Nêrînek li ser berxwedana Rojava
Nêrîn 05:27 PM - 2026-01-28
Bi salan e, Rojavayê Kurdistanê bûye navûnîşana cîhanê û di
salên bihurî de, ji ber berxwedan û mêrxasiyên xwe li dijî hêza terorîst ya
herî mezin, di hilberandina ezmûneke xweser û şêweyek rêveberiyê de, gelek dost
û dijminên wê çêbûn, dostan gelek caran di rojên bi êş û azar de piştîvan bûn,
her wisa jî neyarên wê li beramber hilkişana wê ezmûnê bê deng nesekinîn, ji
ber wê yekê di demê deh salên dawî de, gelê kurd li Rojavayê Kurdistanê
rûbirûyê çar şerên bi tirs ya ku hatin sepandin bû.
Yekem: Şerê ku ji hêla terorîstên DAIŞê ve li
ser gelê Kurdistanê li Rojava û deverên din yên Kurdî yên Sûriyê hatiye
sepandin.
Duyem: Şerê ku ji hêla milîs û tundrewên ser bi
opozîsyona Sûriyê ve li dijî gelê Kurd li wî welatî hatiye sepandin.
Sêyem: Şerê rejîma Esed ya hilweşyayî ku li dijî gelê
Kurd li Sûriyê ku hate sepandin.
Çarem: Şerê ku ji hêla artêşa Ehmed Şereh û
bermahiyên DAIŞê ve li dijî Kurdên li Rojavayê Kurdistanê û deverên din ên
Kurdî yên li wî welêt hatiye sepandin. Şerê vê care jî hindek cudahî hebûye
digel hersê şerên din de ku bi awayê xalên cuda emê bixin berçavan:
- Di her sê şerên berê de, HSDê wekî tekane hêza li Rojavayê
Kurdistanê, bi piştgiriya hêzên navneteweyî û çend hêzên welatparêz ji beşên
din yên Kurdistanê, gelê xwe parast û rêveberiyek xweser ava kir ku hemû
pêkhateyên li herêmê hembêz kir, lê niha, piştî şerê dawî yê hatî ferzkirin de,
bêyî piştgiriya hêzên hevpeyman û bi pişt bi xwe girêdan û piştgirêdan bi hêzên
din yên siyasî yên li Kurdistanê, karwanê berxwedanê û xweragiriyê li dijî vî
şerê dirêj berdewam dike.
-Cûdahiyek din jî ew e ku di şerên yekem, duyem û sêyem yên sepandî
de, piştgîriya medyayî û cemawerê Kurdistanê ji bo Rojava ne di asta pêwîst de
bû, ew tenê ji hêla çend aliyên kêm ve li Kurdistanê bi eşkereyî dihat dîtin,lê,
di vî şerî de, medyaya Kurdî û gelê Kurdistanê bi giştî, li navxwe û derveyî
welêt, piştgiriyê didin Rojavayê Kurdistanê û yekdengî û yekdestî di romalan
rengê xwe vedaye.
- Di her sê şerên din de, hozên Ereb hevxebat û hevçeperê
hêzên şervanan bûn, lê di vî şerê sepandî de, ne tenê piraniya wan pişta xwe
dan şervanên Kurd, belkû rayedarên Şamê, bi piştgiriya wan hozên Ereb, zengilê
şer ji bo şerekî ferzkirî yê xeternak û karesatbar li dijî Kurdan lêda.
- Di şerên berê de, di navbera hêz û partiyên siyasî yên
Kurdistanê yên li Rojava de nekû yekîtî tune bû, belkû hindek alî li Rojava
rola opozisyona neyînî lîstin,lê di vî şerî de, Kurdên Rojava bi vînek e xurt û
yekîtîyek neteweyî berxwedanê dikin.
- Bi heman awayî, li Başûrê Kurdistanê, hemî aliyên siyasî
hevra nebûn ku piştgiriyê bidin Rojava ji hêla siyasî, cemawerî û di medyayê de,lê
di vî şerî de lihevkirin û vînek heye ku piştgiriyê bidin berxwedana Rojava ji
bo kêmkirina xetereyên şerê sepandî,lê, hîn jî çend deng hene ku li ser rewşa
li Rojava û berxwedana neteweyî xwedî nêrînên cûda ne,piştî pêşkêşkirina hin
pirsan, emê bi kurtasî li dengên ku li ser rewşa li Sûriyê û şerê li dijî gelê
Kurd hatiye sepandin xwedî nêrînên cûda ne binêrin.
