128 Saliya Rojnamegeriya Kurdî Rewabûna Doza Kurdî Ye
Nêrîn 02:30 PM - 2026-04-25
Di vê roja
mezin û pir pîroz de, bi boneya hatina 128`mîn salvegera damezrandin û derçûna
yekemîn Rojnameya Kurdî di dîroka gelê Kurd û Kurdsitanê de ku bi navê
“Kurdistan” bû, ez we wek rojnamevanekî Rojavayê Kurdistanê ku ji 2005`an ve bi
awayekî pir çalak di nava xebata rojnamegeriya Kurdî de dirêjpêder im,
pîrozbahiyên xwe yên herî gerim û ji dil, li hemû hevpîşeyên xwe yên kar û
xebatên rojnamegeriya kurdî dikin, bi gul û nêrgizan pêşkêş wan yek bi yek
dikim.
Ez vê roja
girîng û mezin li tekoşer û xebatkar û rojnameger û serok û serkideyên
kurdperwer ên rewanşad û nemirin ku di riya rojnamegeriya kurdî û parastina
wêje û çand û hunera resen a kurdî li Kurdistan û li Cîhanê pîroz be. Her weha
li jin û zarok û ciwan û keçêm kurdperwer yên xwedî helwestên netewî û li ax û
xwezayî û deşt û çiya û newalên Kurdistanê û li malbata Bedirxan a kurdperwer û
xwedî rêbaza azadiya çand û hunera Kurd û Kurdistanê pîroz dikim.
Wek tê zanîn
îro roja çarşemê, 22-4-2026`an, roja rojnamegeriya Kurdî ye ku 128`an, anku 128
sal beriya niha yekemîn rojnameye kurdî ku bi navê “Kurdistan” ji aliyê
rojnamevanê mezin ê kurd Miqdad Midhet Bedirxan ve li bajarê Qahîreyê paytexta
Misrê hatibû derxistin û weşandin ku piştre jî, ji aliyê nivîskar û rewşenbîr û
rojnamevan û ronakbîrên kurdî ve, wek roja rojnamegeriya kurdî hate bi navkirin
û nasandin ku rojeke bi kurdî û Kurdistanî girîng û pîroz li ser rûpelên dîrokê
hate tomar kirin.
Bi
destpêkirina rengên jiyanê yên bihara Kurdistanê ya xweşbîn û rengîn, gupik û
kûlîkên bax û baxistanên welatê rojê pişkiviyan û rojanameya Kurd ya bi navê
Kurdistan jî di mêjk û hizrên gelê me de, vejîn û bîranîna wê her sal di 22
nîsanê de te pîroz kirin.
Divê em ji
bîr nekin ku di 21-3- me cejna Newrozê pîroz kir û di dawiya meha Adarê de jî,
me cejna rojiyê û cejna Ekîdo jî me pîroz kir û çarşema derbasbûyî ji kurdên me
Êizdî re cejna Çarşema Sor bû û me ew jî pîroz kir û pişt re jî cejna
xiristiyanan bû me ew jî pîroz kir û ev roj jî cejna rojnamegeriya kurdî ye, ez
wek rojnamevan û rojnamevanekî ku ji sala 2005 ‘an ango ji 20 salan ve, di wê
xebatê de dirêjpêder im, ez bi berdewamî di vê pîşe û behreyê de kar dikim ku
ev roj salvegera rojnamevaniya kurdî ya 128`mîn a rojnameya “Kurdistan” ê di
roja 22 Nîsanê de ye ku di hemû salekê de, wek roj an jî cejna Rojnamegeriya
Kurdî ji aliyê hemû alî û kesayetiyên kurdî ve hatiye nasandin û bi bîrtînin û
li hev du pîroz dikin. Ji ber vê yekê, ez ji dil ev roja giranûbiha û watedar a
rojnameya Kurdistan li we gişikan pîroz dikim û hêviya parastin û pêşxistina vê
karê pîroz û giranûbuha ji hemû pîşeyên xwe û ji kesayetî û saziyên kurdî dikim
ku ev bîranîn bibe bi boneya serxistina ragihandina kurdî a yekgirtî di dîroka
gelê kurd û Kurdistanê de wek moreke zagonî be li ser rûpelên dîrokê.
Di vê rojê
de, pêwîste ku gelê kurd bi awayekî hevdeng û hevseng dest bi pîrozkirin û
bilindragirtina wê yadgeriya pîroz hevrêz û yekdeng bin ku bo yekemîn care ku
kurd xwedî destkefteke we girîng û bi berhem be ji aliyê rewşenbîriyê ve ku wek
tê zanîn kurd di aliyê leşkerî de ti pirsgirêkên xwe tune ne, lê mixabin her
dem ji aliyê siyasî û dîplomasî û ragihandinî ve ketiye aloziyan, lê di vê
serdemê de, êdî kurd bû ye xwedanê her tiştî.
