Hilbijartina Serok Bafil û serdemek nû ji bo Cîhana Erebî
Kurdistan 05:23 PM - 2025-09-03
Nivîskar: Bîşe Cewher
Hilbijartina Bafil
Celal Talebanî wekî Serokê Hevpeymaniya Sosyal Demokrat li cîhana Erebî ne tenê
sernavek e,ku di konfirans û merasîmekê de ew post bi kesayetiyek e Kurd bê
dayîn, belkî kêliyek dîrokî ye ji bo nûnerayetiya siyasî ya Kurd û bihayên ku xebat
ji bo wê kiriye, hebûna serkirdeyekî
wek Bafil Celal Talebanî di nav hevpeymaniyek e de gelekî girîng e ji bo navçeyê
û Rojhilata Navîn.
Niha rewa û
girîng e bipirsin ji bo çi berpirsiyartiya serok girîng e? Bersiv eşkere ye û wiha
dikare were bersivandin:
Gelek caran dîktatorî
bûye şêweyekî hevpar yê siyasetê li herêmê, û baskên xwe li ser hukumdariyê
vekiriye, lê hebûna Bafil Talebanî wekî serkirdeyekî
demokratxwaz û kurê rêberekî mezin wek Serok Mam Celal ku hîn formên gelemperî
jî li navçeyê hene, ji
ber vê yekê, hilbijartina serkirdeyekî Kurd yê pêşkeftîxwaz û diplomat û xwedî dîdgeh
ji bo serokatiya Hevpeymaniyeke Erebî gelekî girîng e; û gelek giraniya wê heye,di heman demê de, rol û pêgeha nû
ya Serok Bafil berdewamiya rêbaza bavê wî; Serok Mam Celal e, ku zêdetirî nîv
sedsalekê nûnertiya Kurd û tevgera wan ya siyasî kiriye.
Serok Mam Celal,
wekî yekem serokê Kurd yê Îraqê û rêberê damezrandina Şoreşa Yekîtiya Niştimanî
ya Kurdistanê (YNK),her timî hewl dabû ji bo biserxistina diyalog,demokrasî,
jiyana hevbeş û veguhastina xebata Kurd ji sînorên girtî yên Kurdistanê û
platformên navdewletî.
Dîrok şahid e ku
navê Serok Mam Celal û ramana wî ya diyalog û dûr ji tundûtûjiyê her tim di
heman pîvanê de bûye,wî bawer dikir ku Îraq û navçe tenê bi riya diyalog û
rêzgirtina ji bo pêkhateyan û jiyana hevbeş dikarin bibin sedema pêşketin û
aramiyê, niha jî Bafil Celal Talebanî heman siyaseta bavê xwe peyrew dike, û
dirêjpêderê rêbaza wî ye, ev riya Kak
Bafil girtiye ber, ne hêsan e û em nizanin jî ka nifşê pêşerojê
yê serkirdayetiya Kurd dikare van ramanan bike rastiyek û li hemberî astengiyan
bi serkevin yan na, lê em piştrast in ku Serokê YNKê di vê qonaxa girîng de dê biserkeve.
Di dema niha de Cîhana
Erebî rû bi rûyê gelek pirsgirêkan bûye; ji pevçûnên çekdarî bigire heya
zêdebûna Milîsan, kûrbûna ne yeksanî û hevrikiyên aborî û siyasî, ev hemû û bi sed û hezaran pirsgirêk û
nakokiyên din li navçeyê belav bûne; û çi demek wek niha pêwîstî bi hebûna serkirdayetiyek e yekgirtî û
yek dengî nebûye, di
siya vê rewşê de, hebûna vê hevpeymaniyê li navçeyê dê girîng û hêvîbexş be
daku diyalog û gotûbêj li ser pirsên aloz yên navçeyê bên kirin.
Raste çêdibe ku di
hemû hevrikiyan de dengê Sosyal Demokrat bilind nebe; lê pêwîst e ew hilgirê
peyama hevbeş ya rast û dirust be ku ew jî ev in:
Gelên navçeyê hewla
wekhevî, dadperwerî û rêveberiyek e rast û dirust didin, helbet hilbijartina Serok Bafil nîşana wê
yekê ye ku serkirdayetiya Kurd,bi taybetî jî YNKê, ji bo van bihayan hewl daye
û kes nikare mîna wî ji bo wan xebatê bike,ji bilî wê jî hilbijartina vî serkirdeyê
Kurd ji bo hevpeymaniyek wisa li cîhana Erebî wê peyamê hildigire ku welatên
Erebî Kurd wekî hevkar û dost dibînin; û qonaxa dîtina Kurd wekî biyanî bi dawî
bûye, ku ev jî cihê
pesin û pêzanînê ye ku Serok Bafil û YNK karîne vê destkeftiya girîng ji bo
Kurd û Kurdistanê bidest bixin.