- Li ser şerê sepandî, ev pirsyar derdikevin holê: Dema ku
şerekî sepandî bi miletekî re rû bi rû ye, gelo derfetek an vebijarkek din heye
an jî tenê vebijark berxwedan e?
-Gelo Di rewşek wusa metirsîdar de siyasetmedar, nivîskar,
rewşenbîr û zanayên olî divê çi bikin?
- Gelo gengaz e ku em aliyê xwe rexne bikin û kêmasiyên xwe
eşkere bikin di demekê de ku xetera windakirina axê û qirkirina miletekî di
lûtkeya xwe de ye, an jî divê em bêyî cudahî têkoşînên cûrbecûr bidin
destpêkirin da ku gelê xwe ji qirkirinê biparêzin û hewl bidin ku yekîtiyek
neteweyî biafirînin?
Bi dilniyayî , divê em kêmasiyan paşguh bixin û miletekî
mezin ê bindest di berxwedanek pola de biparêzin, û piştî bidawîbûna şer bi
awayekî objektîf û rexnegir binirxînin û kêmasiyan ronî bikin.
Ji ber vê yekê, ji bilî berxwedanê, ji Kurdan re çareyek din
tune bûye,ji ber vê yekê, gelê Kurd li Rojava, wekî ku dibêjin (Şerê Man û
Nemanê) dikin û dirûşmeya "jiyanek serbilind yan mirinek serbilind"
hatiye bilind kirin.
- Lê, hejmareke piçûk ji nivîskar û dîndar ji dûr ve, an jî
ya rast ji Başûrê Kurdistanê, HSD û berxwedana li Rojava rexne dikin û dibêjin:
Çima hêzên HSDê gihîştine Heleb û hin bajar û bajarokên din yên li derveyî
sînorên erdnîgarî yên Rojavayê Kurdistanê?
Divê ew rêzdar vê rastiyê di hişê xwe de bigirin ku dema
şerekî xeternak li ser miletekî tê sepandin, cîhê rexneyê pir tenge û divê hemû
takên wî miletî bibin yek, dest bi xebatekî hevbeş ya siyasî û cemawerî û
medyayî bikin da ku li kêleka têkoşîna çekdarî li ber xwe bidin da ku metirsiyên
vî şerî dûr bixin, eger tiştek hebe ku were gotin, dikarin piştî ku şer biqede
kêmasî û bûyerên çêbûne werin nirxandin.
-Lê ewên rexnegir kîne? Piraniya kesên ku rexne dikin ew in
ku ji ber dûrbûna xwe agahdariya têr li ser erdnîgariya siyasî, dîrokî û
ewlehiyê ya herêma xwe nînin û fêm nakin ku berxwedana li Rojava ne tenê ji bo
armancekê ye, lê ji bo çend armancên sereke ye:
Yekemîn: Berxwedana ji bo parastina axa Rojavayê
Kurdistanê ye.
Duyemîn: Berxwedana ji bo parastina gelê Kurdistanê
li Rojava û bajar û bajarokên ku hejmareke mezin ji Kurdan lê dijîn û çûyîna
hêzên HSDê ber bi (Heleb û bajar û bajarokên din yên Sûriyê ve ji bo parastina
bi sed hezaran Kurdan ji qirkirinê bûye bi taybetî di serdema êrîşên terorîstên
DAIŞ û jinavbirina û nehêştina metirsiyên DAIŞê).
Sêyemîn: Berxwedan ji bo mafên destûrî û neteweyî yên
gelê xwe û mafên civak û kêmneteweyên din ên li welêt û avakirina hikûmetek nû
ya demokratîk.
Çaremîn: Berxwedan ji bo serkeftina ramana pirreng li
ser nijadperestî û tarîkxwaziyê de.
Gihîştina van armancan ne karekî hêsane û têkoşîna wê bê
kêmasî û qurbanî nabe, lê rastiyek dîrokî heye ku "NA" ya Rojava ya
ji teslîmbûnê bi deh mîlyonan "ERÊ" ji bo berxwedanê bi dûv xwe de
anî.
