Herbijî Birêz Parêzgar
Nêrîn 03:14 PM - 2025-08-14
Tenê salek li ser temenê rêveberiya nû ya Kerkukê derbas
bûye, ku parêzgarê wê salek berê di rewşek pir dijwar û di rewşek bê aramiya
îdarî, ewlehî, siyasî û xizmetguzarî de dest bi kar kiribû, wê demê, çavên dost û neyaran li ser Kerkûkê bûn, hindek ji wan bi
awayekî erênî û gelek ji wan jî bi awayekî neyînî xeyal ji bo pêşeroja bajêr
dikirin,lewra bi awayekî babetiyan e, tenê salek di ser dest bi karkirina berpirsekî
hikûmetê re derbas bûye, demek
gelekî kêm e ku nirxandinek lojikî û zanistî ji bo ast, jêhatîbûn, serkeftin yan
têkçûna berpirsekî bê kirin, gelo parêzgarê nû yê Kerkûkê çawa ye, ku ji aliyê hindek partiyên Kurdistanî
û hindek pêkhateyên din ve ji bo pêkanîna bername û pilana parêzgar rastî gelek
astengiyên dirustkirî hatiye.
Di rastiyê de,
van hêzan hewl didan ku bi hemî şiyanên xwe yên medyayî, siyasî û bangeşeyê, bi
riya medyaya fermî û medyaya ne fermî, li Kerkûkê raya giştî ya neyînî
biafirînin, ji bo ku cemawerê
Herêma Kurdistanê û tevahiya Îraqê, bi taybetî cemawerê Kerkûkê, bidin bawer
kirin ku parêzgarê Kurd nikare tiştekî bike, û dê parêzgarek bê desthilat û bê
destkeft be! Ji bo vê mebestê, çi ji destê wan dihat kirin daku rêveberiya nû
ya Kerkûkê di dawiyê de têk bidin; li hemberî vê rewşê, Birêz parêzgar ne tenê
dev jê erkê xwe berneda, lê bi vîn û baweriyek xurt û bi xwe bawerbûn,bi piştgiriya siyaseta xwe ya jîrane
û bernameya hizba xwe, dikarî di nav kêmtirî salekê de serê xwe û hizba xwe
bilind bike; û dilê cemawerê bajarê xwe şad bike,û dikarî di warê aramî û
xizmetguzariyê de karekî baş bike ku her kes ji Silêmanî yan Hewlêrê bigire
heta Kerkûkê, ku ew
dizane bi bê cudakarî çi xizmetên mezin ji bajêr re hatine pêşkêş kirin,ew
dizane çi guhertin hatin e kirin û bajêr di warê rêveberî, rê, paqijî, qîrtakirina
kolanên sereke de çi pêşketin çêkiriye, betonkirina kolanên taxên bajêr, zêdekirina rêjeya keskkatiyê bi çandina
daran û çêkirina baxçe û parkên nû,û çêkirina pir û riyên binî (Underpas),ronahîkirina kolanên sereke, nehêlana
bê aramiya ewlehiyê li bazgehan û li nav bajêr de dûrxistina hêzên serbazî ji
nav taxan, û ji hemû
girîngtir, vegerandina baweriyê bi hevre karkirin û jiyana hevbeş di navbera pêkhateyên
bajêr de.
Rû bi rûbûn û
kêmkirina diyardeya gendeliyê û gelek destkeftiyên din karek kiriye ku ne tenê dost,
hevalbend û hevrêbazên wê, belku pêşbazên wijdanî jî nikarin xwe ji şahidiya vê rastiyê dûr bigirin
û bi riya medyayê bêjin: Aferîn Birêz Rêbwar ji bo gelek guhertin û xizmetên ku
we di nav kêmtirî salekê de kirine,di dema kêmtirî salekê de dikarî piraniya
sozên hizba xwe cî bi cî bike, serkirde, kadir û rojnamevanên YNKê yên li Kerkûkê bi riya medyayê û di
civînên xwe de dibêjin: Ew
tiştên ku me di bangeşeya Civata parêzgeha Kerkûkê de gotibûn::Me li ser destê
parêgarê xwe yê disoz di dema yekê salê de me cî bi cî kir û me selimand ku
YNKê xwedanê rasteqîne yê Kerkûkê ye; û dê berdewam be jî li ser heman rêbaz û
heman karwanê xizmetkirinê.
Di salvgera
derbazbûna salekê li ser destbikarbûna Parêzgarê Kerkûkê de, mafê hevalên YNKê
heye ku bi serbilindî pîrozbahiyê bikin; û Herbijî Birêz Parêzgar,berdewam be û
em ê jî wekî her carekê piştgiriyê bidin te.
PUKMEDIA
zêtir bibînin
-
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
04:15 PM - 2026-06-27 -
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
09:21 PM - 2026-06-26 -
Yekîtiya Ewropa dorpêçên aborî li ser Rûsya dirêj kir
01:58 PM - 2026-06-26
zortrin xwendraw
-
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
Cîhan 09:21 PM - 2026-06-26 -
Nûnerê Sûriyê li NY: Divê welatên biyanî welatiyên xwe ji Kampên Hol û Roj vegerînin
Cîhan 05:14 PM - 2026-06-26 -
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
Kurdistan 03:43 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
Kurdistan 04:15 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
Cîhan 04:35 PM - 2026-06-27 -
Mam Celal: Min çawa Hesen Zîrek naskir?
Nêrîn 09:59 AM - 2026-06-27 -
Ji ber erdhejê 50 hezar kes li Venezuelayê winda ne
Cîhan 10:47 AM - 2026-06-27 -
Almanya sîstemên parastina asmanî Patriot li Bakurê Kurdistanê bicih kiriye
Cîhan 09:25 AM - 2026-06-27



Aplîkêşin

