Kerkûk nimûneya siyaseta Qefta Gulan ya Serok Mam Celal e
Nêrîn 11:52 PM - 2025-10-12
Eger Serok Mam Celal gotibe (Kerkûk Qudus ya Kurdistanê ye ) ev
tiştekî gelek raste û watedar e ji ber ku roleke xwe ya girîng di qonaxên dîrok
Kurd û Kurdistan û Îraq û herêmê bi giştî heye ku ji aliyê şaristanî, çandî,
hunerî, cihêrengî,aborî û çanda jiyana hevbeş ya di navbera Kurd,Turkman,
Ereb,Ermen, Aşûrî,Keldaniyan de dewlemend e.
Kerkûk, peyvek e tûredayî ye ku ji du peyvan pêk tê ,li cem
Kurd û Sûmeriyan jêre dihate gotin (Kar Kûk), wate (Karê Mezin) her weha jêre
dihat gotin (Gur Gur) wate (Devera Dişewte) ku piştre ew peyv bûye (Baba Gur
Gur) her weha çendîn navên din yên Kerkûkê di serdema Aşûriyan û Keldaniyan û
qonaxên din yên dîrokê hatine bi karanîn.
Tevî ku Kelha Kerkûkê di gelek qonaxên dîrokê de, kelehek ya
leşkerî bû, bi taybetî di serdemên Gûtî, Mîtaniyan;Aşûriyan û Împaratoriyên
din de ku xelkê deverê û wan hêzan Kelha Kerkûkê ji bo parastina xwe li dijî
dagirkerî û êrîşên biyaniyan bikar dianîn, lê ew navendek girîng bû ji bo cihêrengî, bazirganî, çandî, hunerî û jiyana
hevbeş jî bû.
Di serdema dîroka hemdem de jî bi taybetî di serdema
têkoşîna Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê, ya bi serokatiya Serok Mam Celal de,
Kerkûk navendeke jiyana civakî û çandî û jiyana hevbeş bû, ku wî bajarî gelek
çalakiyên çandî û bazirganî li xwe girtibû û heya roja îro jî berdewame ku ew
wekî cih û warekî ji bo hembêzkirina tevaya pêkhateyên etnîkî û olî yên
cûrbecûr bûye; Serok Mam Celal di serdema serokatiya YNKê û Serokkomariya Îraqê
de jî, gelek caran gotibû: ( Kerkûk Qudus ya Kurdistanê ) ye û tekez kiribû ku
divê Kerkûk û hemû bajar û herêmên din yên Kurdistan û Îraqê bibin sembola
biratî û welatîbûna rastîn yên ku ew yek li ser bingehê Lihevkirina Demokratîk be;
ne li ser bingehê siyasetên raguhastin bi Erebkirinê û şovenîzmê be.
Siyaseta Qefta Gulan ya Serok Mam Celal gelek deverên Herêma
Kurdistanê, bi taybetî Kerkûk û bajarên din yên Îraqê jî, kirine nimûneyeke
zindî ya çanda demokratîk ya Lihevhatî, jiyana aştiyane, biratiya gelan û cihêrengiya
çandî ku bi wê yekê gelek pirsgirêkên di navbera aliyên Îraqî û Kurdistanî de
hatine çareserkirin, lewra Mam Celal bi (Semam Eman ya Îraqê) hatiye bi navkirin.
Piştî serdema Serok
Mam Celal, di serdema Referandûm
ya heyva 25 Îlona sala 2017 an û piştre di dema Hilbijartinên Civata Parêzgehên Îraqê
de û h.w.d de;tevî derketina gelek astengiyan jî, lê Yekîtiya Niştimanî ya
Kurdistanê, bi serokatiya Bafil Celal Talebanî, kadroyên YNKê, parêzgarê nû yê Kerkûkê
Rêbwar Teha û Civatê parêzgehê, li ser bingeha felsefeya Demokrasiya Lihevhatî
û Siyaseta Qefta Gulan ya Serok Mam Celal, siyaseta xwe ya jîrane ji bo
xizmetkirina hemû pêkhate, mezheb û cihêrengiya çandî ya li bajarê Kerkukê (Qudusa
Kurdistanê) peyrew kir û xizmetên mezin ji bo Kerkûkiyan bi bê cudahî kir.
Her weha Serok Bafil
Celal Talebanî û YNKê di çareserkirina hemû alozî û pirsgirêkên hilawastî yên
di navbera partiyên Kurdî û pirsgirêkên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û
Hikûmeta Federal ya Îraqê de roleke pêşeng leyst û hîna jî erkên xwe yên dîrokî
berdewam dike lewra di roja me ya îro de xebata YNKê bûye platformek ji bo
parastina maf, azadiyên giştî û azadiya raman û derbirînê.
