Kurdistan
Nêrîn 05:28 PM - 2025-12-18
Dema ku ez her sibehê ji xew şiyar dibim,
Ji bo awazên sîmfoniya te,
Ji bo xwezaya te ya bêhnbir ku min her zindî dihêle,
Bi hezaran
sedem hene ku,
Ez ji te hez bikim û li te xwedî derkevim.
Ez ji te hez
dikim ji ber ku,
Di vê cîhana hovane û Reş û Spî de,
Tu tenê senteza
reng û bedewiyê ye,
Rojane tu
xwediyê hemû demsalan e.
Tu ji hemû
rengên Keskesorê geştir vedibiriqe.
Ez ji te hez dikim ji ber ku,
Ez hizira hemû hezkiriyên xwe,
Yên jin û zelam jî dikim
Ku hemû can û milkên xwe yê herî hêja ji bo te bexşîne.
Ew hest gelekî nayab û matmayî ye,
Di kûrahiya
giyan û hişê min de,
Ji dema ez
ji dayîk bû me,
Ez li benda
te me.
Ez êdî
nikarim jiyanekê bi bê te xeyal bikim.
Li şûna ku
ez di vê cîhana durû ya mirovên bê wîjdan de bijîm.
Ez ji te hez
dikim ji ber ku,
Her gava ez
helbestek e evînî dibihîzim,
Tu bi wê re diherikî kûrahiya dilê min.
Ez dest bi
nivîsandina li ser te dikim,
Û canê xwe fedayî te dikim,
Tu her tim
di dilê min de melevaniyê dike,
Û tu min
mîna kêşana Sêgoşeya Bermuda,
Dikişînî nava kûrahiya dilê xwe.
Ez nikarim
peyv û ristekê bibînim ku,
Rûmeta te têd vebêjim.
Ji ber ku tu
mezintirîn pirtûkxaneya peyvên evîn,
Hezkirin,
Bedewbûn û afirîneriyê ye.
Gelo ez ji
van çavên te yên bedew re çi binivîsim?
Ku ez cîhana
xwe bi riya wan dibînim.
Pênûsa min
nizane çawa li ser te binivîse,
Kurdistana min ya nazdar.
Dergûşa
mirovahiyê,
Evîn...
Hemû
şaristaniyên mirovahiyê.
Ey
Kurdistana min evîndarê çavên te me.
Li ser sînga
te ya paqij nimêj û nizayan her demê dikim.
Û sirûdên evîndariyê
yên herî xweşik wek Bilbilan,
Ji bo te dixwînim,
Her carê ku
ez hizira te dikim,
Bila di bi
bîr te de be ku nexşe ya te
Wek volkanekî
di hiş û dilê dijminên me de diteqê,
Û goran ji bo dijmanan dirust dike.
Ey hestên
min;
Ma tu dizanî
bi bayê te ya paqij , hemû lebetên can û jiyana min zindî dibe ?
Ez her tiştî
ji bîr dikim ji ber ku,
Di hişê min de tenê bedewiya çavên te hene.
Ew xwezaya
te ya balkêş e.
Ma tu dizanî ez çiqas ji te hez dikim?
Dema ku rûbarên te
Efrîn,
Firat,
Munzur,
Dicle,
Gola Wanê,
Sûlava Muradê
Aras,
Zap,
Dukan,
Sîrwan,
û Avaşîn
dibînim ji nav hembêza buhuşta te diherikin
Ez wek Siyamend
û Xecê,
Û Ferhad û Şîrîn dikdarê te dibim,
Wek zarokekî
ku hembêza dayîka xwe winda kiriye.
Ez ji te hez
dikim,
Qet naxwazim
ji hembêza dilovaniya te cihê bibim,
Mîna
kulîlkek li biyabanekê bê avdan maye, ez li benda avdana te me,
Tu ew
bihuşta rastîn e ku bi hezaran evîndar,
Helbestvan,
Û dîroknas li
ser ciwaniya te nivîsandine,
Mîna
efsaneya Keştiya Nûh,
Ku li ser lûtkeyên Çiyayê Cûdî rûniştiye,
Destana Kelha
Dimdim.