Ji aliyekî din
ve, Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) her timî ji bo biserxistina ramanên
demokratîk xebat kiriye, ku bi vî awayî ew ji partiyên din yên siyasî yên Kurd
cuda ye,û YNKê wek her partiyekî din rû bi rûyê nakokî, fişarên navxweyî û
navneteweyî û fişarên rêveberiyê bûye, ji ber vê yekê, Kak Bafil dikare bi vê rola xwe ya nû pêgeha YNKê li navxwe
û derveyî welêt jî bi hêz bike.Her wiha dikare nîşan bide ku Sosyal-Demokrasî
ne tenê diruşim û ramanek e, ew riyek e jî ji bo çaksaziya siyasî.
Ez piştrasim ev
rê hêsan nabe û dê tejî astengî be ji bo
kak Bafil bi sedema pirbûna hevrikî û pirsgirêkên cûr bi cûr yên navçeyê,lê çawa
bi xwe di dema pêşkêşkirina gotara hilbijartinê de amaje bi wê yekê kiribû ku,
pêwîste ev hevpeymanî nebe bazarek ji bo gotardayînê, beku pêwîste ew bibe
platfoeumek ji bo karê hevbeş û hevdengî û siyaseta rastîn.
Di dawiyê de ez
dixwazim bêjim ku hilbijartina Kak Bafil hem şanazî û hem jî berpirsyartiyek e mezin
e.
Ev qonaxa nû ji
bo wî deriyek e ji bo nêrîna xwe li ser pirsgirêkên hevbeş yên yên Kurd û Ereb pêşkêş
bike ku ew jî ev in: Hejarî, ne
yeksanî, bê hêvîbûn û hwd; her weha ev yek dikare vê qonaxa nû bike xalek
werçerxanê ji bo pratîkkirina ramana û yekxistin û komkirina cudahîyan di bin sîwanekê
de, pêwîstiya herêm bi serkirdayetiyekê
heye ku hêvî û bawerî û yekrêziyê di dilê xelkê de dirust bike,ez piştrast im
ku Kak Bafil dikare bislemîne ku ev pêgeh ne tenê sernavek e, lê ji bo Sosyal
Demokrat li cîhana Ereban serdemek nû ye.
PUKEMDIA
zêtir bibînin
-
Kurdên li Şêx Meqsûdê
09:56 PM - 2026-01-08 -
Serokkomarê derbarê şerê li Helebê banga vegera ser maseyê û rawestana pevçûnê kir
02:32 PM - 2026-01-08 -
Nirê Zêr û Dolar
11:25 AM - 2026-01-08 -
Îro Pêncşemê bihayên petrolê di bazirganiya Asyayê de bilind bûn,
10:47 AM - 2026-01-08
zortrin xwendraw
-
Tom Barak: Em hewl dirêjirina agirbestê li Helebê didin
Cîhan 09:32 AM - 2026-01-09 -
92 sazî û kesayetî derbarê Rojava de hişyariyê didin kenala El-Cezîra
Kurdistan 05:29 PM - 2026-01-08 -
Kurdên li Şêx Meqsûdê
Kurdistan 09:56 PM - 2026-01-08 -
Heleb: Komên çekdar taxên Kurdan armanc digirin û bangên navneteweyî ji bo hêminbûnê
Cîhan 04:42 PM - 2026-01-08 -
Îro Pêncşemê bihayên petrolê di bazirganiya Asyayê de bilind bûn,
Cîhan 10:47 AM - 2026-01-08 -
Mezlûm Ebdî: Belavkirina Tankan û Bombebarankirina Sivîlan li Helebê derfetên lihevkirinê kêm dike
Kurdistan 10:48 PM - 2026-01-08 -
Encûmena Bilind a Îslamî ya Elewîyan tepeserkirina li Helebê şermezar kir
Cîhan 04:24 PM - 2026-01-08 -
Serokkomarê derbarê şerê li Helebê banga vegera ser maseyê û rawestana pevçûnê kir
Êraq 02:32 PM - 2026-01-08



Aplîkêşin

