Gulek ji baxa Xebatê kêm bû
Nêrîn 06:52 PM - 2026-03-12
Şînnameyek ji bo Koça Dawî ya Salih Muslim
Di dîroka gelan de hinek mirov hene ku jiyana wan ne tenê ya
kesekî ye, lê belê ew parçeyek in ji dîroka neteweya xwe. Ew di qonaxên hestyar
ên dîrokê de wekî çira dibiriqin û rêya gelên xwe ronî dikin. Dema ku koça dawî
dikin jî, ne tenê jiyana kesekî bi dawî dibe, lê belê parçeyek ji bîrewerî û
xebata gelekî jî vala dibe û xemek neteweyî rû dide. Koça dawî ya Salih Muslim
ji wê cura koçkirinê ye.
Ew mirovek bû ku xebata xwe ne bi tundrewiyê, lê bi aramî,
bi ramana kûr û dûrbîniya siyasî meşand. Di navenda guhertinên mezin ên herêmê
de, wî her dem hewl da bibe dengê aqil û aramiyê. Siyaset ji bo wî ne tenê qada
hevrikiyê bû, lê rêya xizmeta gelê wî bû.
Salih Muslim wekî mirov sade û dilnizm bû, wekî têkoşer
qahîm û netirs, wekî siyasetmedar jî dûrbîn û hêmin bû. Hin kes di germahiya
siyasetê de tund dibin, lê wî di nava agirê hevrikiyan de hêminiya xwe
diparast. Dizanibû ku xebata neteweyî tenê bi tundûtûjiyê berdewam nabe, lê bi
zanebûn û ramana demdirêj digihe armanca xwe.
Dibêjin: Mezinahiya mirov ne bi wê ye ku çend salan bijî, lê
bi wê ye ku çend çirayan di rêya gelê xwe de vêxîne.
Salih Muslim bi xwe çiraya çirayan bû. Di vê serdemê de ku
herêm di nav guherînên mezin de derbas dibe, ne wextê wê bû ku me bi tenê
bihêle. Herêm hîn jî hewceyî dengê aqilmendî û aramiyê ye, lewma koça wî ya
bêwext xemeke girane, ji ber ku valahiyeke bi vî rengî bi hêsanî nayê dagirtin.
Hinek mirov wekî gulên biharê ne, diçin, lê bêhna wan di nav
baxçeyan de dimîne. Heke bihar nûbûn û ciwaniya jiyanê be, Salih Muslim wekî
guleke wisa bû ku li serê çiyayên Kurdistanê şîn dibû, bi nêrgiz û Gulale re
serê xwe ji axê derdixist û çiya rengîntir dikirin. Mirov hîs dike ku jiyan
careke din xwe nû dike, lê mixabin carinan qeder wisa dike ku karesat jî di
heman biharê de diqewimin. Di demekê de ku nêrgiz dibe ken û qîvar çiyayan
dixemilînin, dilê gelekî jî bi xema koça kesayetiyekî xebatkar dilerize.
Em dibêjin: «Bihar hat, lê dilê min wekî zivistanê ye, ji
ber ku gulek di baxçê me de kêm bû».
Salih Muslim ew gul bû ku di baxçê xebatê de geş bû. Lê bi
dax û hesret, baxçê têkoşînê ji ciwanî û bêhna wê gula kêmpeyda bêpar ma.
PUKMEDIA
zêtir bibînin
-
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
03:53 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
11:45 AM - 2026-07-26 -
Komandoya Kurdistanê tîmeke bijîşkî ji bo ziyaretkaran dişîne Kerbelayê
01:49 PM - 2026-07-25 -
Serokomarê Iraqê: Mafên jinan diparêzin
11:51 AM - 2026-07-25
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
Kurdistan 06:17 PM - 2026-07-26 -
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
Kurdistan 05:51 PM - 2026-07-26 -
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
Kurdistan 05:05 PM - 2026-07-26 -
Besam Kaco:Karên bo vegerandina koçberên Serê Kaniyê berdewamin
Kurdistan 02:20 PM - 2026-07-26 -
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
Cîhan 03:53 PM - 2026-07-26 -
Şêx Cefer piştgiriya çalakiyên Saziya Kerimî Eleke dike
Kurdistan 03:30 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
Kurdistan 11:45 AM - 2026-07-26 -
Serokkomarê girîngiya xurtkirina hewldanan ji bo parastina ewlehî û aramiya Îraqê tekez kir
Êraq 01:39 PM - 2026-07-26



Aplîkêşin