YNKê herdemê bi
serokatiya Bafil Celal Talebanî hewl
dide ku nirxên Demokrasiya Lihevhatî xurt bike û rihê jiyana hevbeş di navbera
pêkhateyên Kurdistan û Îraqê de pêş bixe ji ber vê yekê, hebûna Yekîtiya
Niştimanî ya Kurdistanê li Herêma Kurdistanê û hemû beşên din yên Kurdistanê,
bi taybetî li Kerkûk û li deverên din yên Îraqê, wekî garantiyekê ye ji bo
xurtkirina bingehên Demokrasiya Lihevhatî , Jiyaneke Hevbeş, Parastina Yekîtî û Aramiya Îraqê, û handana karê
pisporên medyayê û rojnamevanan wekî desthilata çaremîn û stûneke bingehîn di
avakirina dewleteke medenî de li Kerkûk û deverên din yên veqetandî yên Kurdistan
tê dîtin.
Li vir ez piştrast
im ku Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK), çawa gelek pirsgirêkên di navbera
Hikûmeta Herêma Kurdistan û Hikûmeta Federal de her weha pirsgirêkên di navbera
aliyên din yên Kurdistanê de bi riya diyalogê çareserkirin, di Hilbijartina Civata
Nûneran ya Îraqê ya 11ê Mijdara 2025 an de jî dê bi riya bidestxistina dengên
zêde dê serkeftinên bêhempa tomar bike; û mafên gelê Kurd yên zeftkirî û
binpêkirî bi dest bixe û destkeftiyan biparêze û hemû pirsgirêkên mayî yên di
navbera Bexda û Hewlêrê de dê bi riya diyalog û çanda Demokrasiya Lihevkirî
çareser bike.
Demokrasiya Lihevhatî çi ye?
Têgeha Demokrasiya Lihevhatî yekser piştî bidawîbûna Şerê
Cîhanê ya Duyemîn derket holê, ku wekî pêdiviyek lezgîn bû ji bo sererastkirina
rewşa welatên Ewropî, ku di nav de Holanda, Belçîka, Awustralya û Siwîsre hat ku
yek ji taybetmendiyên herî berbiçav yê Demokrasiya Lihevhatî ew e ku hikûmet
serokatiya birêvebirina dewletê digire ser xwe ku ew li ser bingeha hevpeymanî
û hevkariyek berfireh hatiye avakirin, ku partiyên hindikahî li kêleka partiyên
piranîyê di nav de cihê xwe digirin, û li gorî vê yekê, postên wezîran û postên
serokatiyê di navbera hemû partîyên beşdarî hikûmetê de bi awayekî dadperweran
e û rêjeyî di navbera wan de tên belavkirin; her weha her kes mafê xwe heye ku
bi karanîna Mafê Vetoyê raya xwe bide yan jî li dijî her biryarekê derkeve.
Weku Serok Celal Talebanî gotibû: (Kerkûk Qudus ya
Kurdistanê ye) bi rastî Kerkûk gelekî
girînge û ji hemû aliyan ve dewlemend ku xwedî girîngiyeke mezin ya dîrokî, olî
, mezhebî ,çandî, jeopolîtîk û aborî ye;
ku Kerkûk bi hilberîna xwe ya petrolê navdar e,ku nêzîkî %40ê petrola Îraqê di
şeş zeviyên petrolê de ye, ku ya herî mezin ji wan li bajarê Kerkûk bi xwe ye
ku petrolê wê bi riya Boriya Petrolê ya Bakur ji bo Bendera Ceyhanê ya Turkiyê
tê hinardekirin, her wiha %70ê hilberîna Gaza Xwezayî ya Îrqê li Kerkûkê ye, û zeviyên wê yên çandiniyê yên
berhemdar jî hene.
PUKMEDIA
zêtir bibînin
-
Berdevka Çavdêrên Şefafiyet: Ji bo çavdêran pirsgirêk hene
05:45 PM - 2025-11-11 -
Şalaw Kosret Resûl: Îro rojeke dîrokî û çarenivîse
02:09 PM - 2025-11-11 -
Serokkomar daxwaza beşdarbûna berfireh di hilbijartinan de dike
01:29 PM - 2025-11-11 -
Berdevkê YNK: Dengê xwe bidin partiya ku xizmeta we dike
10:12 AM - 2025-11-11
zortrin xwendraw
-
Serokê YNKê serkeftina hilbijartinê li welatiyan pîroz dike
Kurdistan 08:23 PM - 2025-11-11 -
Dest bi Proseya hejmartina dengan hat kirin
Kurdistan 05:59 PM - 2025-11-11 -
Serok Bafil: Ji bo xizmetê ya çar salan bi lez biçin ser sindoqan
Kurdistan 05:18 PM - 2025-11-11 -
Li Silêmanî, Kerkûk, Helebçe, Raperîn, Koyê û Germiyanê, YNK hêza yekem e.
Kurdistan 07:54 PM - 2025-11-11 -
Xalid Şiwanî: Baweriya me bi dengderên me heye
Kurdistan 03:48 PM - 2025-11-11 -
Komîsyon: Hilbijartin pir baş birê diçe
Kurdistan 11:26 AM - 2025-11-11 -
Serokkomar daxwaza beşdarbûna berfireh di hilbijartinan de dike
Êraq 01:29 PM - 2025-11-11 -
Serokkomar: Beşdarbûna berfireh di hilbijartinan de tekane rêya serrastkirina şaştiyane
Êraq 10:13 PM - 2025-11-10


.jpg)
Aplîkêşin

