Mala Mam çetrê berhevkar û cihê biryardanê ye.
Nêrîn 10:32 PM - 2026-02-24
Silêmanî di dîdara Mala Mam Celal û civîna hevbeş a Serok
Bafil Talebanî, Tom Barack û Mazlûm Ebdî de, ji peyam û amajeyeke zêdetir di
nava xwe de dihewîne. Ji aliyekî ve pêgeha Yekîtiyê di piştgiriya siyasî û
dîplomatîk de bo serxistin û parastina Rojava dupat dike, ji aliyê din ve jî
îspat dike ku Silêmanî û Debaşan navenda dîplomasiya nerm, aram û li ser xwe ye
û gavan bo çareseriyê bileztir dike, ji ber ku bi hêminî û dûrî hûtaf û
bangeşeya medyayî bo armancên bilind ên neteweyî kar dike û bi çekê aştî û
çareseriyê cengê dike.
Amadebûna birêz Tom Barack li Silêmaniyê û hevdîtina wî
ligel Serok Bafil Talebanî, nîşaneyeke zelal a rol û hîkmeta serokê ciwan ê
Yekîtî ye di asta Kurdistanî, Îraqî û navçeyê de bo vekirina girêkên nakokî û
lihevketinên siyasî. Di vê de nûnerê Serokê Amerîkayê ne bi tenê belku fîgerekî
din ê Rojhilata Navîn, û sembola rûbirûbûna terorê û xemxorê doza rewa ya gelê
xwe ye, (Mazlûm Ebdî) jî amade ye. Ev jî belgeyeke dine ku Yekîtî û Serok Bafil
çawa ku hevbeşekî sereke û rastîn ê şerê li dijî teror û tundrewiyê bûn, niha
jî karakterekî sereke ye di çareserkirina pirsgirêkan de, ku yek ji wan pirsgirêkan
Rojavayê Kurdistanê ye.
Hebûna General Mazlûm li Silêmaniyê tiştekî nû nîne; ji ber
ku ji rojên Buhara Ereban ve çav, dil û destê Yekîtiyê her li ser Rojava bûye û
bi hemû awayan siyaseta "yek malî" li hemberî wan bikar aniye. Her
wekî çawa di xwepêşandan û çalakiyên cemawerî yên vê dawiyê de jî hêza
piştgiriyê bûye û bo her kesî îspat kiriye ku Silêmanî ders û waneya yekxistina
neteweya Kurd bi dinyayê da naskirin. Derbarê encamên civîna sêalî jî, pêdivî
bi ti ronahîkirinekê nîne, ji ber ku wêne û kenê li ser lêvên beşdaran her
tiştî ji me re dibêjin.
PUKMEDIA
zêtir bibînin
-
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
04:15 PM - 2026-06-27 -
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
09:21 PM - 2026-06-26 -
Yekîtiya Ewropa dorpêçên aborî li ser Rûsya dirêj kir
01:58 PM - 2026-06-26
zortrin xwendraw
-
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
Cîhan 09:21 PM - 2026-06-26 -
Nûnerê Sûriyê li NY: Divê welatên biyanî welatiyên xwe ji Kampên Hol û Roj vegerînin
Cîhan 05:14 PM - 2026-06-26 -
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
Kurdistan 03:43 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
Kurdistan 04:15 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
Cîhan 04:35 PM - 2026-06-27 -
Mam Celal: Min çawa Hesen Zîrek naskir?
Nêrîn 09:59 AM - 2026-06-27 -
Ji ber erdhejê 50 hezar kes li Venezuelayê winda ne
Cîhan 10:47 AM - 2026-06-27 -
Almanya sîstemên parastina asmanî Patriot li Bakurê Kurdistanê bicih kiriye
Cîhan 09:25 AM - 2026-06-27



Aplîkêşin

