li
Mehabadê di dema Komara Kurdistanê de cihê Hepse Xan Neqîb girtibû, û heta wekî
yekem jina li Rojhilatê Kurdistanê tê nasandin, ew ji mijûlî avakirina
rêxistinek ji bo parastina mafên jinan bûye.
Her weha gelek jinên din jî hene wek Qedem Xêr,
Adîle Xanim, Sewsen Emirî, Leyla Qasim, Rewşan Bedirxan, Leyla Bedirxan, Leyla
Zana û Hêro Îbrahîm Ehmed, şervanên jin li Rojava û gelek yên din.
Hêro Xan jina polayî
Heke em serdema piştî jina tekoşer ya rojhilata
Kurdistanê Mîne Xanê bigrin dest, li başûrê Kurdistanê ji naverasta salên
1970an heta serhildana 1991an bigirin û piştî wê, çalakvaneke jin û rêbereke
wek Hêro Îbrahîm Ehmed derdikeve, ev jina polayîne ji bilî ku keça rêberê mezin
ê Kurd, rewşenbîr û siyasetmedar mamosta Îbrahîm Ehmed bûye, di heman demê de
hevjîna rêberê karîzmatîk yê Kurd û cîhanê, Serok Mam Celal Talebanî bû.
Ev jina tekoşer nimûneya wêrekî û berxwedan û
avakirina giyanê welatparêzî û mezinahiya jinên kurd bûye, ji ber ku ez bawer
nakim ku tiştê ku bi Hêro Xanimê hatiye kirin bi tu jineke din nayê kirin, wek
mînak, di dîroka tu miletekî de min qet nedîtiye û nebihîstiye ku hevjîna serokê
partiyeke mezin xwedî 26 hezar şehîd be û bi sed hezaran endam hebin, lê ji bo
parastina arşîv û têkoşîna miletê xwe, wê li çiyayan wekî kamîreman xebitiye.
Heta dema ku hevsera wê di lûtkeya hêza xwe de
bûye û di mîtînga girseyî ya herî mezin ya sala 1984an de di Cejna Newrozê de li
Sûrdaşê Mam Celal axaftina xwe ya dîrokî pêşkêş kir, ev Hêro Xan, bi kamîreya
xwe di nav gireseya gel de wêne û vîdyoyên axaftina dikişandin.
Eger ev ne
mezinbûna jineke Kurd be, gelo çi ye?!
Piştre jî, yekser piştî serhildana 1991an li
Başûrê Kurdistanê, karê yekem ya Hêro Îbrahîm Ehmed parastina şûnwarên dîrokî û
cihên girîng yên bajarên Herêma Kurdistanê bûye, bi taybetî li bajarê
Silêmaniyê, ku hîna jî bi serbilindî behsa wê yekê tê kirin ku Hêro Xan xwediyê
vê serweriyê tê binavkirin.
Ji bilî wê jî rêxistina yekem ya zarokan bi navê
(Rêxistina Parastina Zarokan ya Kurdistanê) damezrand, ku heta niha jî berdewam
dike di xizmeta zarokan de û wekî rêxistina herî bi bandor ya Îraqê ji bo
parastina mafên zarokan tê hejmartin ,her weha piştevanî li çendîn jinan kir ku
xwe bidin pêş.
Pêgeha jinan li cem
ronakbîrên Kurd
Yek ji wan kêmasiyan û ne dadpweriya beramber bi
jinên kurd hatine kirin û niha jî berdewame ev e ku nivîskar, rewşenbîr û
helbestvanên me berpirsiyarê wan in, ji ber ku ew hemû ronakbîrên kurd ji
kevin ve hene û heta îro bi degmen çend kesek hene ku pesna mezinahiya jinan kirine û ewên din jî tenê li ser bedewî û evînê axivîn û bi helbest û
nivîsandinê xwestekên xwe vala kirin, lê hin helbestvanên mezin li cem wan (nêr û
mê) wek hev bûne û di berhemên wan de rengvedaye, wek Hacî Qadirê Koyî, Melayê
Mezin, Bêkes, Goran û Hêmin Mukryanî û…. hwd.
Bo nimûne, zilamekî mezin mîna Melayê Mezin,
berî her kesî, keça xwe li Koyê şand dibistanê, daku ji civakê re bêje ku jin
jî xwedî mafên mêran in û mafê herî girîng perwerdehî ye,ev yek bûye sedem ku
gelek kes li Koyê û derdora wê û heta li Hewlêrê jî ji helwesta Melayê Mezin
bandor bibin û keçên xwe bişînin dibistanê.
Ji aliyekî din ve, bo nimûne, dîroknas û
lêkolînerê mezin yê Kurd Kemal Mezher li ser keçên Kurd dibêje: Di serdema paşayetiya Îraqê de, keçên Kurd yên
ji Zanîngeha Bexdayê bi wêrekî beşdarî xwepêşandanên neteweyî û pîrozbahiyên
nepenî yên Cejna Newrozê bûne,ev çend nav in ku min bi çavên xwe dîtine û ez wan
ji bîr nakim, Ronak Zuhdî ya koçkirî, Newzer Nûrî, Nazenîn Salih Qeftan, Horî
Elî Axa, Direxşan Arif Necîb, Şewqiye Ehmed, Direxşan Şêx Celal, Zekiye Omer
Sam Axa, Sureye Mihemed, Nezîre Reşîd, Nacî Mistefa, Gulşen Ruwandizî û
hejmarekî din.
PUKMEDIA -XELAT
zêtir bibînin
-
Êrîşên navbera Waşinton û Tehranê didomin û Îran gefan dixwe
11:16 AM - 2026-06-06 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
10:50 PM - 2026-06-05 -
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05 -
Îraq ji bo derbasbûna ji krîza Hurmizê berê xwe dide Herêmê û Sûriyeyê
Êraq 11:54 AM - 2026-06-06 -
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
Kurdistan 09:33 AM - 2026-06-06 -
Êrîşên navbera Waşinton û Tehranê didomin û Îran gefan dixwe
Cîhan 11:16 AM - 2026-06-06 -
Îro Foruma Delfî li Silêmaniyê birêve diçe
Kurdistan 09:55 AM - 2026-06-06


.jpg)
Aplîkêşin