Destana
Derwîşê Evdî,
Ez ji te hez
dikim ji ber ku,
Jiyan bi bê te çi xweşiya wê nîne,
Li dewsa ku bi bê te ez di cîhaneke kirêt de bijîm,
Her demê canê xwe ji bo te feda dikim.
Ez ji te hez dikim ji ber ku,
Her carê ku ez te dibînim,
Tu diherike nava raman û bîranînên min,
Ku tu carî ez te ji bîr nakim,
Her gava ku sîmnfoniya evîna te digihîje guhên min,
Awazên te min dikişînin nava kûrahiya dilê te.
Ez jî bi saz û dengê xwe stranên evîndariyê ji bo te dibêjim.
Ez ji te hez
dikim ji ber ku,
Bi hezaran
stêrk di çavên te de vedibiriqin,
û Heyv ji ber ronahiya te ji xwe şerm dike,
Ronahiya te hêvî û
geşbîniyê di dilê min,
Û dilê hemû
hezkiriyên te de divejîne.
Bi bedewbûna
xwe tu çavên xayînên mîna,
Beko Ewanan
kor û tar û mar dike,
Û hembêza xwe dike goristan ji bo dijmanan,
Ronahiya te
ya geş tarîtiya şevên herî tarî di zîndanan de diqlişîne.
Ez ji te hez
dikim ji ber ku tu bihuşta evîna sozdayî ya minî.
Ji bêhna te
hez dikim,
Dema ku dest
li ax û ciwniya te didim.
Nimêjê li
ser sînga ax te ya pîroz dikim.
Wê demê ez hest
dikim ku min xewna xwe bi dest xistiye.
Ez ji te hez
dikim ji ber ku,
Dema ku
Xwedê kulîlk afirandin,
Tu jî bi wan re afirand.
Lê tu ji Sosin,
Reyhan û hemû kulîlkan din ciwantir û pîroztirî.
Kenê te wek bihareke bê dawî ye wekî rojê dibiriqe,
Giyanên durû û xwînmêjan ku ji bedewiya te dihesin dişewitîne.
Ez ji te hez
dikim ji ber ku,
Xweşikbûna
te hestek geşbînî,
Û evîna zindîbûnê di dil û wîjdana min de çandiye.
zêtir bibînin
-
Bi kêmbûna tirsa ji zêdebûna nakokiya di navbera Amerîka û Îranê de, nirxê petrolê daket
11:25 AM - 2026-02-23 -
Danûstanên navbera Tehran û Washingtonê roja Pêncşemê li Cinêvê dê bên kirin
11:52 PM - 2026-02-22 -
Partiya Wihde ya Demokratîk ya Kurd: Serok Mam Celal endezyarê yekdengiya gelê Kurd bû
10:25 PM - 2026-02-22 -
Bi biryara YNKê biryara bi qezakirina Celewle hat ragirtin û vedigere ser Xaneqînê
02:36 PM - 2026-02-22
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil li Bexdayê hewlên xwe ji bo hilbijartina serokkomar û pêkanîna hikûmetê zêde dike
Kurdistan 04:17 PM - 2026-02-22 -
Partiya Wihde ya Demokratîk ya Kurd: Serok Mam Celal endezyarê yekdengiya gelê Kurd bû
Kurdistan 10:25 PM - 2026-02-22 -
Fermandarên Asayîşê li Efrînê danûstanên bo vegera Efrîniyan dikin
Kurdistan 07:23 PM - 2026-02-22 -
Serok Bafil û Reyan Keldanî tekezî li ser parastina aramiya welat kirin
Kurdistan 09:32 PM - 2026-02-22 -
Bi biryara YNKê biryara bi qezakirina Celewle hat ragirtin û vedigere ser Xaneqînê
Kurdistan 02:36 PM - 2026-02-22 -
Danûstanên navbera Tehran û Washingtonê roja Pêncşemê li Cinêvê dê bên kirin
Cîhan 11:52 PM - 2026-02-22 -
Kurdistan; ez wek diya xwe ji te hez dikim
Nêrîn 02:45 PM - 2026-02-22 -
Serok Bafil û Serokê Eniya Tirkmen:Pêkanîna hikûmetek bi bandor gerantiya aramiyê ye
Kurdistan 02:20 PM - 2026-02-22



Aplîkêşin

