Kurdistan; ez wek diya xwe ji te hez dikim
Nêrîn 02:45 PM - 2026-02-22
Kurdistan ji bo min ne tenê navekî erdnîgarî ye; Kurdistan dayike, dayikek e ku zarokên xwe bi hembêza mezin a çiyayan, û bi nîmeta ava zelal a kaniyan û serweriya hewayê zarokên xwe perwerde û mezin kiriye. Di hembêza wan çiyayan de em fêrî berxwedanê bûn, di gurîna çeman de em fêrî azadiyê bûn, û di bêhna hewaya wê ya paqij de em fêrî aramiyê bûn.
Min Şeydayî qaspeqasbî kewim
Tînoyî nawî sazgarî kanîm û
Mestî hewayî pakî Kurdistanim
Ew xak j I bo min nasname ye, dîrok , damar û kokên min e. Ez bi Kurdan wekî neteweyek û bi Kurdistanê wekî welatek serbilind im; Lê ez ji tu neteweyek din nefret nakim û çavê min li tu axên din nîne. Evîna welêt tê wateya parastin û rêzgirtina nasnameya me. Kurd li deverê gelekî kevnar in, navên wan ji serdema Madan ve di rûpelên dîrokê de hatine behs kirin. Ew di hembêza çiyayan de jiyane û li hember êrîşên dijminan rawestîne û li her cihê xwe maye.
Şikeftên kevnar û bajarên dîrokî, wek: Şaneder, Hezermêrd, Berçem, Kanî Mîkaîl, Hesenkêf; Erbîl, Amed, Heseke û Kirmaşan, nîşaneya wê ye ku wedî dîrokek kûr in; Dîrokek ku dibêje ev axe mala me ya herî pîroz a destpêkê bûye.
Ji ber cihê xwe yê erdnîgarî, Kurd li herêmeke çiyayî dijiyan; Mîna dara Berû, li vê axê koka xwe daniye û bahoz û zehmetiyên jiyanê tehemûlî kiriye.
Dîroka me tijî trajedî û êşan e. Ji Enfal û êrîşên kîmyewî bigire heya wêrankirina gundan û derxistina mirovan ji cihên bav û kalên wan; Lê îro cîhan piçûk bûye û medyaya civakî û înternet nahêlin ku zilm wekî berê were veşartin. Ev hêviyek e ji bo dadperweriyê û pêşîgirtina li karesat û trajediyan.
Van rojan, ji bo piştgiriya Rojava, min zarokekî pênc salî dît ku ala Kurdistanê li ser milê xwe hildigirt. Wekî tawusê, ewe tenê parçe qomaşek nebû li mile wî, belkû nîşaneya baweriya bi pêşerojê ye. Wek bavek, dema ku alê li ser mil dibînim ji aliyekî ve wekû qeqnes berv rojê radibim û tije hêvî dibim ; Ji aliyekî din ve, dubarekirina rabirdûyê dijwar e!
Kurdistanekem
Mest û heyranî ciwaniyekantim
Tînuyî awî kaniyekantim,
Toy somay herdû çawim û
Şeyday aw û hewatim,
Murîdî murîdekey
Şarî Şaranî Silêmanîm.
Carêkî dike delêm:
Kurdistanekem
Xoşimdewêt wekû daykim
PUKMEDIA
zêtir bibînin
-
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
04:15 PM - 2026-06-27 -
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
09:21 PM - 2026-06-26 -
Yekîtiya Ewropa dorpêçên aborî li ser Rûsya dirêj kir
01:58 PM - 2026-06-26
zortrin xwendraw
-
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
Cîhan 09:21 PM - 2026-06-26 -
Nûnerê Sûriyê li NY: Divê welatên biyanî welatiyên xwe ji Kampên Hol û Roj vegerînin
Cîhan 05:14 PM - 2026-06-26 -
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
Kurdistan 03:43 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
Kurdistan 04:15 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
Cîhan 04:35 PM - 2026-06-27 -
Mam Celal: Min çawa Hesen Zîrek naskir?
Nêrîn 09:59 AM - 2026-06-27 -
Ji ber erdhejê 50 hezar kes li Venezuelayê winda ne
Cîhan 10:47 AM - 2026-06-27 -
Almanya sîstemên parastina asmanî Patriot li Bakurê Kurdistanê bicih kiriye
Cîhan 09:25 AM - 2026-06-27



Aplîkêşin

