Serok Mam Celal... Endazyarê Aştî û Sentezê Ramanên Pêşverû bû
Nêrîn 06:11 PM - 2025-10-02
salvegera heştemîn ya koça dawî ya
rêberê mezin, nivîskar, siyasetmedar, dîplomat û welatparêz, Pêşmerge û
enternasyonalîstê di ser me re derbaz dibe, ku di zêdetirî şeş dehsalan
têkoşîn û berxwedanê de tiştê herî hêja di jiyana xwe de ji bo Kurdan,
Kurdistanê, Îraqê û tevahiya mirovahiyê feda kiriye.
Mam Celal sembolek û biryarderek bû ku
di mercên herî dijwar û ne baş de li çareseriyan digeriya
Reftarê serok û sembola neteweya hêja
Celal Talebanî, yê kurd, enternasyonalîst û mirovperwer, di piraniya van
rêberan de bêhempa ne, ku ew di warê Kurd, Rojhilata Navîn û navneteweyî de, di
rê û bandora wan de, kiriye rêberek pêşeng, jîrbûna xwe ya siyasî û çanda xwe
ya demokratîk bi kar anî daku alîkariya kar, rêwerz û bandora tîmê xwe bike û
rêberiya wan bike.
Reftarê serok û sembola neteweya hêja
Celal Talebanî, yê kurd, enternasyonalîst û mirovperwer, di piraniya van
rêberan de bêhempa ne, ku ew di warê Kurd, Rojhilata Navîn û navneteweyî de, di
rê û bandora wan de, kiriye rêberek pêşeng, jîrbûna xwe ya siyasî û çanda xwe
ya demokratîk bi kar anî daku alîkariya kar, rêwerz û bandora tîmê xwe bike û
rêberiya wan bike, berî û piştî damezrandina Yekîtiya Nîştimanî ya
Kurdistanê di 1ê Hezîrana 1975 de, di demên baş û xirab de, bi armanca
xizmetkirina Kurd û Kurdistanê û hemû pêkhateyên Kurdistan û Îraqê û forum û
meydanên din yên navneteweyî, li ser bingeha stratejiyeke neteweyî û
navneteweyî ku siyaseta wî ya Qefta Gulan kok xwe ji felsefeya Mezopotamyayê û
ferhenga wê ya felsefî ya mirovahiyê digire.
Dema ku Serok Mam Celal endamekî girîng
yê Civata Rêvebir ya Îraqê bû, ku piştî hilweşîna rejîma Partiya Be`is di sala
2003an de hate damezrandin, û dema ku ew di sala 2005an de serokê Komara Îraqê
bû jî, roleke bi bandor di anîna cem hev a nerînên nakok de list û gelek pirsgirêk
çareserkirin, lewra ew bi (Semam Eman) ya Îraqê hat bi nav kirin.
Serok Mam senteza pirrengiya rewşenbîrî,
demokrasiya pêşverû û Kurdbûnê ye
Derbarê Kurdistanê de, Serok Mam Celal
Talebanî zêdetirî 60 salan e ku li Îraqê alîgirê mafên Kurdan û demokrasiyê bû
ûdi dayîna biryaran, heta biryarên herî dijwar jî, ji bo çareserkirina
nakokiyên di navbera partiyên Kurdî de netirsiya,
Her weha rola navbeynkarekî bi bandor di navbera Serokkomarê Turkiyê
yê koçkirî Turgut Ozal û rêberê PKKê Ebdulah Ocalan de ji bo rawestandina şerê
di navbera her du aliyan de û çareserkirina pirsgirêkan bi riya diyaloga
demokratîk û aştiyane û tevî hemû astengiyên berê jî hewldanên çareseriyê niha
di navber aliyê Turkiyê û Kurdan de berdewam e.
YNK yekem alî bû ku li Kurdistan û
cîhanê Rêveberiya Xweser nas kir û nûnertiya wan li Silêmaniyê vekir.
