Rojnamegeriya kurdî di serdema şerê stêrkan de
Nêrîn 02:12 PM - 2026-04-22
Bi boneya
salyada 128 saliya rojnameya Kurdistan ya Miqdad Midhet Bedirxan ku di sala
1898 `an de li Qahîrayê paytext Misrê derxist û bû yekemîn rojnameya Kurdan, û
di heman demê de rojnamevanên Kurd 22 Nîsanê wek roja rojnamegeriya Kurdî pîroz
dikin, ez jî dixwazin peyvekê binivîsim bi zimanê kurdiya şêrîn ji bo nifşên
serdemê ku bi kêfxweşî di niha de zankoyên kurdî hatine vekirin û zarokên
Kurdan bi zimanê xwe dixwînin û dinivîsînin.
Li gorî
baweriya min ku ez gihêştimê ku her çiqas rojnamegeriya Kurdî rola xwe lîstiye
di zanekirin û hişyarkirina civaka Kurdî de bi taybetî di qonaxên destpêkê ya
rojnamevaniyê de ku ji serdema (rojname, radyo, Tv) yan li xwe digirt lê
giringiya rojnamegeriya kurdî di vê serdemê de hîn zêdeyir derdikeve holê ji bo
xizmeta doza kurd li tevahiya cîhanê.
Hevok yan jî
peyva (Şerê Stêrkan) ku piştî salên 90`an hate bikaranîn ku wê demê li civakên
me yên li rojhilata navîn , me jiber kiribû lê bêy ku em bizanin cîhana
pêşkeftî ya Ewropa û Amerîka û Rûsya amadekariya wê dikin û bikartînin ku ev jî
taze em tê dighên, ew jî bi saya înternêt û sosyal medya ku çirke bi çirke û
deqe bi deqe em pêşkeftinên li dunyayê çêdibin dişopînin eve jî weha lê kiriye
ku rola rojnamevaniya vê serdemê çend ya giringe di gîhandina zanyarî û agahî û
hişyarkirina komelgehê de. her welatên serdest pêşketinên li welatê xwe zû
zû bi peran jî nadin civakên din ên cîhanê ku piştî 10 yan 20 salan taze
ew yek dighêje destê me, mînak kompûter piştî çendîn sal ku ji aliyê welatên
zilhêz ve dihat bikaranîn di warê ewlekarî û leşkeriyê de piştre firotin
miletên dinê.
Di serdema
nih de ku em şerê stêrkan bi çavên xwe dibînin di navbera welatan de ku şerê
`moşek, balafir û dronan` in êdî erkê li ser milê rojnamevanan zêdetir kiriye
di warê gîhandina agahiyan û hişyarkirina civakê bi awayekî tendurist û
gîhandina zanyariyên rast û drust ji bo civakê û gelê kurd, eve jî bi saya
ragihandineke pêşketî û azad û xwedî prensîp dibe.
Hêjayî
gotinê ye ku di vê demê pêwîstî bi rojnamevaniyeke bihêz heye ji berk u bi
rastî rojnamevanî bi qasî çekên herî pêşkêftî karîgerî û bandora xwe li ser
mirovan û komelgehan çêdike, her weha ji bo hevgirtin û yekrêziya gelê kurd me
pêdivî bi rojnamevaniyeke xort û rojnamevanên rasteqîne hene.
Di dawiyê de
wek rojnamevanekî xwedî 22 sal temenê rojnamevaniyê ya kaxezî û dijîtalî û
TV`iyê, ez carek din bi boneya 128 saliya rojnamegeriya kurdî ez kar û xebata
rojnamevanên Kurd pîroz dikim.
PUKMEDIA - Xelat
zêtir bibînin
-
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
04:15 PM - 2026-06-27 -
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
09:21 PM - 2026-06-26 -
Yekîtiya Ewropa dorpêçên aborî li ser Rûsya dirêj kir
01:58 PM - 2026-06-26
zortrin xwendraw
-
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
Cîhan 09:21 PM - 2026-06-26 -
Nûnerê Sûriyê li NY: Divê welatên biyanî welatiyên xwe ji Kampên Hol û Roj vegerînin
Cîhan 05:14 PM - 2026-06-26 -
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
Kurdistan 03:43 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
Kurdistan 04:15 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
Cîhan 04:35 PM - 2026-06-27 -
Mam Celal: Min çawa Hesen Zîrek naskir?
Nêrîn 09:59 AM - 2026-06-27 -
Ji ber erdhejê 50 hezar kes li Venezuelayê winda ne
Cîhan 10:47 AM - 2026-06-27 -
Almanya sîstemên parastina asmanî Patriot li Bakurê Kurdistanê bicih kiriye
Cîhan 09:25 AM - 2026-06-27



Aplîkêşin