- Her çiqas şerê ku li ser takekesên gelê Kurdistanê hate sepandin
pir dilhejîn bûn jî, lê (NA) ya Rojava îspat kir ku neteweyek mezin li pişt wan
e û ew (Na) bû sedema jidayîkbûna nefretek pîroz di nav û dilê hemû welatiyên
Kurdistanê û hêvana derketina xebateke hevbeş a siyasî, cemawerî , medyayî ya
gelê Kurdistanê.
Ev têkoşîna hevbeş ne tenê piştgiriyek mezin a exlaqî ye
ji bo Rojava, lê di heman demê de bala cîhanê û saziyên navneteweyî kişand ser
zilma li ser gelê Kurdistanê heye û selimand ku her çend Kurd dost û piştgir
neben jî,belkû dikare bi yekrêzî û siyaset pişt bi xwe girêdan û tekoşîna
hevbeş rûbirûyê metirsî û alingariyan bibe.
- Ji aliyekî din ve, berxwedana Rojavayê Kurdistanê bû
bingeha jidayikbûna xwepêşandanek girseyî ya berfireh li hemû beşên Kurdistanê
û derveyî welêt ku bi salane gelê Kurdistanê xwepêşandanên xwerist yên
berfireh û firereng bi vî awayî nedîtine û xwepêşandan li (50) welatên cîhanê
tên kirin.
- Hêz û partiyên siyasî yên li Herêma Kurdistanê û beşên din
yên Kurdistanê demek dirêje li ser mijarên neteweyî bi vî rengî nehatine cem
hev û helwestek hevpar nîşan nedane daku peyamek fermî belav bikin, wek nimûne
(10) hizb û aliyên serekî yên başûrê Kurdistanê di peyamekê de bi wêrekî û
aşkira û berpirsyarane piştgîriya xwe ji bo Rojavayê Kurdistanê nîşandan.
Ev yekîtî û yekrêzî û helwesta siyasî, gelêrî û medyayî ya
gelê Kurdistanê û şopandina siyasetek serbixwe bû sedem ku aliyên navneteweyî
yên têkildar li xemsariya xwe binêrin û metirsiyên berdewamiya şer çêtir fam
bikin,ji ber vê yekê, hewldanek heye ku li kêleka şerê sepandî dergehek ji bo
danûstandinan, agirbestê û gîhandina alîkariyan ji bo penaberan were vekirin.
PUKMEDIA
zêtir bibînin
-
Parlamenterekî Brîtanî bo piştgiriya Kurdên Rojava pêşnûmeyek pêşkêş dike
05:07 PM - 2026-02-01 -
Zelensky: Emê bi navbeynkariya Amerîka digel Rûsya bicivin
04:28 PM - 2026-02-01 -
Pirsa serok Komar serokê parlementoyê û serokên fraksiyonan kom dike
01:56 PM - 2026-02-01 -
Keşnasî: Barîna berfê dest pê dike
11:38 AM - 2026-02-01
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil: Em tekez li biratî û yekîtîya me ji bo ax û gel dikin
Kurdistan 02:29 PM - 2026-02-01 -
Parlamenterekî Brîtanî bo piştgiriya Kurdên Rojava pêşnûmeyek pêşkêş dike
Kurdistan 05:07 PM - 2026-02-01 -
Macron digel Mazlûm Ebdî û Şereh Rêkeftina Agirbestê gotûbêj kir
Kurdistan 09:20 PM - 2026-02-01 -
Zelensky: Emê bi navbeynkariya Amerîka digel Rûsya bicivin
Cîhan 04:28 PM - 2026-02-01 -
Rifet Abdulah: Bila salvegera 1ê Şibatê handera yekîtiya me be
Kurdistan 12:30 PM - 2026-02-01 -
Pirsa serok Komar serokê parlementoyê û serokên fraksiyonan kom dike
Êraq 01:56 PM - 2026-02-01 -
22 sal bi ser êrîşa terorîstî ya 1ê Şibatê re derbas bûn
Kurdistan 09:39 AM - 2026-02-01 -
Qubad Talebanî: Erkê me ku em li hember dijmin yek helwêt bin
Kurdistan 10:35 AM - 2026-02-01



Aplîkêşin

