Ji Bakurê Sûriyê heya Rojavayê Kurdistanê.. Zimanê BBC û dengê BKC
Nêrîn 12:57 PM - 2026-01-22
Erdnîgariya
Rojava berhema xwîn û xebatek dirêj ku 14 salan maye ye,lê bingehên vê ezmûnê
di qirkirineke navneteweyî û herêmî de nêzîkî sînorê şikestin û piçûkbûnê dibin, helbet, piçûkbûna Bakurê Sûriyê û
windakirina nêzîkî (40%) ji qada erdnîgarî nayê wê wateyê nemana Rojava, wekî
ku (Dilbixwîn) nivîsandiye: Kurd li beşê ku hatiye dagirkirin erkê parastina Bakurê Sûriyê bêpar tên
hiştin, lê kes nikare axa Rojava ji wan bistîne.
Ezmûna Rojava
ya hatiye bidestxisitin di şiroveya medyayê
û navendên lêkolînê de wekî têkçûnek leşkerî hatiye bi navkirin, lê rastî ew e
ku hêz û mezinahiya qirkirinê ne wekheve û çênabê ku dabeşbûna di navbera
eşîrên Ereb yên di HSDê de wekî têkçûna Kurd û hêzên çekdar yên wê beşê were
şîrovekirin,li şûna wê,li
kêleka paşvekişîna leşkerî,em dikarin li ser têkçûna teza hizra ya jiyana bi
hevre ya aştiyane ya neteweyan di herêmeke xweser de biaxivin,ev teza li ser
Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û tevgera Kurd ya li herêmê di destpêka
Bihara Erebî de ji bo medyaya navneteweyî bibû modelek balkêş, lê, wisa xuya
dike ku ramana pêkhateya Ereb li Sûriyê, bi taybetî li Dêra Zor û Reqayê, hîna
ne gihîştiye wê astê ku bikaribe ji meylên têkçûna yên Şovenîst veqetîne û bi
hevre di bin sîwanekê de bi aştiyane bijî, ji ber vê yekê, pêwîste Kurd li
herêmê vegerin ser teza xwe ya kevin ku Rojava ji xalên hevpar yên bi Ereban re
vala ye.
Bi destpêkirina Bihara Erebî û azadbûna beşek mezin ji Sûriyê, li jêr
ronahiya tezên Ocalan, vebijarka rast avakirina civakek demokratîk bû ku
cihêrengiya civakên xwe nas bike, divê hikûmet û federasyonek were damezrandin ku
serî li çareseriyên leşkerî an otorîter nede û binemayê diyalog, lihevkirin û
hevkariyê divê çavkaniya pêkhatin be û hêzên çekdar jî li ser heman bingehê
werin pêk anîn, wê ezmûnê
14 salan berdam kir û bû şêweyekî dewletbûnê, lê bi peymana veşartî ya kurên eşîra
Begare, êl û eşîrên din û hevkariya wan bi Artêşa Şereh re, selimand ku tenê tiştê dikare hêza
parastinê bide Kurdên wan herêman, yekîtiya hêzên wan yên çekdar e, ji ber vê yekê, di qonaxa bê de,
dibe ku em dîsa bi navên YPG û YPJê nas bibin, ku ev jî xuyangeke Kurdî ya
tevgera çekdarî li wê beşê ye.
Bê dengiya civaka navneteweyî û bê dengiya medyaya navneteweyî belgeyek
eşkere ye ku çekên me demek dirêj e li ser navê danûstandinan bê deng in, lê ji bo ku cîhan li te binêre,
divê em bîr li gotinên şervan bikin ku dibêjin:
Ji bo ku dengê BBC li ser te be, divê
BKC di destên te de be.
PUKMEDIA
zêtir bibînin
-
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
04:15 PM - 2026-06-27 -
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
09:21 PM - 2026-06-26 -
Yekîtiya Ewropa dorpêçên aborî li ser Rûsya dirêj kir
01:58 PM - 2026-06-26
zortrin xwendraw
-
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
Cîhan 09:21 PM - 2026-06-26 -
Nûnerê Sûriyê li NY: Divê welatên biyanî welatiyên xwe ji Kampên Hol û Roj vegerînin
Cîhan 05:14 PM - 2026-06-26 -
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
Kurdistan 03:43 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
Kurdistan 04:15 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
Cîhan 04:35 PM - 2026-06-27 -
Mam Celal: Min çawa Hesen Zîrek naskir?
Nêrîn 09:59 AM - 2026-06-27 -
Ji ber erdhejê 50 hezar kes li Venezuelayê winda ne
Cîhan 10:47 AM - 2026-06-27 -
Almanya sîstemên parastina asmanî Patriot li Bakurê Kurdistanê bicih kiriye
Cîhan 09:25 AM - 2026-06-27



Aplîkêşin