Lê mixabin
ku em îro dibînin bi berevajayî vê yekê, hinek ji kenalên ragihandina kurdî,
neyartiya roja rojnamegeriya kurdî dikin, bi zanabûn an jî bi bê zanebûn be,
ewê ku dijayetiya serkirideyên kurdî û bi taybet ên ku hemû jiyana xwe ji bo
serxistina doza kurdî terxandkirine û koça dawî kirine, gelek kenalên bi nav
kurdî û sîberên hindek aliyên siyasî kurdî ku di dijayetiya kes û aliyên kurdî
de, dirêjpêderiyê dikin, ev tê wê wateyê ku dijayetiya vê roja pîroz dikin,
ango dijayetiya têgeha damezrandina rojnamegeriya kurdî ye.
Ji ber ku
dema ku nemir Meqdad Bedirxan dest bi vê karê pîroz kir, tenê yek armanca wî
hebû ku damezrandina destkeftekî kurdî ku bibe biryargehke netewî kurdî ku di
hemû dem û dezgehên navneteweyî de, berevanî li doza gelê kurd û Kurdistanê
bike û ew dîroka çewtkirî, serrast bike.
Lê mixabin,
îro hindek ji kenalên ragihandina kurdî bi awayekî zelal neyartiya bîrdoza
Meqdad Bedirxan dikin û rastiyên hene berevaja tomar dikin û diweşînin û dikin
milkê dîrokê, bi vê rengî, careke din wek çawa neyaran dîroka me şaş û ler
dikirin, ev kenal jî, heman tiştî dikin û dixwazin dîroka ku bi xwîna hezaran
gênc û ciwanên kurd hatiye nivîsandin û serrastkirin, ler û çewt bikin.
Li vir ez
wek rojnamevanekî Rojavayê Kurdistanê ku 21 salin bi bê daberan di kar û
xebatên xwe yên rojnamegeriyê dirêjî pê didim û ji bo min cihê serfirazî û
serbilindiyê ye, bi vê boneya salvegera 128`mîn salvegera rojnameya Kurdistan û
roja rojnamegeriya kurdî daxwaz û pêşniyarên min ji hemû dezgeh û kenalên
ragihandina kurdî heye; Ez bi hêvî me ku dest ji wan siyasetên bervajakirina
nûçeyan û agahiyan berdin, dest ji dijayetîkirina aliyên din ku ne li gorî we
bin berdin, dest ji milmilaniya ne rewa ku yekrêziya kurdî têk dide berdin.
Dest ji perçekirina roja rojnamegeriya berdin. Dest ji lerkirin û çewtkirina
dîrokarojnamegriya kurdî berdin. Dest ji berjewendiyên kesayetiya teng û
partîtiya teng û eydolojiyên tund berdin.
Dest ji
dijmantiya hevdu berdin û bila dezgehên ragihandina kurdî bibe biryargeha
parastina destkeftên kurdî û parastina doza rewa ya kurdî.
Ragihandin
bû ye desthilata çarê li cîhanê, lê mixabin, em kurd bi berevajayî cîhanê ne û
emê bi vê rengî ziyaneke mezin bighînin doza gelê xwe. Doza kurdî ji hemû
partiyan mezintir û pîroz tir e. Kurdistan wargeha me ye û doza wê gelek
giranûbuhaye, pêwîste em xwedî lê derkevin û rêz li hevdu bigrin û yekrêziya
kurdî bi riya dem û dezgehên ragihandinê biparêzin.
Dîsan û
careke din ez 128`mîn salvegera rojnameya “Kurdistan” , ez roja pîroz û bihadar
û pir bi nirx, li tevahiya rojnamevan , rewşenbîr , hemû çîn û tiwêjên gelê
Kurd û Kurdistanê, bi taybetî giyanpak û canpakiya rojnamevan û wênegerên
şoreşger yên li şerê azadiya welat li Rojava û Başûr û Bakur û Rojhilatê
Kurdistanê tevlî karwana nemiran bûne, pîroz dikim û hêviya serkeftin û
serfiraziyê û bîr û ramanên azad bi awayekî berferehtir ji hemû kesekî
pênûsdarê Kurd yên welatparêz û xemxwerê parastina doza rewa yê gelê kurd û
Kurdistanê dixwaz im.
Hozan Efrînî
**Sernivîserê
Govara Xelatê
**Endamê
Çalak yê Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê
**Endamê
Fedresyona Rojnamegeriya Navneteweyî (IFJ)
PUKMEDIA - Xelat
zêtir bibînin
-
Êrîşên navbera Waşinton û Tehranê didomin û Îran gefan dixwe
11:16 AM - 2026-06-06 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
10:50 PM - 2026-06-05 -
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05 -
Îraq ji bo derbasbûna ji krîza Hurmizê berê xwe dide Herêmê û Sûriyeyê
Êraq 11:54 AM - 2026-06-06 -
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
Kurdistan 09:33 AM - 2026-06-06 -
Êrîşên navbera Waşinton û Tehranê didomin û Îran gefan dixwe
Cîhan 11:16 AM - 2026-06-06 -
Îro Foruma Delfî li Silêmaniyê birêve diçe
Kurdistan 09:55 AM - 2026-06-06


.jpg)
Aplîkêşin