Li ser asta qada Rojavayê Kurdistanê,
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) di dema serokatiya serokê nemir Celal
Talabenî de roleke bi bandor di anîna nêrîn û ramanên di navbera partiyên
Rojavayê Kurdistanê de list û ji hêla darayî û exlaqî ve piştgirî da Şoreşa
Rojavayê Kurdistanê û yekem alî bû ku Rêveberiya Xweser bi fermi nas kir
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) bû ku destûr da ku Rêveberiya Xweser nûnertiya
xwe li Silêmaniyê, paytexta Rewşenbîrî, veke û heta roja îro jî piştgiriya
şoreşa Rojavayê Kurdistanê ya bi serokatiya Serok Bafil Celal Talebanî û
partiya wî ya pêşeng li ser asta Kurd û Kurdistanê berdem e.
Mam Celal her tim hewl da ku prensîbên
sosyalîst li ser asta navneteweyî, li Kurdistan, Îraq û cîhanê bicîh bike
Li ser asta navneteweyî, Serok Celal
Talebanî endamekî girîng ê Rêxistina Sosyalîst Internasyonal bû, rêxistina
cîhanî ku partîyên sîyasî yên sosyalîst, sosyal demokrat û karker li çaraliyê
cîhanê dicivîne, bi beşdarbûna xwe di vê rêxistinê de, Serok Mam Celal her
tim hewl dabû ku prensîbên sosyalîst û demokratîk li Îraq, Herêma Kurdistanê
berfirehtir pêş bixe û piştgiriyê bide tevgerên pêşverû li ser asta
navneteweyî.
Serok Mam Celal bi rastî jî endezyarekî rastîn bû ku tovên aştiyê çand û li seranserî Kurdistan, Îraq û herêmê çareserî dît
Mixabin, koça dawî ya Serok Mam Celal
di sala 2017an de ji bo Kurd û Kurdistanê û mirovahiyê bi giştî windahiyek
mezin e, ji ber ku ew kodek bû ku hemû girêk û sembolên tevlihev vedikir û hemû
nakokiyên di navbera aliyên Kurdan de her weha di navbera aiyên Îraqiyan
çareser dikir.
Di dawiyê de, bi boneya salvegera
heştemîn ya koça dawî ya Serok Mam Celal de, ku di ew ferhenga Kurdî û
mirovahiyê de her û her nemir e, ez sersaxiyên xwe yên kûr ji tevahiya malbata
Mam Celal û Serokê Yekîtiya Niştimanî Kurdistanê Bafil Celal Talebanî û hemû
Kurd û Kurdistan û mirovhiyê re dixwazim.
PUKMEDIA
zêtir bibînin
-
Kurdên li Şêx Meqsûdê
09:56 PM - 2026-01-08 -
Serokkomarê derbarê şerê li Helebê banga vegera ser maseyê û rawestana pevçûnê kir
02:32 PM - 2026-01-08 -
Nirê Zêr û Dolar
11:25 AM - 2026-01-08 -
Îro Pêncşemê bihayên petrolê di bazirganiya Asyayê de bilind bûn,
10:47 AM - 2026-01-08
zortrin xwendraw
-
Tom Barak: Em hewl dirêjirina agirbestê li Helebê didin
Cîhan 09:32 AM - 2026-01-09 -
92 sazî û kesayetî derbarê Rojava de hişyariyê didin kenala El-Cezîra
Kurdistan 05:29 PM - 2026-01-08 -
Kurdên li Şêx Meqsûdê
Kurdistan 09:56 PM - 2026-01-08 -
Heleb: Komên çekdar taxên Kurdan armanc digirin û bangên navneteweyî ji bo hêminbûnê
Cîhan 04:42 PM - 2026-01-08 -
Îro Pêncşemê bihayên petrolê di bazirganiya Asyayê de bilind bûn,
Cîhan 10:47 AM - 2026-01-08 -
Mezlûm Ebdî: Belavkirina Tankan û Bombebarankirina Sivîlan li Helebê derfetên lihevkirinê kêm dike
Kurdistan 10:48 PM - 2026-01-08 -
Encûmena Bilind a Îslamî ya Elewîyan tepeserkirina li Helebê şermezar kir
Cîhan 04:24 PM - 2026-01-08 -
Serokkomarê derbarê şerê li Helebê banga vegera ser maseyê û rawestana pevçûnê kir
Êraq 02:32 PM - 2026-01-08


.jpg)
Aplîkêşin

