Her Kurd ebîn, Nêrîna Îbrahîm Ehmed bû
Nêrîn 11:50 AM - 2026-04-08
Raste mamosteyê mezin ê Kurdbûn û Kurdistanî Îbrahîm Ehmed ev bîst û şeş sal in
ji nav me çûye lê peyamên wî yên mezin ên ku wî tevahiya jiyana xwe ji bo
bidestxistina wan terxan kiriye, di nav me de zindî dimînin û roj bi roj nû
dibin.
Zêdetirî neh
dehsalin, nifş bi nifş peyamên wê bi yekkirtî ji hervre derbas dikin
Ger em li
destpêka veguhestina û gihandina vê peyamê binêrin, ku bi helbest û nivîsandinê
di rojnameya (Jiyan) a kalê rehmetî de dest pê kir, em dikarin rasterast ramana
wî ya neteweyî û mirovî bibînin, ku bi Kurdbûnê hatiye pêçandin.
Kurdbûn li
cem me kurê berbiçav ê gelê me ye, ev
rastiya dîrokî ye ku tevî hemî zehmetî û zordariyê zindî maye.
Siyasetmedar,
rewşenbîr, xwendekar û karsaz, hemî beşên civaka Kurd, çi qas raman û nêrînên
wan ji hev cuda bin jî, lê di Kurdbûn û şanaziyê de ku ew yek netewe ne, ew
yekgirtî ne û li hev dikin.
Ji ber vê
sedemê bû ku wî Kolêja Hiqûqê hilbijart, da ku mafê wî hebe ku xwediyê rojname
an kovarekê be ku ew bikaribe raman û fikarên xwe yên mezin tê de diyar bike, û
pênûs û ramanên wekhev kom bike.
Ew bû ku Gelawêj bû ew platform û sekoya ku ji her çar perçeyên Kurdistanê ve
hawar bo dihate birin. Beriya hingê jî di namilkeya xwe ya navdar a bi navê
(Kurd û Ereb-1937) de ku bi sedema wê hatibû dadgehkirin (ma kîjan demê
mamosteyê mezin ji ber van helwestên xwe yên neguhêr rûbirûyî dadgeh û
girtîgehan nebûye?), bi şêwazekî pir zanistî hevbeşiya rastîn a Kurdan li Îraqê
û perçeyên din xistiye ber çavan, bi armanca hişyarkirina zarokên gelê xwe û
derevandin û pûçkirina buxtanên neyarên Kurd û pîlanên wan ên bi rêya
înkarkirina nasnameya neteweyî ya Kurd.
Di heman
demê de, ji bo pûçkirina her tohmeteke ku li Kurdan bê barkirin wekî ku ji
gelên din dabeşbûyî û li dijî wan e.
Şakarên wî
yên din ên edebî û siyasî jî ji heman armancê serçavê girtine. Ew gencîneya
siyasî, edebî û fikrî ya Îbrahîm Ehmed bi dawî nabe, her ku em di berhemên wî
de kûr bibin, em ramanên nû tê de dibînin.
Mamosteyê
rêberê Kurdayetiyê her tim hawara wî ji bo yekgirtina Kurdan bûye, ku ev yek
tenê dermanê saxkirina birînên perçebûnê ye.
Her tim han
daye zarokên gelê xwe ku Kurdbûna xwe bi şanazî di nav kom û civatan de bidin
nîşandan, çunkî ev rastiyeke dîrokî ya bê gofûgoye. Her wiha ew bi bîra wan
xistiye ku di her tengasiyekê de tenê Kurdbûn dibe rêber ji bo hawara hevçûnê.
Ev jî dûrbîniya vê rêberê mezin ê gelê me dupat dike.
Ew ne bi wê wateyê bûye ku gelên din li cem me kêmbiha bin, berevajî wê ji bo
pêkvejiyana bi Tirk, Ereb, Faris û yên din re bûye, bi armanca jêbirina
neteweya serdest û neteweya jêrdest; ev jî koka peyama wî ya mirovahiyê bûye.
Ji ber wê,
her dem li ser her platformeke ku jê re guncav bûye, parastina wê bîr û
îdeolojiyê kiriye. Di Kongreya New Yorkê ya opozîsyona Îraqê de (30ê Cotmehê -
2yê Mijdara (Oktaber) 1999an), dema ku di gotûbêja rapora siyasî ya kongreyê de
hewl dihat dayîn ku ji ber xatirê vî û wî, xwe ji mijara peyrewkirin û
çespandina şêwazê federalî di têkiliya navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta
paşerojê ya Îraqê de bidizin, parêzvanê Kurdayetiyê di murefaeyeke mantiqî û
zanistî de her kes matmayî hişt. Ew jî ji wê nêrînê ve bû ku mafê Kurd e
biryarê bide.
Di dawiyê
de, em hemû wan rastiyan bi bîr tînin ku di hemû karesatên me de, li her beşekî
ku bi serê me de hatibe, Kurdbûnê em gihandine hewara hevdu. Belgeya herî nû jî
ew yekdengiya sê meh berê bû ku hemû Kurdan ji bo piştgiriya xwişk û birayên me
yên li Sûriyê (Rojava) nîşan da.
Srûda mezin
a "Her Kurd ebîn" bûye sîmbol û dirûşmê hemû xwepêşandan û meşên
piştgiriyê. Bi vê yekê jî ew dûrbînî û bîrtîjiya Mamosta Îbrahîm Ehmed ji her
demê bêtir berbiçav bû, ku kurdbûn û hevxwîniyê ji her kesî re dupat kir. Kurd
xwedî yek dozê ne û her çiqas ji hev cuda û dûr bin jî, wek ku Mamosta Îbrahîm
Ehmed her dem tekez kiriye, tu sînor nikarin bibin asteng li pêşiya wê rastiya
ku Kurd xwedî yek dozê ne; ew jî kurdbûn e ku di her rewşê de me hemûyan tîne
cem hev.
PUKMEDIA
zêtir bibînin
-
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
04:15 PM - 2026-06-27 -
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
09:21 PM - 2026-06-26 -
Yekîtiya Ewropa dorpêçên aborî li ser Rûsya dirêj kir
01:58 PM - 2026-06-26
zortrin xwendraw
-
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
Cîhan 09:21 PM - 2026-06-26 -
Nûnerê Sûriyê li NY: Divê welatên biyanî welatiyên xwe ji Kampên Hol û Roj vegerînin
Cîhan 05:14 PM - 2026-06-26 -
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
Kurdistan 03:43 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
Kurdistan 04:15 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
Cîhan 04:35 PM - 2026-06-27 -
Mam Celal: Min çawa Hesen Zîrek naskir?
Nêrîn 09:59 AM - 2026-06-27 -
Ji ber erdhejê 50 hezar kes li Venezuelayê winda ne
Cîhan 10:47 AM - 2026-06-27 -
Almanya sîstemên parastina asmanî Patriot li Bakurê Kurdistanê bicih kiriye
Cîhan 09:25 AM - 2026-06-27



Aplîkêşin

